Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin

  • rojane
  • 10:38 13 Nîsan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê û bi lêv kir ku daxwaznameyên serlêdanên sûc ên girtî derbarê rêveberiyên girtîgehan de didin nayên qebûlkirin. 
 
Girtîgehên Tirkiyeyê her roj bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne. Ji bilî îşkence û mûameleya nebaş, heta sînordarkirina hevdîtin û mafên civakî, avêtina hucreyên yek kesî gelek binpêkirin diqewimin. Di heman demê de mirin jî çêdibin. Mirinên herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê çêbûn. Piştî îşkence û zexta 60 gardiyanan 6 girtiyan xwest dawî li jiyana xwe bînin. Ji van 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Dîsa Mehmet Sevînç ê 28 sal bûn girtî bû di encama li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê xwîn çû ser mejiyê wî, di 7’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Rewşa girtiyên nexweş her roja ku diçe giran dibe, dîsa girtiyên nexweş yên nû li lîsteyê zêde dibin. Li gorî lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de herî kêm 2 hezar û 600 girtî hene. 
 
Girtîgehên li herêma Egeyê jî ji vê rewşê ne dûr in. Girtîgehên ku li herêmê ne bi gelek binpêkirinan tên rojevê. Herî kêm 300 girtiyên nexweş ên di lîsteya ÎHD’ê de ne li girtîgehên herêma Egeyê tên ragirtin. Dîsa herî dawî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê û Girtîgeha Kampus a Alîagayê ji ber binpêkirinên mafan çalakiyên greva birçîbûnê pêk hatibûn. Piştî van çalakiyên grevan jî binpêkirinên mafan nesekinî bûn. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan serdana girtîgehan dikin û rewşa girtîgeyan ji cihên pêwîst re radigihînin. 
 
Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê diqewimin û xebatên wan ên li dijî van binpêkirinan bi me re axivî. 
 
Ozturk, bi lêv kir ku her tim diçin serdanên Girtîgeha Kampus a Alîaga, Girtîgeha Tîpa F a Bûcayê û Girtîgehên Tîpa T û R yên Menemen ên Îzmîrê û diyar kir ku ser serlêdanan jî serdana Girtîgehên Balikesîr, Bûrhaniye, Kepsût, Odemîş, Bodrûm û Denîzliyê kirine. Ozturk, anî ziman ku herî zêde di mijarên şewitandina înfazan û şertên kontrola edlî de serî li wan tê dayîn û ragihand ku gelek girtî bi hêceta ne “di rewşeke baş de” ne ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê tevî cezayê wan xelasbûye jî nayên berdan. Ozturk, dazanîn ku ev biryar li dijî hiqûqê ne û wiha got: “Dadgehên Înfazê û Dadgehên Cezayên Giran ên van bêhiqûqiyan dinirxînin, berî ku bikevin esasê biryarên lijneyê, biryaran didin. Ji ber vê yekê azadiya kesan tê astengkirin.”
 
HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN
 
Oztûrk, destnîşan kir ku bi vî awayî çarenûsa girtiyan bi temamî ji înîsiyatîfa îdareyê re tê hiştin û wiha berdewam kir: “Di Lijneya Çavdêrî ya Îdarî de weke hiqûqnas tenê dozgerê girtîgehe heye. Yên din ji psîkolog, pedagog, midurê girtîgehê û sergardiyan pêk tê. Ji bo ku ev kes nirxandinan bikin di destên wan de krîterên şênber jî nînin. Di pêkanînên din ên îdareyê de jî keyfiyet li ber çav e. Girêdayî vê yekê hevdîtina parêzeran a hikumxwaran tê astengkirin.”
 
DAXWAZNAME NAYÊN QEBÛLKIRIN
 
Ozturk, bal kişand ku yek ji binpêkirina mafan jî qebûlnekirina daxwaznameyên girtiyan e û bi lêv kir ku ji ber evrakên daxwaznameyên hikumxwar didin qeyd nakin, nikarin bên şopandin jî. Ozturk, da zanîn ku ev rewş bi taybetî dema serlêdanên sûc ên derbarê îdareyan de tên kirin diqewimin û got: “Dema kesekê xwest giliyê neheqiyên lê tên kirin bike, daxwaznameyên têkildarî wê nikare bigihîne cihê têkildar. Dema em bi dozgerê Girtîgeha Bûcayê re axivîn me ev tişt anîn ziman. Her tim kes nikare xwe bigihîne malbatê an parêzerê xwe. Ji ber vê yekê gilî kirin û daxwazname girîng in.”
 
LI KIRIKLARÊ BINPÊKIRIN DIDOMIN
 
Ozturk, qala çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûcayê ku 64 rojan dom kir û di meha Çileyê de bi dawî bû kir û da zanîn ku di hevdîtinên wê demê de hatin kirin de soz bi cih nehatin anîn. Ozturk, bi lêv kir ku daxwazên girtiyan bi awayekî qismî hatin bi cih anîn, dema hevdîtin bi dawî bûn binpêkirinên mafan berdewam kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em bi girtiyan re axivîn, diyar kir ku ev rewş qebûl nekirine û dema pêkanîn berdewam bikin wê dîsa bikevin çalakiya greva birçîbûnê. Li ser vê yekê bi parlamenterên HDP’ê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem û Komeleya Mafên Mirovan ên Îzmîrê û Baroya Îzmîrê re bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kir. Me diyar kir ku pirsgirêkên girtiyan berdewam dikin û bingeha pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê midurê yekemîn Haydar Alî Ak e.”
 
‘REWŞA KEYFÎ WEKE POLÎTÎKAYEKÊ LÊ HATIYE’
 
Ozturk, anî ziman ku hevdîtinên bi dozger û îdareyên girtîgehan re tên kirin çareseriyên demkî bi xwe re tînin û bi lêv kir ku binpêkirina maf a ji bo kesekî bi dawî dibe ji bo kesekî dest pê dike. Ozturk, da zanîn ku ev rewşa keyfî weke polîtîkayekê lê hatiye û wiha pê de çû: “Mînak hinek girtî tevî ku cezayê muebbeta girankirî negirtine jî bi fermana Wezareta Dadê li hucreyên yek kesî de tên girtin.”
 
‘EM Ê XEBATÊN XWE BIDOMÎNIN’
 
Ozturk, anî ziman ku wê weke OHD xebatên xwe yên ser binpêkirinên mafan bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pirsgirêkên li girtîgehan birînên nekewandî yên civakê ne. Di rojevê de herî zêde girtiyên nexweş hene. Em ê têkildarî girtiyên nexweş serlêdanên xwe bidomînin. Em ê teşhîrkirina helwesta Saziya Tiba Edlî ya li dijî hiqûqê bidomînin. Ji bo ku pêkanîn li ser girtiyên nexweş jî bi dawî bibin tişta ji destê me bê em ê bikin.”
 
 
MA / Tolga Güney
 

Sernavên din

13/04/2022
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn