NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê kir. Hat zanîn ku di êrişê de wesayîtek hatiye armanckirin.
Êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li diî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), SÎHA’yên Tirkiyeyê li gundê Xerzê yê Dirbêsiyê ya Hesekê wesayîtek bombebaran kir. Hat ragihandin ku di êrişê de birîndar çêbûne lê hejmareke zelal nehatiye bidestxistin.