8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû

  • jin
  • 12:27 17 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina êzidî Roza Emîn Bereket a DAIŞ’ê revandibû, piştî dîlgirtina 8 salan azad bû. 
 
Jina êzidî Roza Emîn Bereket ku di dema êrişên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an de yên li ser Şengalê de dîl hatibû girtin, piştî 8 salan azad bû û gihişt xizmên xwe. Rojnewsê ragihand ku Bereket a di 8 salan di destê DAIŞ’ê de ma bûye şahidê gelek pêkanîn hov û diyar kir ku Bereket ji aliyê Asayîşa Jinan a Kobanê ve meh û nîvek berê dema hewl dida wê li ser sînor derbasî Tirkiyeyê bikin hatiye dîtin. Bereket a ku alîkarî xwest û got “ez êzidî me”, bi alîkariya Hêzên Sûriyeye Demokratîk, Hêzên Asayîşa Jinê ya Kobanê û Tora Alîkariya Jinan a Êzîdiyan gihişt xizmên xwe. Bereket ku bav, dayik û xwişk û birayên wê hêj di destê DAIŞ’ê de ne, li Şengalê ji aliyê mame xwe ve hat pêşwazîkirin. 
 
DI DESTÊ DAIŞÊ DE 8 SAL
 
Roza Emîn Berekat ku ev 8 sal bû esîr bû, di merasîma radestkirina malbatê de axivî û got: “Roja 3’yê Tebaxa 2014’an di hemû jiyana me de roja herî nexweş bû. Dema ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, xelkê me kuştin û ew ji hev cuda kirin. Destdirêjî wan kirin û ew li bazaran firotin. Îdeolojiya DAIŞ’ê ya li hemberî pêşwazîkirina jinên êzidî gelekî xerab bû, ji ber ku ji me re tiştên xeyalî li ser awayê jiyana hevbeş bi DAIŞ’ê re di gotin û jiyana bi wan re yek ji wan zehmetiyên a herî dijwar bû, cureyên îşkenceya derûnî bi tirsê re berdewam bû. Ez li Dêrazorê dimam û wan biryar da ku me bibin Tirkiyeyê, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk em di rê de ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Asayîşê dikin ku em ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Hêzên Asayîşê em anîn wargeha êzidiyan a li bajarê Kobanê. Min yek ji mezinên êzidiyan Şêx Farûk re hevdîtin kir. Pişt re ez anîm Şengalê Ez gelek spasiya wan dikim.”
 
MALBATÊ SPASIYÊN XWE PÊŞKEŞÎ QSD’Ê KIRIN
 
Dapîra Roza, Xensê Xelef jî wiha axivî: “Alîkariya we, qenciya we li ser serê min. Sipas dikim ku we keça me anî gihande me. Ez spasiya her kesê alîkariya me kirine, dikim.”
 
Xalê Roza Celal jî keyfxweşiya xwe bo rizgarkirina Rozayê anî ziman û got: “Roza xwarziya min e û ji gundê Hardan e. Bi tevahî malbata xwe ve ketîbû destê DAIŞ’ê. 2 xwişk û birayekî din yê wê hatibûn xelaskirin. Niha dayîka wê, jin bira xwişka min, bavê wê, 2-3 xwişk û birayên wê mane. Ev mehek bû rizgar kirîbûn. Li Rojava li herêma Cizirê li Mala Êzidiyan dima. Îro gihandin me. Em spasiya hemûyan dikin yên ku alîkarî dane û gihandine vêderê.”
 
Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî jî di derbarê rizgarkirina jina ciwan de ev agahî parve kirin: “Em di serî de spasiya hêzên QSD û Asayîşa Jin ya Kobanê dikin ku ev jina ciwan ji destê çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin. Di van rojên me yên pîroz, di dema rojiyên Xidir İlyas de anîna esîrên me, teslîm kirina keç û jinên me bo malbatên wan pir bi wate ye. Rizgarkirina her keç û ferdek me yên êzidî ji destê wan ji bo me cejn e. Rizgarkirina vê keça ciwan jî li me pîroz be. Heya dawiyê em ê hewil bidin jinên êzidî ji destê wan rizgar bikin.”
 
Ferîde Şengalî bilêv kir ku vê roja ku keça ciwan teslîmî malbata wê dikin pir bi nirx dibînin û wiha axivî: “Li ser navê Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî ez cardin dibêjim em gelek spasdar û mînetdarî hêzên YPJ’ê, YPG’ê, QSD’ê û asayîşa Rojava ne ku kar û xebatên rizgarkirina jin û keçên êzidî de alîkarî didin me. Em jî keçên hatine rizgar kirin teslîmî malbatê wan dikin. Dema em vedigerînin jî em teslîmî hemû civaka xwe dikin û wana hembêz dikin.”
 

Sernavên din

19/02/2022
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya