Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?

  • rojane
  • 11:50 11 Sibat 2022
  • |
img
 
 
RIHA - Rêveberiya Xweser ku sedema bêtalkirina destûra xebatê ya Rûdawê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê aşkere kir, destnîşan kir ku Rûdawê qanûn binpêkirine û agahiyên leşkerî bi rêya dezgehên çapemeniyê yên wekî Ajansa Anadolûyê dane Tirkiyeyê. 
 
Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, di 5’ê Sibata 2022’yan de rûxseta Rûdawê ku navenda wê li Herêma Kurdistanê ye û ya malbata Barzanî ye û destûra ku dabû hemû xebatkarên wê betal kiribû. Kopiyek ji biryara ku ji aliyê Hevserokên Saziya Rêveberiya Xweser a Ragihandinê Nor Seîd û Ciwan Mela Îbrahîm ve hatiye îmzekirin, ji Rûdawê re hat şandin. 
 
Tora Medyayê ya Rûdawê ku îdia kir biryar siyasî ye, bi daxuyaniyeke weşandî diyar kir ku biryara Rêveberiya Xweser ne li ser bingeheke qanûnî ye. Lê di madeya 6’emîn a têkildarî xebatên pîşeyî yên Rêveberiya Xweser de di rewşeke ku xebatên ragihandina serbixwe li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin derveyî qanûnan, erk ji Saziya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser re tê dayîn. Mafê Saziya Ragihandinê heye ku cezayan li ser saziyên çapemeniyê yên ku azadiya çapemeniyê paşguh dikin, nûçeyên derew ragihînin ferz bike. Di nava van cezayan de cezayên pereyan û erka sekinandina xebatan jî heye. Saziyên ku li gorî rêziknameya Saziya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser tevnagerin, ji bo rawestandina weşanan û betalkirina çalakî û ruxsetên wan tên hişyarkirin. 
 
‘QANÛN BERÇAV NEGIRTIN’
 
Hat hînbûn ku Rûdawa gelek caran heqaret li xebatên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, ji ber ku weşanên bi naveroka "heqaretê" li mirovên jiyana xwe ji dest dane kiriye, destûra wê ya kar hatiye vekişandin. Beriya niha di 4’ê Tebaxa 2015’an de ji ber ku qanûnên Rêveberiya Xweser nas nekirin, çalakiyên Rûdawê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 20’ê Adara 2018’an hatin rawestandin. Li gorî agahiyên ku me ji rêveberên Rêveberiya Xweser wergirtine, ji 20’ê Adara 2018’an û vir ve du caran bi nivîskî hişyarî ji Rûdawê re hatiye dayin ku qanûnan li ber çavan bigirin, lê hişyarî li ber çavan nehatine girtin.
 
‘JI BO TEVLÎHEVIYÊ BIKIN WEŞAN KIRIN’
 
Rayedar bi bîr xist ku hêzên PDK’ê di 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfan a girêdayî Herêma Kurdistanê kemîn danîne, di encamê de 5 YJA-STAR’î û HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dane û malbatan bi sedan rojan li Deriyê Sînor ê Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyan çalakî li dar xistine. Rayedar, diyar kir ku nûçegihana Rûdawê nûçeyên têkildarî çalakiyê çêkirin de agahiyên derew dane û wiha got: “Meclîsa Herêma Cizîrê ya Malbatên Şehîdan çalakî li dar dixistin, lê nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetah diyar kir ku tu rêxistinek bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê tune ye û tu berpirsyarên wê jî nînin. Vîviyan Fetah heqaret li şehîdên jiyana xwe ji dest dabûn û malbatên wan kir.” Rayedar da zanîn ku li ser vê weşana hate kirin careke din Rûdaw hişyar kirin û wiha berdewam kir: “Rûdaw di gelek weşanên xwe de derew kirin û ji bo di nava gel de tevlîheviyekê ava bikin gelek weşan kirin. Herî dawî dema ku DAIŞ’ê êrîşî Girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê kir, nûçegihanên Amûdê bi awayekî zindî ragihandin ku endamên DAIŞ’ê li Amûde dibistanekê bi cih bûne û QSD’ê dor li wan girtiye. Lê bûyereke wisa neqewimî bû. Armanca van nûçeyan ew bû ku tirsê bêxin nava gel.”
 
MALBATAN DOZ VEKIR
 
Rayedar diyar kir ku di 20’ê Çileya 2022'an de Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê li Dozgeriya Meclîsa Edaletê ya Gel a Qamislo li dijî Rûdawê doz vekir û anî ziman ku malbatên gilîker ji ber ku agahiyên şaş ên berevajî rastiyê weşandine, doz li Rûdawê vekirine. Rayedar da zanîn ku Rûdawê banga welatiyên ku li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsyayê li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Eyn Îsa di 18’ê Mijdara 2020'an de xwepêşandan lidar xistin û ji Rûsyayê xwestin ku weke dewleteke garantor li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve weke “Girseya gel li pêş baragehên Rûsyayê li hev civiyan û xwestin QSD ji herêmê derkeve” berovajî kir û anî ziman ku ev nûçe ji aliyê Ajansa Anadolûyê (AA) ve jî hat bikaranîn. 
 
XEBAT 2 SALAN HATIN RAWESTANDIN
 
Rayedar, bi lêv kir ku Saziya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser rûxseta Rûdawa tevî hişyariyan nûçeyên xelet û derew weşandin betal kir(Xebat 2 salan hatin rawestandin) û ragihand ku heke Rûdaw piştî 2 salan careke din li gorî qanûnan weşanê bike, dikare xebatên xwe bidomîne. Rayedar diyar kir ku, diviyabû Rûdaw di gelek operasyonên ewlekariyê de kamera bi kar neanîbûya, lê belê li gorî vê qûralê tevnegeriya û jiyana hêzên ewlekariyê xist xeteriyê û derbarê vê mijarê de gelek gilî dihatin ber destê wan. 
 
‘RÛDAWÊ QANÛN NASNEKIRIN’
 
Rayedar diyar kir ku nehiştina çapemeniya Kurd a li Hewlêrê di betalkirina destûra Rûdawê de bi bandor nebû û wiha berdewam kir: “Li ser betalkirina destûra Rûdawê bandoreke bi vî rengî nebû. Belê, destûrê nadin ANHA û televîzyona Ronahiyê, lê belê ji ber vê yekê me destûra Rûdawê betal nekiriye. Rûdaw di daxuyaniyên xwe de dibêje ku biryareke siyasî ye lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziyên weke weşangerên PDK’ê K24 û ARK NEWS di çarçoveya qanûnan de xebatên xwe didomînin. Betalkirina destûra Rûdawê bi temamî di çarçoveya qanûnan de ye. Biryareke siyasî nîne. Rûdawê hiqûq binpêkir û ew nas nekir. Hat belgekirin ku di operasyona artişa tirk a Serêkaniyê de îstîxbarat daye dijminê me. Belgeya têkildarî girtina Rûdawê tenê ji Rûdawê re hat şandin. Nehat xwestin were teşhîrkirin. Wan bi çapemeniyê bi awayekî derew weşandin. Belgeyên agahiyê ku têkildarî binpêkirina qîjan qanûnan hatiye girtin û ji wan re hatine şandin jî hene.
 
‘AGAHIYÊN LI ENIYÊ JI AA’YÊ RE TÊN ŞANDIN’
 
Li aliyê din agahiya ku rayedar anî ziman, ji aliyê xebatkarekî Rûdawê ve jî hatibû bi lêv kirin. Ev îdia di 14’ê Hezîrana 2021’an de hatibû rojevê. Ji rojnamegeran Bedel Boselî ku demekê li Rûdawê dixebitî di parvekirineke xwe ya ji bo çi îstîfa kiriye ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kiribû ku derhênerê Rûdawê “alîgirê Îhwanê ye û gelek ji Erdogan hezdike” û wiha gotibû: “Agahiyên eniya pêş ên pêşmergeyên ku li ser navê nûçeyan kom bûne ji e-maila Ajansa Anadolûyê re tên şandin. Min raporek nivîsand û da rêveberiyê û min bi gotina ‘Hûn ji ber vê yekê xiyanetê dikin’ îstifa kir.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

11/02/2022
13:29 25 parêzer û rojnamevanek hatin beraetkirin
13:18 Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin
13:05 Li Hezexê 2 kes hatin berdan
13:04 Li Dîlokê di nava 10 rojan de karkeran li 18 kargehan çalakî kirin
13:04 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:50 Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
12:28 Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet
12:07 'Rik'a Bahoz Baran derket
11:51 Cenazeyê Bîrsen Kars hat veşartin
11:50 Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin?
11:38 Ocalan: Hêza bingehîn a NATO’yê komplo pêk anî
11:07 Polîsan li Cizîrê 2 kes kirin binçavan
10:56 Operasyona Garê: Beriya kuştinê çareserî dikaribû bihata dîtin
10:13 Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê
09:37 ‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’
09:30 Cenazeyê Fatma Çîçek hat veşartin
09:25 Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
09:16 Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike
09:09 ‘Ne zem e, şêlandin e'
09:07 ‘Heya Aysel Tûglûk bê berdan em ê têbikoşin'
09:05 Qeyûm birayê seroka AKP'î kir midûrê îmarê
09:04 'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev'
09:04 Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN
10/02/2022
23:28 Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin
22:43 Girtî Hasan Çelîk hat berdan
21:44 Li Mêrdînê mirineke biguman
20:50 Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir
19:34 MED-DER'ê 15-21'ê Sibatê wekî Hefteya Zimanê Kurdî îlan kir
19:02 Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê
16:07 Ji ber çêkirina sêke derheqê girtiyan de angaştname hat amadekirin
16:03 Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda
15:36 Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir
15:32 Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin
15:31 ‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye'
15:27 Cenazeyê Bîrsen Kars li Mala Cemê ya Gaziyê tê sekinandin
15:11 Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin
14:40 Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin
14:33 Di Doza Kobanê de zexta ‘bibe gazinker’ li miştekiyan hat kirin
14:28 Xizmên girtiyan: zarokên me bidin
14:05 Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan
13:24 Gunay: Deng bidin dengê kolanan
13:22 Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc
13:11 DÎB’ê li dijî zeman Platforma Demokrasiyê danî
13:03 Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe
12:36 Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Tirkiyê welatiyek din li Efrînê revand
11:53 Li Girtîgeha Rihayê gardiyan bi kûçikan lêgerîn pêk tînin
11:25 Ji bo Ocalan 23 sal in bênavber çalakî tên lidarxistin
11:06 Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir
10:33 Dayikên Aştiyê daxwaza azadiya Ocalan kirin
10:12 Bayindir: PDK destkeftiyên gelê kurd diyarî rejîma AKP-MHP'ê dike
10:00 Parêzerên Ocalan ji bo bikeve tevgerê serî li NY'yê dan
09:03 Rojnamevan Êzidî: Çawa ku Teyrê Tawis serî netewand, dê êzidî jî netewînin
09:03 Wêneyên malbatê bi hinceta 'xetere ne' nedanê
09:03 Fatûreyên ceyranê heqê kirê jî derbas kirin
09:03 Midûrên bijartî yên girtîgehan: Hiqûqa dijminatiyê pêk tînin
09:03 Kav: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan li ser hemû meseleyên cîhanê disekine
09:03 Di dosyeya 'kiryarên wê diyar' de biryara 'kiryar nediyar' hat dayîn
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN
09/02/2022
21:36 Şagirtên Ma Musîcê bi performansa xwe temaşevan heyr hiştin
20:16 Li Amûdê êrişek hewayî: Zarokek mir, 3 kes birîndar bûn
19:36 Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin
16:54 Ji kujerê Dîlek Kaya re cezayê muebbeta giran hat xwestin
16:46 HDP'ê li Îzmîrê banga kongreya xwe kir
16:14 Cerdevanê ku 2 kesan kuşt hat binçavkirin
16:04 'Polîtîkaya tecrîdê parçeyeke Komploya 15’ê Sibatê ye'
16:01 Li Derikê şermezarkirina zema ceyranê
15:35 HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin
15:34 Di dosyaya derhêner Selamo de biryar nepeniyê hat dayîn
15:24 Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan
15:02 CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir
14:42 Li Efrînê 2 sivîl hatin revandin
14:17 Rojnameger Demîr beraet kir
14:11 Platforma Azadî Ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re hat avakirin
14:04 Ayşe Gokkan û 3 jinên girtî bi koronayê ketin
13:53 Li Dara Hênê aşûtê rê girt
13:52 Polîsan bi kuştinê gef li wan xwarin
13:41 Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin
13:17 Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin
12:59 Li Hezexê gundiyan şerê erd kir û 8 kes birîndar bûn
12:54 Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê
12:41 Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin
12:28 Rewşa Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korsakoff e giran e
12:27 Ji bo Guzel şerha destnedayînê: Em siyaseta jiyanê diparêzin
12:22 Emîne Şenyaşar bangî jinan kir
12:03 Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn
11:24 Derbarê Leyla Guven de doznameyeke nû hat amadekirin
10:57 Li Afyonê otobusa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
10:47 Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin
10:35 Qeyûmê Nisêbînê 5 qadên xizmetê ji rantê re vekirin
10:31 Yannis Vasilis Yaylali: Ji bo sergirtina têkçûnê yek bi yek dîlan înfaz kirin
10:23 Ajokar: Tişta em qezenc dikin jî didin sotemeniyê
10:16 Xelkê Amedê: Bila kesên wêneyên wan bi DAIŞ’iyan re heyî bên darizandin
09:04 Ji ber bihabûna mazotê êdî nikarin bixebitin
09:02 Berteka herî mezin a li dijî komployê: Hûn nikarin Roja me tarî bikin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2022'YAN
08/02/2022
20:48 Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê'
19:21 Li Şirnexê zem hatin protestokirin