Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye

  • jin
  • 09:03 28 Çile 2022
  • |
img

EDENE - Hediye Alagaş ku dengbêjiyê wekî "dengbêjî, serîhildana jinê ye" pênase kir, got: "Jin, li hemberî êşên xwe, bi dengbêjiyê dengê xwe bilind dikin." 

Hediye Alagaş ku hem ji ber zext û zoriyên dewletê, hem jî ji ber meseleyên malbatî ji bêgavî terka warê xwe kiriye, bi kilaman bêrîkirina ji bo warê xwe ditebitîne. Eynî wekî dengbêj Meryem Xan, Eyşe Şan, Aslika Qadir û Sûsika Simo. 
 
 
HESRETA JI BO WELÊT
 
Dengbêj Hediye ku ji gundê Erkendî yê navçeya Berwarî ya Sêrtê ye, bilêv kir ku ji bêgavî terka bajarê xwe Sêrtê kiriye û li Edeneyê ji bo karibe li ser pêyan bisekine, li hemberî gelek zor û zehmetiyan li ber xwe daye. Dengbêj Hediye, diyar kir ku gava ewilî hatine Edeneyê di konan de mane û piştî wextekê ji xwe re xanî stendine. Dengbêj Hediye got: "Tu tişt wekî çûna ji warê xwe zehmetir tune ye. Em li warê xwe xwedî çewlik bûn, lê li van deran bûn karkerên xelkê. Ev, tiştekî pir zehmet e. Lê ya zehmetir, hesreta ji bo welêt e. Ji ber vê ez bûm dengbêj. Min li Edeneyê kilam çêkirin. Bêrîkirina ji bo welêt, bêrikirina ji bo axê berê min da dengbêjiyê. Ez wê hesreta ji bo warê xwe, bi kilaman ditebitînim. Hebikekî be jî kela xwe dirijînim." 
 
DENGBÊJÎ Û JIN
 
Dengbêj Hediye, destnîşan kir ku afirînerên sereke yên dengbêjiyê jin in û xwest pêşî li ber feraseta şaş a civakê bê girtin. Dengbêj Hediye, bilêv kir ku jin hem hestên şexsî hem jî yên civakî hîn bêtir watedar dikin û got: "Jin ji roja roj de li ser zarokên xwe yên kuştî, xwişk û birayên xwe, gelê xwe û warê xwe kilaman dibêjin û wateyekê li tiştên qewimîne bar dikin. Lewma dengbêjî karê jinê ye. Ji lew re jin êşê ji kûr de his dikin û ji kûr de wateyekê lê bar dikin."
 
Dengbêj Hediye, anî ziman ku di wextên ku herî zêde rolên zayendiya civakî beloq bûn de jî jinan bi kilaman hebûna xwe qewî kirine û bi taybetî di salên dawî de zêdebûna dengbêjên jin bûye cihê hêviyek mezin.  
 
GAVA DISTRÊ DIÇE ROJÊN BERÊ'
 
Dengbêj Hediye, ji bo têkiliya di navbera dengbêjiyê û bîra neteweyî ya kurdî de jî ev tişt destnîşan kirin: "Her cara ez distrêm, bûyerên li warê min çêbûne, zor û zehmtiyên li warê min rû dane, wan kuçeyên warê zarokatiya min tên bîra min. Ez bi vî awayî warê xwe yê lê çêbûme û mezin bûme tînim ber çavê xwe. Ev jî dibe bend li ber jibîrkirin. Heya sax bim jî wê ji bîra min neçin." 
 
‘DENGBÊJÎ SERÎHILDANA JINÊ YE'
 
Dengbêj Hediye, cardin destnîşan kir ku ya ku herî zêde û baş meseleyên jinê dibêje dengbêjî ye û dengbêjiyê bi vî awayî pênase kir: "Dengbêjî, serîhildana jinê ye." 
 
Dengbêj Hediye got: "Dîroka kurdan bi dengbêjiyê hatiye ragihandin. Jin, li hemberî êşên xwe, bi dengbêjiyê dengê xwe bilind dikin. Lewma kîjan jin dikaribe bila dengbêjiyê bike. Bila di nav civakê de bistrên. Ji bo dîroka xwe, çanda xwe ji bîr nekin bila bistrên. Dengbêjî ne tiştekî xirab e. Dengbêjî pirtûka kurdan e, ziman û çanda kurdan e. Banga min ji bo hemû jina ye; dengbêjiyê bikin." 
 
MA / Selman Guzelyuz - Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

29/01/2022
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze
12:10 Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e
12:02 Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin
11:49 Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat
11:44 Haşim Gezer bang li parêzerên Xerîbeyê kir: Xwe bigihînin min
11:10 Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin
10:49 Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive
10:12 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir
10:05 Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê
09:45 AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir
09:25 Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive
09:03 Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin
09:03 Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye
09:03 Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin
09:03 ‘Em bibin dengê girtiyan'
09:03 TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike
09:03 Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye
09:03 Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2022
20:33 'Nobeda Spî' didome
20:18 Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
19:39 Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir
19:26 Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin
18:10 Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir
17:48 Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin
17:00 ‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min'
16:45 Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin
16:38 Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe
16:36 Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye
16:11 Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû
16:02 Malbata Dokû: Bila Zainal Abarakov bê darizandin
15:55 HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in
15:29 Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan
15:17 Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’
12:11 ‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’
09:58 ‘Girtîgehên tîpa S bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin’
09:10 KNK'ê ji bo têkbirina DAIŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir
09:10 Baş: Zemîneke çareseriyên rast berpêş dike çêdibe
09:09 Ceyrana malbata ku bi meaşê astengdariyê debara xwe dike birîn
09:08 Bilûrvan Dagdelen: Dengê bilûrê wekî girînê û qîrînê ye
09:06 Dayika di Nobeda Edaletê de: Zarokên me bi tecrîdê dikujin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2022
23:59 Daxuyaniya Erdogan a têkildarî Îmraliyê: Divê meriv wî ji Ocalan bipirse
19:46 Dayanê ku wesayîta zirxî lê qelibî hat definkirin
19:00 Aydenîz bertek nîşanî avêtina ser DBP'ê da: Ên dixwazin birûxînin ew bi xwe dirûxin
18:06 Mazlûm Ebdî: Li Hesekê serketina Kobanê hat dubarekirin
17:58 Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir
16:57 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
16:56 Ciwanê ku maşîneya zirxî lêdabû jiyana xwe ji dest da
16:42 Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê hêvî da mirovahiyê
16:37 Bernameya ‘Rojên Muzîkê’ ya Ma Musicê diyar bû
16:17 Zimanê kurdî hebûna kurda ye, zimanê xwe hilbijêrin
16:10 Doza endezyar Cîhan Can ê hat kuştin taloq bû
16:09 DÎB: Pêdivî bi Tifaqa Demokrasiyê heye
16:09 Ji ber ku ranta erd aşkera kir ji 301'an doz lê hat vekirin
15:49 Li Êlihê di salekê de 5 hezar û 19 binpêkirinên mafan qewimîne
15:47 Lêgerîna li avahiya DBP’ê piştî 7 saetan bi dawî bû
15:37 Sancar serdana Sefîra Bilind a Efrîkaya Başûr kir
15:37 Rapora Girtîgehên Tîpa T yên Tarsus, Aksaray û Eregliyê hat weşandin
15:30 ‘Gelo qet wîjdana we tune ye?’
14:50 Danişîna Doza Endama Akademiya Jinan Aras taloq bû
14:48 Ji ÎHD’a Stenbolê rapora 3 mehan: 3 hezar û 118 binpêkirin qewimîne
14:47 Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan nobedê digire
14:24 Gergerlîoglu: Li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê îşkence li hin kesan hat kirin
13:51 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû