NAVENDA NÛÇEYAN – Li Taxa Xiwêran a Hesekê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneyên DAIŞ’ê de pevçûn derket. Hat zanîn ku di pevçûnê de DAIŞ’iyek hatiye kuştin û pevçûn hêj berdewam e.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li Girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê operasyona lêgerînê dabû destpêkirin. Li gorî agahiyan, di dema operasyona lêgerînê de, li nêzî Dibistana Fatima El Zehra ya Taxa Xiwêranê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneyeke DAIŞ’ê de pevçûn derket.
Endamên hêzên ewlekariyê diyar kirin ku şaneya DAIŞ’iyan ji 5 kesan pêk tê û di pevçûna heta niha de DAIŞ’iyek hatiye kuştin. Pevçûna di navbera hêzên ewlekariyê û şaneya DAIŞ’ê de hêj berdewam dike.
Li hêla din, operasyona lêgerînê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD’ê ya li taxên Xiwêran û Zihûrê didome.