NAVENDA NÛÇEYAN - SÎHA'yek Tirkiyeyê li rêya Amûdê-Dirbêsiyê êriş bir ser wesayîtekê. Di êrişê de zarokek jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.
Amûra Hewayê ya Bêmirov (SÎHA) a aîdê Tirkiyeyê li rêya Amûdê-Dirbêsiyê êriş bir ser wesayîtekê. Di êrişê de Mihemed Elî Kelahê 11 salî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Navê kesên birîndar bûn ev in: “Mahir Îsa Kelah (13), Omer Xanim (40) û Ela Cedû Ehmed (25).”
Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Gel a Amûdê.
SÎHA hîn jî li ser Amûdê digerin.
Her wiha hat ragihandin ku gundekî Til Diyabê jî hatiye bombekirin.