Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e

  • rojane
  • 10:33 13 Nîsan 2022
  • |
img
WAN - Rapora Pisporan a derheqê Muharrem Taş ê 2 salî ku bavê wî cenazeyê wî xistibû torbeyekî û li pişta xwe kiribû, hate amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku Wezareta Tenduristiyê di qewimîna bûyerê de ji sedî 80 biqisûr e. 
 
Zarokê bi navê Muharrem Taş ê 2 salî, di 1’ê sibata 2014’an de li Taxa Dîm a Payîzava ya Wanê nexweş bûbû. Ji ber ku rê hatibûn girtin, malbatê nekarî Taş bibin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dabû. Bavê Taş, cenazeyê zarokê xistibû torbeyekî û bi kîlomîtroyan li pişta xwe kiribû. Têkildarî mirina Taş, Rapora Pisporan hate amadekirin û pêşkeşî dadgehê hate kirin. Şandeya pisporan ku ji du profeseron, ji endezyarên meteorolojî, înşaet, nexşe û makîneyê pêk dihat, di rapora xwe de destnîşan kir ku qisûra Wezareta Tenduristiyê ya di bûyerê de ji sedî 80 ye. 
 
PARASTINA ‘DIBÛYA KU SOTEMENÎ BIQERISIYA’ VALA DERXISTIN 
 
Di demên berê de rayedarên Rêveberiya Taybet a Bajêr di parastina xwe de diyar kiribûn ku hewa gelek sar bû û ji ber îxtîmala ku wesayîtên wan di rê de biqerisin û xetere hebû, wan nekarîne ber bi gund ve biçin. Têkildarî mijarê şandeya pispor ev tişt destnîşan kir: “Hat tespîtkirin ku di roja bûyerê de hewa herî zêde dikariya bikeve binê sifrê 19 pileyan. Lê heta di binê sifrê di pileya 20’an de jî sotemenî naqerise. Di rewşa heyî de depoyên makîneyên kar ji sedî 75 nediqerisiyan. Îxtîmala qerisîna makîneyan tenê ji sedî 25 e.” 
 
ALÎKARIYA BI HELÎKOPTERÊ PAŞGUH KIRINE
 
Wezareta Tenduristiyê jî di parastina xwe de xwestibû ku were lêkolînkirin bê ka têkildarî nexweşiya Muharrem Taş malbat neçar bû ku derman li gel xwe girtibûna yan na. Têkildarî vê parastinê jî şandeyê ev bersiv da: “Têkildarî dosyaya dozê bi hûr û kûrî lêkolîn hatin kirin. Di encamê de derket holê ku malbat mecbûr nebû ku ji bo Taş dermanan li malê bihêle. Hat tespîtkirin ku ya pêvajo xitimandî, xemsariya yekîneyên tenduristiyê (Navenda Kontrolê ya Fermandariyê 112) ye. Navenda Kontrolê ya Fermandariya 112’ê jidil nêzî îxbarê nebûye. Her wiha navenda fermandariyê bêyî ku daneyek li ber destê wan hebe, bi pêşdarazî nêzî bûyerê bûne û vebijêrka helîkopterê ji serê xwe derxistine. Di heman demê de derfetên ambulans û alîkariya leşkerî ya heta gundê Dîmê jî paşguh kirine.” 
 
Bi domdarî di raporê de hat diyarkirin ku Muharrem pir nexweş bûye û malbata wî ji bo ku bigihînin nexweşxaneyê agahî da ne qereqolê. Rapor, wiha didome: “Ji 112’ê re hate gotin ku tenê 7 km’yên rêyê hatine girtin. Qereqolê jî ji 112’ê pirsiyaye bê ka di destê wan de wesayîtên bipalet hene yan na. Lê bersiveke erênî nehatiye dayîn. Di qeydên deng de hatiye tespîtkirin ku piştî ragihandina bûyerê, ji bo bûyerê tu hewldan nehatine kirin. Hate tespîtkirin ku Wezareta Tenduristiyê ji bo afirandina çareseriyê, vekolana bûyerê û agahîgirtina derheqê bûyerê de neketiya nava hewldanekî. Lewma jî qisûra sereke ya wezaretê ye.”
 
WEZARET JI SEDÎ 80 BIQUSIR E
 
Rêveberiya Taybet a Bajêr ji vekirina rêyan berpirsyar e û şandeyê ji ber venekirina rêyan, Rêveberiya Taybet a Bajêr jî weke di asta duyemîn de berpirsyarê qisûrê destnîşan kir. Rapora şandeya pispor wiha bi dawî dibe: “Di belge û dokumanên di dosyaya dozê de aşkere ye ku dayik û bavê zarok ne di asteke wisa de ne ku bikarin bi saziyên têkildar re peywendiyê deynin, bidomînin û encamekî jê bigirin. Dayik û bavên zarok ne li 112’ê lê li hêzên ewlekariyê ku li gorî wan ew dê bibandortir bibin geriya ne. Hate tespîtkirin ku Navenda Kontrolê ya Fermanê ya 112’ê ev bûyera wiha lezgîn paşguh kiriye. Pisporê teknîkê jî tespît kir ku malbat neçar nebû ku dermanan li gel xwe bihêle. Lewma jî hat  tespîtkirin ku tu qisûra dayik û bavê zarok di vê bûyerê de nîne. Di encama nirxandinan de derket holê ku Wezareta Tenduristiyê di bûyera heyî de ji sedî 80 biqisûr e. Îdareya Taybet a Bajêr a Wanê jî ji sedî 20 biqisûr e.”
 
ÇI BÛBÛ?
 
Zarokê bi navê Muharrem Taş di 1’ê sibata 2014’an de li Mezraya Çelî ya Payîzavayê nexweş bûbû. Lê ji ber ku rê hatibûn girtin û daxwaza alîkariyê ya malbatê nehatibû bersivandin, Taş jiyana xwe ji dest da. Bavê Taş, cenazeyê kurê xwe xistibû torbeyekî û bi kîlometreyan bi pişta xwe biribû. Bi parvekirina wêneyan re bertekên mezin hatibûn nîşan dan. Walîtiya Wanê destûr nedabû ku derheqê 4 saziyên têkildar de lêpirsîn bê destpêkirin. Lê Baroya Wanê li Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Wanê îtîraz kiribû û destûra lêpirsînê hatibû dayîn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûne sedema mirinê” û “peywira xwe xerab bi kar anîne”, derheqê Navenda Fermandariya Lezgîn a 112’ê, cendirme û xebatkarên îdareya taybet de lêpirsîna xwe temam kir û biryar da ku “hewcehî bi teqîbatê nîne.” Parêzer Mûrat Tîmûr jî li dijî vê biryarê îtîraz kir. 1’emîn Dadgeriya Sizayên Silhê ya Wanê bi tenê yek gotinê bersiva Tîmûr da û îtîraz red kir. Li ser vê yekê jî Tîmûr serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. 
 
Li hêla din; malbatê li Dadgeha Dadî ya Wanê doza tazmînatê vekir û dadgehê biryara tazmînatê da. Piştre jî ji ber redkirina daxwaza tazmînata manewî, serî li Daîreya 15’emîn a Şûreya Dewletê da. Lê Daîreya 15’emîn a Şûreya Dewletê jî serlêdan red kir. Li ser vê yekê parêzer serî li 10’emîn Şûreya Dewletê dabû. Daîreya 10’emîn, biryara derheqê tazmînata manewî xera kir û ji bo ku doz dîsa were dîtin li 1’emîn Dadgeha Dadî ya Wanê re vegerand. Di doza nû de dadgehê biryar da ku derheqê bûyerê de Rapora Pisporan bê amadekirin. 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

13/04/2022
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn