MÛŞ - Hevseroka HDP’a Mûşê Belma Nergiz piştî 6 mehan di danişîna ewil de hat berdan.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mûşê Belma Nergiz di 13’ê tebaxa 2021’an de ji aliyê Dadgeha Mûşê ve hatibû girtin. Danişîna ewil a doza Nergiz li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat lidarxistin. Nergiz ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ku lê girtîbû bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê jî li eywana danişînê amade bûn. Nergiz îdiayên li ser xwe red kir û xwest were berdan. Piştî parastinên hatin kirin dadgehê derbarê Nergiz de biryara berdanê da.