Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e

  • rojane
  • 09:16 13 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, diyar kir ku armanca dîwarên tên lêkirin qutkirina pêwendiya tifaqa di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ye û got: "Hêza Rojava û Şengalê, ji wan dîwaran pir pir mezintir e." 
 
DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êriş bir ser Şengalê. Di êrişan de gelek êzidî qetil kirin, bi hezaran jin û zarok jî revandin. Di dema êrişan de pêşmergeyên girêdayî PDK'ê reviyan û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi korîdora ku vekiribû êzidiyên ji ber êrişan reviyabûn ji herêmê derxistin. Her wiha Rêvebiriya Xweser DAIŞ'ê jî têk şikand. Lê belê rêvebiriya PDK'ê ya ku wê demê êzidî di nava lepên DAIŞ'ê de hişt û reviya, niha ji bo pêwendiya di navbera Şengal û Rojavayê de qut bike dîwaran lê dike. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, vê hewldana piştî "Peymana Şengalê" ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin nirxand. 
 
 
'HEWLDANÊN DAGIRKERIYÊ'
 
Ûca, destnîşan kir ku armanca dîwarên di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê SÛriyeyê de tên çêkirin ew e ku êzidî bi tenê bên hiştin û careke din bi fermanê re rû bi rû bimînin. Ûca, bilêv kir ku piştî ku gelê Şengalê xwe bi rê ve bir hewldanên dagirkeriyê jî gav bi gav hatine plankirin û ev plan bi taybetî piştî "Peymana Şengalê" ya ku di 9'ê Cotmeha 2020'î de di navabera Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de hat îmzekirin ketiye dewrê. 
 
GEL PLAN PÛÇ KIRIN
 
Ûca, bilêv kir ku tevî hemû êrişan û planên dagirkeriyê jî gel terka Şengalê nekiriye û Şengalê parastiye. Ûca got: "Nikaribûn Şengalê vala bikin. Nikarib»n vîna gel bişikînin. Berevajî vê gelê Şengalê li ber vê peymanê raû û ew qebûl nekir. Gel got, 'Em dev ji Şengalê bernadin, em ê nehêlin ku hûn vê peymanê pêk bînin.' Peymana Cotmehê bi vî awayî hat pûçkirin. Dixwazin herêmê ji êzidyan xalî bikin."
 
QUTKIRINA PÊWENDIYÊ 
 
Ûca, anî ziman ku niha jî êzidî bi polîtîkaya dîwarlêkirinê re bi konsepteke nû ya êrişan re rû bi rû ye û got: "Armanca polîtîkaya dîwar çi ye? Dixwazin bi êrişeke nû re biçin ser Şengalê. Jixw eberê digotin 'Bila êzidî ji Şengalê derkevin.' Tew hinan jê digot, 'Bila Êzidî biçin Ewropayê, bila Ewropa wan qebûl bike, bila ji Şengalê derkevin.' Ger li Başûrê Kurdistanê êrişeke nû dest pê bike, dê armanceke wan navenda Şengalê be. Armanca wan, bi êrişa ser Şengalê re, ROjava nikaribe aliyê Şengalê bike." 
 
ARMANCA KAZIMÎ
 
Ûca, diyar kir ku polîtîkaya dîwarlêkirin ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mûstafa el-Kazimî ve hatiye pêkanîn û gotinên Kazimî yên par bibîr xistin ku gotibû, "Em ê DAIŞ'ê ji Iraqê bînin li kampeke nêzî Şengalê bi cih bikin." Ûca, destnîşan kir ku di hemû mijarên derbarê Şengalê de Kazimî berbiçav dibe. 
 
Ûca, bilêv kir ku li tevahiya Başûr konsepteke êrişê heye û got: "Yek jê Mexmûr, yek jê Şengal e. Jixwe em dibînin her tim êrişî Rojavayê, Şengalê dikin. Çima? Dixwazin herêmê vala bikin û ji holê rabikin. Lewma gava konsepta wan êrişeke ser Şengalê be, bi van dîwaran dê hewl bidin ku kes bi hewariya Şengalê de neçe." 
 
Ûca, bal kişand ser daxuyaniyên Meclîsa Êzidî ya Şengalê û gundên ereban û got: "Gotin, ev dê tifaqa di navbera Şengal û Rojavayê de qut bike. Lê hêza Rojava û Şengalê ji wan dîwaran pir pri emzintir e. Divê her kes wiha zanibe." 
 
Ûca, destnîşan kir ku di heman demê de armanca dîwarlêkirinê xirabkirina yekîtiya neteweya kurd e jî. 
 
BANGAWAZÎ
 
Ûca, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku demildest divê kurd bibin yek û got: "Ger Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê destûr nedana, ev dîwar dê nehatana çêkirin. Wisa difikirin, 'ger em dîwar çêbikin em ê hêza xwe berbiçavtir bikin.' Siyaseta dîwarlêkirin bi pêşengiya Tirkiyeyê pêk tê. Tirkiyeyê di navbera xwe û Rojavayê de jî dîwar lêkiribûn. Niha hêzên wekî Iraqê vê fikira Tirkiyeyê pêk tînin. Ger em niha li hemberî vana ranebin, dê destkeftiyên kurdan hemû biçin. Ger Şengaş û Rojava ji dest biçin, dê statuya Rêvebiriya Herêma Kurdistanê jî li holê nemîne. Ev hemû ji bo jiholêrakirina destkeftiyên kurdan e. Ji lew re her der girêdayî hev in. Fikirên siyasî çid ibin bila bibin divê em li dor destkeftiyên kurdan bên cem hev du. Divê em li ber vî şerî bêdeng nemînin. ger em bi hev re êşa zarokên li Rojava, Hewlêr û Mahabadê hîs nekin, dê yekîtî çênebe." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

13/04/2022
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn