Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştû Tiryakî da zanîn ku AKP’ê pir zû de biryara destnedayîna Guzel da bû û wiha got: “Nexwe tu wateyeke din a vê lez û beziya di nava rojekî de nîne. Dema li Tirkiyeyê neheqiyek li kurdan tê kirin, weke ku ev bêhiqûqiye rewa be tê dîtin.” 
 
Ji bo rakirina destnedayînê ya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel du fezleke hatibûn amadekirin. Ji bo nirxandina fezlekeyan, Komîsyona Amadekariyê di 3’yê sibatê de civîna xwe ya sêyemîn li dar xist. Di civînê de endamên AKP û CHP’ê ji bo “rakirina destnedayînê” dengê “erê” dan. Komîsyon, rapora ku bi mebesta “rakirina destnedayînê” amade kiriye dê di 8’ê sibatê roja sêşemê de pêşkeşî Komîsyona Têkel bike. 
 
Piştî ku Komîsyona Amedekar rapora xwe pêşkeş kir, Komîsyona Têkel ku ji endamên Komîsyona Edalet û Makeqanûnê pêk tê, dê di rojeke diyarkirî de bicive û vê raporê binirxîne. Heke komîsyon biryara rakirina destnedayîna Guzel bide, nîqaşên heyî dê vêcarê li Lijneya Giştî berdewam bikin. Piştî hevdîtin û dengdayîna li Lijneya Giştî jî dê ev pêvajo bi dawî bibe. 
 
‘BIRYAR HÊJ ZÛ DE HATIBÛ DAYÎN’
 
Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarî wêneyên Guzel û biryara bi lez û bez a Komîsyona Amadekar ji ajansa me re axivî. Tiryakî ku di heman demê de yek ji endamên komîsyonê ye diyar kir ku komîsyon hewl dide biryara rakirina destnedayînê demildest bide. Tiryakî wiha domand: “Li gorî qenaeta min, AKP’ê hêj zû de biryara rakirina destnedayînê da ye. Nexwe tu wateyeke din a vê lezê nîne.”
 
‘EM Ê NEBIN FÎGURANÊN WAN’
 
Tiryakî destnîşan kir ku bûyer beriya sala 2017’an pêk hatiye û wiha got: “Tê gotin ku di 2014’an de çêbûye. Fezlekeya duyemîn jî li ser îfadeyên îtîrafkarekî hatiye amadekirin ku ew îfade jî di 3’yê tîrmeha 2018’an de hatiye dayîn. Lê îro di carekî de kirin rojev û dixwazin em jî bibin fîguranên wê biryarê. Em vê helwestê qebûl nakin.” 
 
‘HEWL DIDIN HDP’ê KRÎMÎNALÎZE BIKIN’
 
Tiryakî anî ziman ku kesên wêneyên wan hatine parvekirin hemwelatiyên Tirkiyeyê ne û wiha pê de çû: “Gelemperiya endamên rêxistinê hemwelatiyên Tirkiyeyê ne. Em qala bav, dayik, xwîşk, bira an jî xizmên hinek kesan dikin. Lewma kesek nikare ji ber wêneyekî mirovan bi vî rengî darizîne. AKP, hewl dide HDP’ê bi wêneyên vî rengî krîmînalîze bike. Bi ya min, dê bikevin nava hewldanên mîna 4’ê mijdara 2016’an. Wisa dixuye ku amadekariyên hilbijartinê dikin. Bi rê û rêbazên wek zext, tundî, darizandina parlamenteran û rakirina destnedayîna parlamenteran re dê nekarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Tekane rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, rêbazên demokratîk û aştiyane ne.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ CHP’Ê DA
 
