MEREŞ– Notirvanan li Mereşê bi hinceta ku “guh neda fermana rawestînê”, gule li M.A. reşandin û M.A. birîndar kirin.
Li Cadeya Saît Zarîfoglu ya Taxa Dumlupinar a navçeya Onîkîşubat a Mereşê notirvanan bi hinceta “guh neda fermana rawestînê”, gule li welatiyê bi navê M.A. (34) reşandin. Di encama gulebaranê de M.A. birîndar bû. A. rakirin nexweşxaneyeke taybet a bajêr.