Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene

  • rojane
  • 16:26 18 Sibat 2022
  • |
img
STENBOL - Meleyên endamên DÎAYDER’ê ku tên darizandin diyar kirin ku ew peyvên ku wek sûc hatine dîtin di Qûrana ku Diyanetê bi kurdî derxistiye de jî cih digirin û baweriya wan tê darizandin. 
 
Li dijî meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan (DÎAYDER) di 3’yê tîrmehê de operasyona binçavkirinê hatibû kirin û 28 kes hatibûn binçavkirin. Tevî Serokê Komeleyê Ekrem Baran 8 kes di 9’ê tîrmehê de hatibûn girtin. Baran jî di nav de 8 jê girtî 23 kes îdiayên wek “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” tên darizandin. Derbarê 5 kesan de jî biryara dozvenekirinê hat dayîn. Danişîna ewil a doza meleyan li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê dest pê kir. Serokê DÎAYDER’ê Mele Ekrem Baran, endamên komeleyê Hafît Tunç, Nezîr Erdemcî, Mehmet Emîn Aslan, Sefa Mehmetoglu, Aydin Ayhan û Mehmet Înan ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ne bi riya SEGBÎS’ê beşdarîdanişînê bûn. 
 
Endamên DÎAYDER’ê yên di hepsa malê de jî li eywana danişînê amade bûn. Parlamenter û rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û komek parêzer danişînê dişopîne. 
 
XWEST DOSYE BIBIN YEK 
 
Piştî tespîta nasnameyan parêzeran Ayşe Aciniklî anî ziman ku ew dixwazin dadgeh dosyeyên derbarê meleyan de bikin yek. Aciniklî da zanîn ku lêpirsînên derbarê meleyan de hatine vekirin lêpirsînên dubarekirî ne û nayê qebûlkirin du dosyeyên ango lêpirsînên ji hev werin vekirin. 
 
TAWANBARKIRINA XUTBEYA KURDΠ
 
Aciniklî xwest ku mele demildest werin berdan û got: “Di vê dozê de komele tê îlegalîzekirin. Xwendina xutbeya kurdî, weazên hatine dayîn dikin sûc. Ev binpêkirina azadiya ol û wîjdanê ye. Gotinên di çalakî û şahiyan de hatine kirin divê di çarçoveya azadiya derbirînê de li ber çavan were girtin. Lewma tu sûcek li holê nîne.”
 
Pişt re parêzer Serhat Çakmak û Firat Epozdemîr jî axivîn û îdiayên mele pê tên tawanbarkirin li dijî hiqûqê ye.
 
JI BER XEBATAN TÊN DARIZANDIN 
 
Parêzer Banû Guveren Aslan jî anî ziman ku miwekîlên wan ji ber fikr û ramanên xwe û xebatên xwe tên tawankirin û ev yek nayê qebûlkirin. Aslan da zanîn ku delîlên ji bo tawanbariya meleyan hatine nîşandan li dijî hiqûqê ne. 
 
Dozger jî îdia kir ku delîlên nîşan dane ne li dijî hiqûqê ne û delîlên wek li dijî hiqûqê tên nîşandan dê di dawiya darizandinê de binirxîne. 
 
SÛCDARIYA KARTÊN ŞAREDARIYÊ
 
Serokê DÎAYDER’ê Ekrem Baran axivî û destnîşan kir ku komeleya wan ji tu kesî fermanê negirtiye û got: “Komeleya me piştevaniya madî û manevî esas digire. Li gorî mezheba şafî xebatan dike. Saziyek serbixwe ye. Tu eleqeya wê bi KCK’ê re nîne.”
 