Endamên CHP’î di dengdayîna Komîsyona Amadekar de ji bo rakirina destnedayîna Guzel dengê ‘erê’ da bûn û gotibûn; ‘em hêvîdarin ku darizandineke adilane çêbibe.’ Tiryakî bertek nîşanî vê helwestê da û axaftina xwe wiha xelas kir: “Di darizandinên Ergenekon, KCK û cemaeta Gulen de xuya bû ku li Tirkiyeyê darazeke adilane nîne. Lê gazinca kesekî ji nehiqûqiyên li kurdan tên kirin nîne. Dema mijar bû darizandina kurdan, hemû binpêkirinên derhiqûqî wek sepaneke hiqûqî tê dîtin. Dê derkevin kolanan û dirûşmên “maf, hiqûq û edalet” berz bikin lê dema mijar dibe destnedayîna HDP’iyan dê weke ku edalet hebe tevbigerin. Hêvîdarim partiyên muxalîf di Komîsyona Têkel de bi heman awayî tevnegerin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

05/02/2022
21:08 Sancar: Ger em li Dersimê bi ser bikevin, em ê li Tirkiyeyê jî bi ser bikevin
19:19 Aysel Tûglûkê cardin birin Girtîgeha Kandirayê
18:27 Nameyên birayê Garîbe Gezerê nadin wî
18:14 Panela di wêjeyê de zayendiya civakî hat lidarxistin
17:23 Li Rihayê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:06 DBP bi gel re civiya: Em ê Ocalan azad bikin
17:06 Li Geverê bi hezaran kes bi dirûşma “Me dişêlînin” daketin qadan
16:45 'Em ê bi têkoşîna xwe edaletê bînin vî welatî’
16:36 DOP: Pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye
16:26 Ji bo berdana Tugluk bang kirin
16:02 Erdogan bi koronayê ket
15:57 ÎHD’ê li aqûbeta Tepelî pirsî
15:56 'Xetereya mirinê li ser jiyana girtiyê nexweş Abdûrrahîm Demîr heye’
15:49 Aydenîz: Komployê bi tecrîdê didomînin
15:05 Bi îşkenceyê perdeya guhê Karakaş teqandin û bi qayişê xwestin bixeniqînin
14:34 KESK: Xala 35’emîn rakin, dawî li sepanên dijdemokratîk bînin
14:30 ÎHD: Bila Ferhat Berkpinar were berdan
14:08 Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên Doku û Şenyaşar
13:45 Ji bo dosyaya rojnameger Yalçin biryara nepeniyê hat dayîn
13:23 Xizmên windayan aqûbeta Çelîk pirsîn
12:41 Cîhazê hilmijê yê girtiyê nexweşê kezebê nadinê
12:30 Kesê ku destdirêjî li zarokekî kirî hat binçavkirin
12:29 Malbata Şenyaşar: Em mafdar in û dê bi ser kevin
12:09 Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket
12:02 Li Geverê 26 jin bi gefa parvekirina wêneyên wan hatin tacîzkirin
11:46 Rojnameger Sarya: Xeta îxanetê dê têk biçe
11:16 Tevî biryara beraetê jî nahêlin li karê xwe vegere
10:28 Notirvanan li Mereşê kesek birîndar kir
10:24 Tîryakî: AKP’ê ji bo Guzel hêj zû de biryar da bû
10:16 Şaredarî bêyî ku cih ji dikandaran veqetîne pasaja wan hildiweşîne
09:04 Dayikên cizîrî 15'ê Sibatê şermezar kirin: Em deyndarê Ocalan in
09:04 'Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in'
09:04 Fatûreya wî ya ceryanê 17 hezar hat: Karê xwe li ber mûmikê dike
09:04 Gelan bi şoreşê bersiva komployê dan
09:00 ROJEVA 5’Ê SIBATA 2022'YAN
04/02/2022
22:16 Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
20:47 Li Xîzanê serbanê qada sporê hilweşiya: 2 zarok birîndar bûn
20:39 Polîsan daxuyaniya ji bo astengkirina muzîka kurdî asteng kir
20:13 Erdogan: Mala Barzanî wan helwestên xwe yên cuda îspat dikin
19:56 CFWIJ: Demildest Yalçin berdin
17:26 Hevşaredarê Amedê Mizrakli sewqî Edîrneyê hat kirin
17:22 Li Girtîgeha Amedê îşkence
16:47 Bavê girtî: Di 75 salên emrê xwe de min yek carê jî edalet nedît
16:41 Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan
16:36 Rojnamevanê ku hatibû binçavkirin hat berdan
