BEDLÎS - Li navçeya Elcewazê dolmîşa ku penaber têde bûn qeza kir û di encamê de 4 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Elcewazê ya Bedlîsê dolmîşa ku penaber têde bûn qeza kir û gêr bû. Di encama qezayê de 4 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, dolmîşa ku U.T., şofêriya wê dikir li nêzî gundê Bahçedere li xweliya li benda rê qelibî û teqle avêt. Di encama qezayê de 4 penaber mirin û 25 kes birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran sewqî nexweşxaneyên li Elcewaz, Xelat û Tetwanê kirin.