ALÎKARÎ LI FEQÎRAN HATIYE BELAVKIRIN 
 
Baran têkildarî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê endamên komeleya wan girtiye kar jî wiha got: “Şaredariyê ragihand ku wê gelek kesan bigire kar. Li gorî qanûnan serlêdana girtina kar hatin kirin. Meleyên ku şafî ne ketin kar. Em li vir spasiya wan jî dikin. Me ji Şaredariyê xwest ku ji bo 600 malbatan alîkariyê bike. AKP berê alîkarî bi 300 malbatan re kiribû. Me jî wan kartên ji şaredariyê hatin, li malbatên kurd,Baybûrdê û Gîresûnê ku feqîrin belav kir. Me li nêrîna siyasî ya tu kesî mêze nekir û kartan belav kir.”
 
SERÎ LI DIYANETÊ DANE 
 
Baran diyar kir ku alîkariya ji bo malbatan kirine nabe ku bibe sûc û wiha domand: “Şahidên me hene ku me vê alîkariyê ne li gorî nêrîna siyasî kiriye, me li gorî xizaniya malbatan belav kiriye. Em tenê feqîran fikirîn û tevger kir. Wek nimûne, me serlêdan kir ku mescîda li Bagcilarê bi Diyanetê ve were girêdan. Diyanetê meleye şafî tayîn nekir. Bi heman rengî Diyanetê meleyê henîfî tayînî mescîdê kir. Me ji bo hemû mescîdan serî li Diyanetê da. Heke qebûl bikira, wê niha komeleya me di bin banê Diyanetê de xebat bikira.” 
 
‘PEYVÊN KURDÎ DI QÛRANA DIYANETÊ DE JÎ HENE’ 
 
Baran destnîşan kir ku xutbe û weazên bi kurdî hatine terorîzekirin û got: “Tê gotin ku peyvên me gotine li gorî termînolojiya rêxistinê hatine gotin. Qûranek ku Diyanetê bi kurdî derxistiye heye. Vekin em lê binêrin, peyvên ku em jê tên sûcdarkirin, hemû di Qûranê de hene. Tawanbariyê li ser xwe red dikim û dixwazim werim berdan.” 
 
BÊYÎ LI RENG Û NASNAME BINÊRIN KART HATINE BELAVKIRIN 
 
Pişt re serokê dadgehê Akin Gurlek pirsên ku DÎAYDER komeleyek û xebatên wê çawa ne, girêdanek wê bi Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) re heye an na û kartên ku Şaredariyê daye wan pirs kir. Mele Ekrem Baran destnîşan kir ku DÎAYDER ne girêdayî DÎK’ê ye û got: “Kartên ku hatin me dan endamên xwe û min got bêyî ku hûn li nasname û rengên wan binêrin belav bikin.” 
 
EW PEYV DI AYETAN DE CIH DIGIRIN 
 
Pişt re parêzer Firat Epozdemîr axivî û diyar kir ku di doznameyê de hin peyvên kurdî wek sûc hatine nîşandan û ev peyvên ku tên gotin di Qûrana Diyanetê ku bi kurdî derxistiye de jî hene. Epozdemîr da zanîn ku ev peyvên kurdî di ayetên Qûranê de cih digirin. 
 
BERÊ DI DIYANETÊ DE JÎ XEBITÎ YE 
 
Mele Mehmet Înan ku ji dosyeyê tê darizandin jî anî ziman ku wî lig elek cihan xizmeta olê kiriye û berê ew girêdayî Diyanetê jî xebitî ye. Înan da zanîn ku pereyên ku bûne mijara sûcdariyê ne ji aliyê wî ve hatiye berhevkirin û ew pereyên ji xelkê hatine komkirin ji bo xizmeta mescîdê bûne. Înan anî ziman ku komeleya wan ne girêdayî tu partiyek siyasî ye û gelek partiyên siyasî serdana komeleya wan dikin. Înan destnîşan kir ku îdiayên derbarê ku şaredariyê wî girtiye kar rastiyê nîşan nadin û ew bi awayek vekirî ketiye kar. Înan got divê ev nebin mijara tawanbariyê û wiha axivî: “Di doznameyê de tê gotin kum in pere ji rêxistinê re şandiye. Heke niyetek min wiha hebûya, minê nimreya ÎBAN’ê nexwesta. Komele di warê madî de muhtacî alîkariyê ye. Em di vê çarçoveyê de aydatên xwe didin.” 
 
XEBAT NABIN KU BIBIN SÛC 
 
Înan destnîşan kir ku xebat, beşdariya wî ya daxuyanî û şahiyan, axaftinên wî û serdana wî ya şînan ne sûc e û xwest were berdan û beraetkirin. 
 
Parêzer Firat Epozdemîr ji Înan pirsa, “Tenê we girtin kar, an jî ji aliyên cuda jî kesan girtin kar?” Înan bersiv da û diyar kir ku Şaredariya Stenbolê gelek kesên xirîstiyan, yahûdî û elewî wek gassal dixebitin girtiye kar. 
 
Dadger saetek navber da danişînê. 
 

Sernavên din

19/02/2022
14:52 ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş
14:29 Bozgeyîk: Ew ê biçin, em ê bimînin
14:20 'Perwerdeya bi zimanê zikmakî maf e'
13:54 Dayika Murat Yildiz: Min neçarî parçeyek hestî kirin!
13:27 Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi Akar re hevdîtin kirin
13:20 Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!
13:12 28 sal in kujerên Hamet Barut ê bi 32 guleyan hat kuştin, nehatine dîtin
11:58 Roger Waters banga berdana Dûrak kir
11:21 Xêzkarê Xwebûnê bal kişand ser qedexeya ziman
11:07 'Wargeha Mexmûrê bingeha perwerdeya kurdî ye'
11:01 Malbata Şenyaşar: Ji rojên xweş re hindik ma
10:48 Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir
10:22 Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te
10:01 Netewên ku zimanê wan bi tunebûnê re rûbirû mane: Ziman kok e, em xwedî lê derkevin
09:21 Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin
09:16 Girtî Marûf Denîz: Em bi helwesteke tecrîdê re rû bi rû ne
09:15 Hem bazarvan hem jî xelk ji halê heyî ne razî ne
09:14 DEDAŞ'ê saeta ceryanê ya 'xerabe' ji xwe re kir hinceta 'ceryana qaçax'
09:14 Tîmûr ê di Nobeda Edaletê de: Em doza darizandineke adil dikin
09:13 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake!
09:10 Zimanzan Samî Tan: Em bi zimanê xwe bibin xwe û azad bibin
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN
18/02/2022
21:52 Eleqeyeke mezin ji bo konsera Lawje
20:13 28 xwendekar jehrî bûn
19:30 Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî
19:16 Li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
17:59 Bernameya MED-DER'e ya 21'ê Sibatê didome
16:57 Doza Pirsûsê: Daxwaza ‘bila Davutoglu bê guhdarîkirin’ dê bê nirxandin
16:41 Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin
16:38 Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir
16:37 Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin
16:26 Doza DÎAYDER’ê: Peyvên ku bi kurdî hatine tawanbarkirin di Qûrana Diyanetê de jî hene
16:05 Cara ewil di Doza Pirsûsê de axivî: Di dema komkujiyê de polîs li wir nebûn
16:03 Rojnamevan Turfent bi koronayê ket
15:49 Rojnameger Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:40 Li Rihayê 15 kes hatin berdan
15:12 Serdana malbata hevxemên xwe kirin
14:51 Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin
14:20 Dema binçavkirinê ya 12 kesan hat dirêjkirin
14:10 Walîtiya Colemêrgê firandina pifdank û fanosa mirazan jî qedexe kir
14:10 Di doza sercerdevan û kurên wî de biryar derneket
14:00 Li Stenbolê starta 8’ê Adarê hate dayîn: Em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin
13:55 Turkan Elçî: Em bi dadgeha engîzîsyonê re rûbirû ne
13:50 Almanya dê ciwanê kurd dersînor bike
13:14 Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan
13:10 Dozgeriyê îtîrazî beraeta 4 rojnamevanan kir
12:47 Doza DÎAYDER'ê: Em li dadgehên Engîzîsyonê tên darizandin
12:32 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:15 Başaran: Yên ji kurdan fêm nekin nikarin bi ser kevin
11:25 Ferît Şenyaşar: Bila edalet were, zilm bi dawî bibe
10:54 Strana Tarkan a nû bû rojev: Wê biçe weke ku hatî wê biçe
10:16 Qedexeyên li ser kurdî di dema AKP’ê de hîn zêdetir bûn
10:15 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
09:49 Rojnamevan Dûrgût: Hin kes ji rastiyan aciz dibin
09:04 HDP’a Mêrsînê ji bo kongreyê amade ye
09:04 ‘Gefa qeymeqamê Qisleyê tê nixumandin'
09:04 Di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene
09:04 Li Amedê di 15 rojan de hejmara pêketiyan ji sedî 50 zêde bû
09:00 Qeyûm navê Navenda Çandê ya Nûdayê kir 'Hacibekîr'
09:00 Karkerên Mîgrosê bang kirin: Bibin dengê me
09:00 Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'YAN
17/02/2022
21:43 Li Şirnex, Mêrdîn û Mêrsînê 50 kes hatin berdan
19:10 Komîsyona Têkel biryar da ku parlementeriya Guzelê bê betalkirin
17:55 Li Sêrtê 9 kes hatin berdan
17:36 MED-DER'ê dest bi çalakiyên xwe yên 21'ê Sibatê kirin
16:52 ‘Şewitandina înfaza girtiyan li dijî edaletê ye’
16:39 Nûçegîhana me Dûrgût hat berdan
16:35 Dundar: Bi êrişan nikarin bitirsînin
16:07 Li Wanê malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
16:01 Hevseroka HDP'a Yuregîrê: Ew gule berdan demokrasiyê
15:54 2 endamên HDP’ê hatin girtin
15:10 Cezayê Parlamenterê HDP'ê Bulbul hat erêkirin
14:59 Leyla Xalid ji Aysel Tûglûk re peyam şand
14:36 Komîsyonê ji bo girtiyê nexweş biryar da: Dikare di girtîgehê de tenê bimîne
14:34 Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ji doza li Dêrsimê hat beraetkirin
14:22 Nûçegihana me Durgut birin edliyê
14:05 'Tirkiye pere ji bo DAIŞ’ê dabîn kiriye’
13:59 Komîsyona Tevlîhev ji bo Guzel li hev civiya
13:41 Danişîna ‘Doza KCK’a Stenbolê’ hat taloqkirin
13:24 Li Çiyayên Amonasan operasyona leşkerî
12:42 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Wê derbarê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de mutalaa bê amadekirin
12:27 8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû
12:18 Ebrû Gunay: Em dixwazin tifaqa kurdî ava bikin
12:05 Danişîna ewil a meleyan sibê ye: Şahidên nepen ji doza KCK’ê mane
11:43 Weşana KCD'ê a mijara sûc wê ji RTUK'ê bê pirsîn
11:42 Çetîn a îşkenceya bi kûçik lê hatibû kirin nehat berdan
11:42 Malbata Şenyaşar: Em ê heta kengê bisekinin?
11:12 Li Wan û Erziromê 22 kes hatin berdan
11:11 Serokê Cemxaneya Duzgin Bava walîtiyê derewand
11:11 Li Mêrsînê ‘Pêşangeha Pirtûkên Girtiyan’ tê vekirin
10:08 Ocalan: Ev pêncî sal in em ji bo zimanê xwe têkoşîneke bêhempa didin
09:02 Îfadeya Kasim Guler ê DAIŞ'î hat girtin: Kiryar çalak in û li ser kar in
09:02 Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin
09:02 ‘Paradîgmaya Ocalan dê li vê erdnîgariyê bi ruh û can bibe'
09:02 Navê rojnamevanê hat qetilkirin li 40 zarokî hatiye kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'YAN
01:00 Êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Yuregîrê
16/02/2022
21:45 Ji bo rojnamevan Dûrgût kampanya