Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn

  • rojane
  • 16:05 18 Sibat 2022
  • |
img
RIHA - Welatiyê bi navê Soner Çîçek ku di Komkujiya Pirsûsê de bi saxî xelas bûbû, beşdarî danişîna bersûcên firarî bû. Çîçek ku yekemîn care beşdarî dozê dibe, wiha got: “Dema em diketin navenda çandê, polîsan gelek carn li ser me lêgerîn dikirin. Lê belê kujer bi rehetî kete hundir û komkujî kir. Di dema komkujiyê de tu polîs li wir nebûn.” 
 
Xwekujekî DAIŞ’î di 20’ê Tîrmeha sala 2015’an de li ber deriyê Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsê, xwe di nava ciwanên ku dixwestin ji zarokên Kobanê re pêlîstokan bibin de teqand. Di êrişê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Danişîna yekemîn a doza bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Di danişînê de li gel malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin, her wiha parêzerên wan, parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevserokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Okan Danaci, Alîkara Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din amade bûn.
 
Di danişînê de parêzeran xwest ku danişîn bideng bê qeydkirin. Lê belê bi hinceta ku cîhazê qeydkirina deng a li eywanê xerab bûye, ev daxwaz nehat bicihanîn. Doz, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. 
 
‘POLÎSAN RÊ LI ME GIRT’
 
Yek ji gilîkeran Soner Çîçek di danişînê de axivî û wiha got: “Di êrişê de bi sax û silametî xelas bûm lê di hêla derûnî de birîndar bûm. Heta niha di girtîgehê de bûm û nû hatim berdan. Ragihanname ji min re hat ku di dozê de cih digirim lê tevî vê jî ez neanîm danişînan. Di roja êrişê de heke neçûma çayê, dibe ku niha li vir nebûma. Dema derbasî navenda çandê dibûm, polîsan gelek caran li ser min lêgerîn kirin. Lê kujer bi rehetî kete navendê û komkujî kir. Me xwest birîndaran bigihînin nexweşxaneyê lê polîsan bi bombeyên xazê êrişî me kir. Rê li ber me girtin. Em neçar man ku li wesayîtên wan bixin û wisa derbas bibin. Hinek kesan ji ber wê rêgirtina wan jiyana xwe ji dest dan. Kesekê ku ji hêla gel ve hatibû girtin, hate berdan. Di dema komkujiyê de jî tu polîsek li wir nebû. Lê piştre ew der tije kirin. Dema van tiştan difikirim, digihijim wê qenaetê ku kujerên vê komkujiyê hatine parastin.” 
 
DAXWAZA TEVLIBÛNÊ YA SGDF’Ê
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê SGDF’ê Okan Danaci xwest ku li ser navê federasyonê beşdarî danişînê bibe û ev tişt anî ziman: “Xebata avakirina Kobanê, bi pêşengtiya federasyona me dihatin kirin. Gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan, gelek birîndar bûn û hinek jî hatin girtin. Em, aliyekî vê dozê ne. Lewma daxwaza me ew e ku daxilî vê dozê bibin. Gelek komkujiyên din ên mîna Pirsûsê hatin kirin. Lewma divê ev komkujî bi taybet bên vekolandin. Heke darizandineke adilane neyê kirin, dê hêj gelek komkujî pêk bên.” 
 
'PARÇEYEKE VÊ KOMKUJIYÊ JÎ DEWLET E’
 
Alîkara Hevserokê Giştî yê ESP’ê Beycan Taşkiran jî da zanîn ku mîna komkujiyên Gara Enqereyê, Amed, Dîlok û Stenbolê, haya dewletê ji vê komkujiyê jî hebû lê pêşî lê nehatiye girtin. Taşkiran diyar kir ku dê destûrê nedin ku bi ser vê dozê de bê girtin. Xwîşka Ugur Ok ê di komkujiyê de birîndar bûyî Satiye Ok jî destnîşan kir ku heta niha jî darizandineke baş nehatiye kirin. 
 
