KOBANÊ - Mihemed Ehmedê 26 salî yê li nav erdê nêzî sînorê Kobanê dixebitî, ji aliyê Tirkiyeyê ve hat qetilkirin.
Li gundê Kor Elî yê li rojavayê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh welatiyê bi navê Mihemed Ehmed ê 26 salî ji aliyê Tirkiyeyê ve hat qetilkirin. Cenazeyê bavê 4 zarokan Ehmed îro hat wergirtin.
Şêniyên gundê Kor Elî, anîn ziman ku ji ber sekvanan nikaribûn duh cenaze wergirin.