Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû

img

STENBOL - Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku piştî biryara binpêkirinê ya DMME’yê divê dosyeyên hemû dozên siyasetmedar jê tên darizandin werin betalkirin û bi vê biryarê re hemû nîqaşên doza girtina HDP'ê jî têk çûne. 

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), di rakirina destnedayîna 40 parlamenterên HDP'ê û darizandina wan de biryara binpêkirinê da. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û Hevserokên niha Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî di nav de derbarê rakirina destnedayîna 40 parlamenteran de vê biryarê da. 
 
Em bi Cîgira Seroka Giştî ya Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) Reyhan Yalçindag ku serlêdanên siyasetmedarên HDP’ê yên li DMME’yê kiriye û biryara binpêkirinê ya DMME’yê daye axivîn. 
 
SERKEFTINA HDP’Ê YA HILBIJARTINÊ 
 
Yalçindag hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 2015'an bi bîr xist û got: "Piştî ku HDP'ê 80 parlamenter bi dest xist, li hemberî vê û îktidarê yên ji bo qebûlnekirina hilbijartinê nerazîbûn nîşan da. Pişt re hilbijartina 1'ê Mijdarê pêk hat û HDP vê carê bi 59 wekîlan ket Meclisê. HDP'a ku carek din bendê hilweşand, bû hedefa îktidarê. Nehat qebûlkirin ku siyaseta HDP'ê li Meclîsê derkeve holê û siyasetê bidomîne. Her tim nîqaş li ser çawaniya ji holê rakirina wê, derxistina wê ji siyasetê hat kirin.” 
 
DESTNEDAYÎN HAT RAKIRIN 
 
Yalçindag rakirina destnedayîna parlamenterên HDP’ê ya di 20’ê Gulana 2016’an de bi bîr xist û wiha got: “Bi binpêkirina Destûra Bingehîn re destnedayîn hat rakirin. Li gel ku HDP'ê wê rojê got li dijî Destûra Bingehîn e jî, destnedayîna ji 59 parlamenteran a 55 parlamenteran hat rakirin. Piştre rapor hatin dagirtin. Di meha Mijdarê de jî wekîl tevî hevserokan hatin girtin. Xwestin bi vê operasyonê siyaseta kurd tasfiye bikin.” 
 
‘DIVÊ DOSYE WERIN BETALKIRIN’ 
 
Yalçindag destnîşan kir ku biryara DMME’yê tê wê wateyê ku destnedayînên ku bi guhertina Destûra Bingehîn a demkî hatine rakirin, betal in û li dijî biryara DMME’yê ne û got: "Di vê biryarê de tê gotin ku pêvajoya 'rakirina destnedayînan' li dijî DMME'yê ye. Ev biryar jî biryara dawî ye. Biryara DMME’yê 3 meh îtîrazê li Dadgeha Mezin a DMME’yê nake. Ev biryarek e ku ji roja hatiye weşandin ve Tirkiyê eleqedar dike. Pêwîste hemû dosyayên ku di binçavan de ne bên betalkirin, yên ku bi dawî bûne li Dadgeha Destûra Bingehîn û yên ku li Dadgeha Cezayê Giran, Îstînafê û dadgehên asayî berdewam dikin jî bên rakirin. Hincetên qanûnî yên ji bo pêvajoyek ku ji destpêkê ve mirî ne û nikare bigîhîje armanca xwe. Ji ber vê sedemê weke Doza Kobanê bi sedan dosyayên ku berdewam dikin, ji ber ku biryara DMME’yê girêdayiye divê demildest bên rakirin.”
 
‘KESÎ GUH NEDA ME’ 
 
Yalçindag anî ziman ku biryara DMME’yê derbarê rakirina destnedayînan de jî nediyarbûnek derdixe holê û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê ya ku heta niha çi bû bûye. Piştî wê pêvajoya heyî bi mantiqa berdewamkirinê nikare bimeşe. Bi salan me bi daxwaznameyên nivîskî ji dadgehan re got, bi saetan em axivîn. Me di rûniştinan de bi devkî îfade kir. Me got wê sibe rojekê hilweşe. Hesab nedan me, guh nedan me. Em dev ji dewleta hiqûqê berdin, mixabin em hatine van rojan ji ber ku hiqûq hatiye binpêkirin. Ji niha û pê ve di her firsendê de rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê, di her firsendê de zextên darazê û krîmînalîzekirin jî wê bibe bersiv.” 
 
‘NÎQAŞÊN GIRTINA HDP’Ê TÊK ÇÛN’ 
 
Yalçindag destnîşan kir ku bi vê biryarê re doza girtina HDP'ê û Doza Kobanê pûç bûye û wiha axivî: "Ji ber ku hat eşkerekirin ku bi vê biryarê hemû siyaseta HDP'ê hedef hatiye girtin, hemû nîqaşên dosyaya girtinê têk çûn. Herî dawî polîtîkaya ku cuda difikire, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd diparêze û destkeftiyên pêvajoya çareseriyê hembêz dike, tê xwestin ku ji holê bê rakirin. Li şûna wê mejiyê rêveberiyê heye ku dixwaze bê kurd, bê HDP, bêyî mûxalefeteke rast siyasetê bimeşîne. Ev biryar bersiva gotinên CHP'ê yên nedestûrî ye lê 'erê' ye. Ev biryar ji bilî partiya desthilatdar û hevkarê wê MHPê, partiyên siyasî yên li Meclisê û yên ne li Meclisê ne jî eleqedar dike. Niha jî divê helwestê xwe nîşan bidin û her carê êdî siyaseta HDP’ê weke partiyeke siyasî ya ku nayê tehamûlkirin, rawestînin. Me wê demê got. Ev ê ji DMME’yê vegere, nekin, şerm e. Tişta ku li vir tê îsrafkirin, baweriya bi qanûn, bawerî û ewlehiya mirovan e. Hêvîdarim tavilê rê û rêbazeke edlî were tercîhkirin. Wekî din dem winda dibe, hêvî winda dibe, baweriya bi hiqûqê bixwe jî winda dibe. Em hêvîdar in ku biryar were sepandin û bi hemû encamên xwe hatine tespîtkirin were rakirin. Em hêvîdarin ku wê biryara betalkirina hemû dosyeyan were dayîn.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

03/02/2022
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:07 Zeydan çû serdana HDP’ê
11:51 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Dirbêsiyê kir
11:45 Erdogan: Em biryara Konseya Ewropayê ya ji bo Kavala nas nakin
11:44 Li gorî TUÎK'ê enflasyona salan e ji sedî 48.69
11:25 ‘NY û Iraq jî şirîkên êrişa Tirkiyeyê ne’
11:24 Zeytûn: Dozger û polîsan sûc kiriye, kes nikare deriyê ÎHD'ê bişikîne
10:57 Rojnameger Evran: Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê êriş kir
10:56 Ji rojnamevan Şahîn re heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin
10:40 Rêvebera YNK’ê: Eger PDK alîkar nebe, Tirkiye nikare êriş bike
10:34 Bi roketan êrişî Baregeha Tirkiyeyê ya Başîqayê kirin
10:24 Yalçindag: Bi biryara DMME’yê re doza girtina HDP’ê jî têk çû
10:24 KCDP: Di meha ewil a salê de 26 jin hatin kuştin
10:22 Hunermendên NÇM'ê: Em ê bi zimanê xwe hunera xwe bikin
09:32 Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar
09:12 Salih Muslim: Ya li Îmraliyê tê tecrîdkirin rastiya gelê kurd e
09:10 Cerdevan Osman O. dest dirêjî du keçên xwe kiriye
09:08 ‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'
09:05 Polîsan pankarta zemê daxist: Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN
08:28 Polîsan avêt ser avahiya ÎHD'a Amedê
02/02/2022
23:17 Mazlûm Ebdî: Êrişên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
22:05 Li Şirnexê eskerek mir
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê