AMED - Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen hate binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike Kadrî Esen a li navçeya Yenîşehîr a Amedê de girtin û ew binçavkirin. Esen ê bi hêceta pîrozbahiyên Newroza 2022’yan hate binçavkirin, ji bo îfadeya wî bigirin birin qereqola polîsan.