16:27 Girtîgehê ava girtiyan kêm kir
16:25 Li Girtîgeha Bunyanê îşkence: Rewşa girtiyekî giran e
16:06 Bijîjk li pêş Meclisê ne: Heke vesazkirin neyên kirin em ê biçin grevê
15:38 Xwekujên DAIŞ'ê berdan
15:24 Ji Nobeta Edaletê: Em naxwazin darbestên zarokên me bên
14:42 Malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin: Bila girtî nemirin
14:31 Rêxistinên civaka sivîl bang kir: Peymanên dersînorkirinê betal bikin
14:27 Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:04 PFDK’ê ceza li Amedsporê birî
14:03 Doza Kobanê: Netew dewlet di eslê xwe de qirêj in
13:38 Ji 4 binçavkiriyên Hezexê yek jê hat girtin
13:28 Ji bo penaberê bi îşkenceyê hatiye kuştin gilî hat kirin
13:02 Rêxistinên sivîl: Deriyê ÎHD deriyê me hemûyan e
12:36 Çalakiyên ‘dişêlînin' belav dibin
12:33 Girtî Altug tevî biryara dadgehê jî nayê berdan
12:26 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê derket 8 kesan
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi şev û roj li edaletê digerin
10:40 Aykol: Li dijî faşîzmê tekane rêya serkeftinê, têkoşîna hevpar e
10:20 Rojnamevan Nurcan Yalçin kirin binçavan
10:17 Rojnamevan Kaya: PDK’ê jî di êrişên Tirkiyê de cih girt
09:59 ‘Girtîgehê dizanî ku birayê min dê bimre lewma berdan’
09:18 Ji bo cenazeyên keçên xwe çûn lê yên lawên xwe wergirtin!
09:06 Tecrîda girankirî ya 23 salan
09:06 Hatîmogûllari: Berpirsekî van êrişan jî rêvebiriya Kurdistana Federe ye
09:06 Berî bê berdan bi 2 rojan înfaza wî hat şewitandin
09:06 Parêzer Ozdemir: Divê darizandin bê sekinandin, siyasetmedar bên berdan
09:06 Ji bo berdana Tûglûkê bang kirin: Dem dema liv û tevgerê ye
09:06 Sedema nekêfxweşiya amediyan: Pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2022'YAN
03/02/2022
22:41 Li kesê ku destdirêjî kir 40 sal û 6 meh ceza hat birîn
20:34 Balafirên Tirkiyeyê Şehbayê bombe kirin
19:56 Li Şengalê êriş bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:04 Bîden: Operasyona kuştina Qureyşî bi tevkariya hevkarê me QSD'ê bi ser ket
18:29 Kesên jiyana xwe ji dest dan li Tirbêspiyê û Hesekê hatin birêkirin
18:20 Dêrik careke din hat bombekirin
18:00 HDP ji bo kongreya Îzmîrê belavok belav kirin
17:26 Wêjegeh Amedê bernameya meha Sibatê eşkere kir
16:57 Baroya Amedê: Li ÎHD'ê lêgerîneke li dijî hiqûqê pêk hat
16:43 Nobeda Edaletê: Hiqûqa xwe pêk bînin
15:58 Komîsyona Amedekariyê biryara rakirina destnedayîna Guzel da
15:14 Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin
15:02 Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê çûn serdana malbata Şenyaşar
15:00 Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:56 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Nebin şirîkê mirinan
13:48 Doza Kobanê: Cihekê ku dewlet lê bi hêz be tiştek lê şîn nabe
13:21 AYM’ê serlêdana ji bo Îmraliyê red kir!
13:21 Li dijî êrişên Tirkiyeyê berteka hevpar: Hevkariya bi dijmin re bi we nade qezenckirin
13:20 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:08 Li Santrala Nukleerê kartên karkerên kurd hatin betalkirin
12:54 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji ber edliyê neçim
12:39 Qeyûmê Amedê di "Azmûna Payebilindbûna Peywirê" de nelirêtî kiriye
12:32 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an
12:27 Gunay ji Barzanî re got: Ew wêneyê erêkirina şerê li dijî kurdan e
12:26 Hejmara penaberên ji sermayê mirîn derket 16’an