AMED - Danişîna doza endama MYK’a HDP’ê Sevîm Akdag hate dîtin. Di danişînê de biryar hate dayîn ku tevdîra kontrola edlî bidome.
Danişîna doza endama Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevîm Akdag li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Akdag, ji ber îfadeyên şahidê vekirî, parvekirinên li ser medyaya civakî û çalakiyên partiyê, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Di danişînê de Akdag û parêzera wê Halîsa Dakali amade bûn.
Akdag, di danişînê de parastina xwe ya berê dubare kir û xwest ku biryara kontrola edlî ya derheqê wê de hatiye dayîn bê rakirin.
Parêzera Akdag, Halîse Dakali jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên derbaskirin û biryara kontrola edlî ya derheqê miwekîla wê de bê rakirin.
Dadgehê biryar da ku tevdîra kontrola edlî bidome û ji bo temamkirina kêmaniyên di dosyayê de jî danişîn taloqî 6’ê îlonê kir.