AMED - Rêveberê MEBYA-DER’ê Abdulazîz Olçen ku bi xwesteka cezayê hepsê dihat darizandin, hat beraetkirin.
Danişîna doza rêveberê Komeleya MEBYA-DER’ê Abdulazîz Olçen bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê darizandin, hat lidarxistin. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Olçen û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn. Di danişînê de biryar hat dayîn.
Dozger mutalaya xwe dubare kir û xwest ku Olçen were cezakirin.
Serokê dadgehê mafê parastinê da Olçen û parastina xwe dubare kir.
Parêzer Muhîttîn Mogûç parastina miwekîlê xwe kir û destnîşan kir ku divê miwekîlê wî bê beraetkirin.
Heyeta dadgehê piştî parastinan derbarê Olçen de biryara beraetê da.