AMED – Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Garo Paylan û şandeya pê re li Amedê hevdîtin bi rêxistinên civaka sivîl re kirin.
Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementerê Amedê Garo Paylan û şandeya pê re, serdanên xwe yên li bajêr didomînin. Şandeyê îro serdana xirbeyê dewaran, Borseya Bazirganiyê ya Amedê, Endezyarên Çandiniyê yên Yenîşehîr û Sûrê û Radyo Amedê kirin.
Paylan û şandeya pê re îro serê sibehê ewilî berê xwe dan xirbeyê pez û li vir guh li pirsgirêk, gilî û daxwazên sewalvanan kirin.
Paşê şande serdana Borseya Bazirganiyê ya Amedê, Endezyarên Çandiniyê yên Yenîşehîr û Sûrê û Radyoya Amedê kir. Di serdanan de guh li pirsgirêk û pêşniyaran hat kirin.
Serdan û hevdîtinên şandeya HDP'ê dê sibê li Platforma Demokrasiyê ya Amedê, Rojnameya Tîgrîsê û Amed TV'yê bidomin.