RIHA – Welatiyê bi navê Celal Altûn ku ji têkoşîna dayika Emîne Şenyaşar bibandor dibe, ji bo piştgiriya bi malbatê re helbestek nivîsand. Altûn, di helbesta xwe ya bi navê ‘Were Dayê Were’ de balê dikişîne ser êş û berxwedana dayika Emîne.
Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza edaletê, ji 9’ê adara 2021’an heta niha li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digirin. Malbatê dengê xwe gihand herkesî lê hêj jî xebatkarên edliyeyê û Wezareta Edaletê li dengê wan neguhdar in. Li hêla din, ji siyasetmedaran heta hunermend, hiqûqnas, rêxistinên civaka sivîl û welatî jî di nav de, bi sedan kes çdiin serdana malbatê û piştgirî didin çalakiyê.
'DIVÊ HEMÛ KES PIŞTGIRIYÊ BIDE’
Welatiyê bi navê Celal Altûn ku li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê dijî, ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re û vegotina êş û berxwedana wan, helbestek nivîsand. Altûn, dibêje ku rojek ji rojan ji bo dozekê diçe ber edliyeyê û li qîrînên dayika Emîne Şenyaşar rast tê. Altûn, got ku piştî wê bûyerê, gelek caran jî di televîzyonan de şahidiya qîrînên dayika Emîne dike û ji wê kêliyê ve biryar dide ku bi helbestekî piştgirî bide malbatê.
'MIROV ÇI BINIVÎSE JÎ KÊM DIMÎNE’
Altûn, anî ziman ku divê hunermend û derhêner bi xebatên xwe piştgiriyê bidin malbatê û wiha domand: “Mirov ji bo vegotina êşa dayikê çi bibêje jî her kêm dimîne. Min ji bo piştgiriya xwe ya bi wan re tenê helbestek nivîsand. Lê ev dayik, ev bû 328 roj in bi hêviya edaletê li ber deriyê edliyeyê ye. Hevjîn û 2 zarokên wê li ber çavên wê hatin qetilkirin. Ma mirov dê çawa bikare vê êşê vebêje? Ev bû çar demsal ku ew dayik her roj tê ber deriyê edliyeyê, axê dikole û li edaletê digere. Niha ji demsalan zivistan e û ev dayik li edaleta di bin berfê de digere. Li ser betona cemidî rûniştiye û li benda kurê xwe yê girtî ye.”
'DIVÊ HER KES JI MALBATÊ RE BIBE PALPIŞT’
Altûn, diyar kir ku herkesên edaletê dixwazin, hewceye ji malbatê re bibe palpişt û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yên ku derfeta wan a hatina Rihayê nîne, bila berheman çêbikin û malbatê bi tenê nehêlin. Hewceye em yek deqeyê jî malbatê bi tenê nehêlin. Hêvî û daxwaza me ew e ku di zûtirin demê de edalet pêk bê.”
Helbesta ku Celal Altûn ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re bi navê ‘Were Dayê Were’ nivîsandiye wiha ye:
“Were dayê were
Were bavê min were
Werin werin
Hûn jî werin xwîşk û birano
Hûn jî werin..
Di mistên xwe de bînin
Axa gorên hemû goristanan
Bi ser serê vî kur û birayê xwe de kin
Bînin,
Ka bînin
Kevirên kevirlêketiyan bînin
Li wî dilê min bixînin
Bînin,
Ka bînin
Xweliya xwelîseran bînin
Tê de bişewitînin
Vê cesta ji kul û derdan riziyayî
Bînin
Ka bînin li ser milan,
Binax bikin
Li çiyayên qiblegeha min
Bînin ka bînin êşên min
Werin hogirno werin
Hela bibêjin ji min ê birîndar e
Ma tê jiyîn
Li welatê agir lê dibare
Ma wê çitonî tîbûna min bişikîne
Ava gelê mirî
Werin hevalno werin
Binêrin! Binêrin!
Ji asîman
Roj bi ser axa me de
Ji tîrêjên xwe agir dibarîne
Weke bêje “hûn ne sayesin.”
Li ser ava çemê Dîcle û Feratê
Teysok li rûyên me dikenin
Wek tinazên xwe bi me bikin.
Ma ez ê çitonî neçim, negirîm, neqîrim
Û
Gilî û gazinên xwe li rûyên xwedêyan
Heta bi ser xwe de nekim
Xwîna sor têre têr,
Ma qet danakeve
Ew hêst û rêka min
Ewran jî şîn danî ye
Reş girêdane
Û
Hêsran dibarînin
Li ser me Kurdan.
Stêrk şerm dikin
Û
Dixujikîn
Ji bo nebînin ew dek û dolaban
De bêje dayê
De bêje bavo
De bêje xwîşkê
De bêje birako
De bibêjin ji min re!
Ez xwe di çemên
Xwîn jê diherike de nekujim
Lê çi bikim?
Ka hûn werin ji min re bibêjin.”
MA / Emrûllah Acar