POLÎS JI EYWANÊ HATIN DERXISTIN
 
Di danişînê de şandeya dadgehê biryar da ku kesên dozê dişopînin ji eywanê bên derxistin. Parêzeran jî diyar kir ku ji bo darizandineke adilane, divê polîs ji eywanê bên derxistin. Lê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Di danişînê de bavê Ugur Ozkan ê di komkujiyê de hatibû qetilkirin, Mehmet Ozkan jî axivî û wiha got: “Daxwaza me ya ji dadgehê edalet e. Di şandeyê de du dayik hene û ew niha êşa me fêm dikin. Di her danişînê de polîsan tînin vir û me ditirsînin.” Li ser vê axaftinê, şandeya dadgehê pirsa “we ditirsînin?” kir û li ser bersiva “erê” jî, şandeya dadgehê polîs ji eywanê derxistin. Ozkan bi domdarî jî da zanîn ku Îlhamî Balli li Tirkiyeyê ye û heke dewlet bixwaze dikare bigire. 
 
Di danişînî de her wiha hevjîna Cemîl Yildiz ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Sûltan Yildiz, bavê Çagdaş Aydin ê ku jiyana xwe ji dest dabû Fethî Aydin û keça Îsmet Şeker ku jiyana xwe ji dest dabû Dîlek Şeker jî axivîn. Di axaftinên xwe de malbatan bertek nîşanî negirtina bersûcan dan û xwestin ku edalet pêk bê. 
 
Ji parêzerên malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku di dosyayê de rêzeîhmal hene û li şûna ku rêxistineke organîzeyî bê darizandin, tenê 3 kes tên darizandin. Parêzer Rûken Gulagaca jî ji şandeya dadgehê xwest ku vê dosyayê weke dosyaya komkujiyê lêkolîn bikin û da zanîn ku daxwaza wan a herî mezin, edalet e. 
 
DAXWAZÊN PARÊZERAN 
 
Parêzer Serdil Îzol bal kişand ser kêmasiyên di dosyayê de û daxwazên parêzeran wiha parve kir: “Em dixwazin ku Davutoglu bê guhdarîkirin. Wezareta Karên Hundir di 12’ê çileya 2021’an de bi ser navê ‘Terorîstê DAIŞ’î yê ku teqemeniyên êrişên Sultanahmet û Pirsûsê amade kirîn, hatin girtin.’ Di vê daxuyaniyê de qala Azzo Halaf Suleyman el Aggal û Mahir el Aggal dihat kirin lê ev kes daxilî dosyayê nehatine kirin. Em dixwazin Suleyman el Aggal bê guhdarkirin. Omer Yeteg têkildarî Komkujiya Gara Enqereyê axivî bû û em dixwazin tevî vê dosyayê bê kirin. Ji ber ku derheqê Pirsûsê de jî axivî ye. Em dixwazin ku hevjînên Balî û Buyukçelekbî bînin dadgehê û bên guhdarkirin. 5 saetên dema komkujiyê winda ne. Em dixwazin derheqê vê mijarê de lêkolîn bê kirin û derheqê kesên ev qeyd jêbirîn de jî lêpirsîn bê destpêkirin. Em dixwazin ku kesên di qeydên HTS’ê de diyar bû ku bi Şeyh Abdurrahman Alagoz re zêde peywendî danîne, bên lêkolînkirin. Em dixwazin ku dadgeh ji bo Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî wek kesên sûcê li dijî mirovahiyê kirine bên darizandin. Em dixwazin ku hevjîna berpirsyarê DAIŞ’ê yê Semsûrê Mûstafa Dokumaci û perwerdekarê xwekujan Ulkar Mammadova li vir bên guhdarkirin. Îfadeyên Kasim Guler ên derheqê komkujiyê de hene û em dixwazin weke şahid bê guhdarkirin. Em dixwazin ku Îbrahîm Halîl Yoldaş û Ahmet Guneş ku têkiliya wan bi Alagoz re heye jî weke şahid bên guhdarkirin. Yek ji daxwaza me ew e ku derheqê bersûcên firarî de ji merciyên eleqedar re nivîs bê şandin bê ka derheqê bersûcan de geşedanên nû hene yan na. Di heman demê de em dixwazin ku hucreya DAIŞ’ê ya Dîlokê bê vekolandin û têkiliya wan a bi Komkujiya Pirsûsê re bê zelalkirin.” 
 
Şandeya dadgehê, saetek navber da danişînê. 
 

Sernavên din

19/02/2022
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya