NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetan de 189 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û hat tespîtkirin ku 88 hezar û 189 kesên din bi vîrûsê ketine.
Li gorî daneyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve rojane tên weşandin, di 24 saetên dawî de 428 hezar û 214 test hatine kirin û 88 hezar û 189 kesên din bi vîrûsê ketine. Wezaretê diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dane.