‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’

  • rojane
  • 11:08 15 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Rêveberên HDP’ê û HDK’ê yên diyar kirin ku AKP bi êrişkirina ser HDP’ê hewl dide hêzê bi dest bixe, li dijî zext û binçavkirinên ku weke “kumpasê” bi nirxandin, banga têkoşîna yekgirtî kirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de di 12’ê Nîsanê de di serî de Mêrsîn, Wan, Edene, Stenbol, Amed û Riha li 13 bajaran derbarê 91 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn û bi awayekî hemwext bi ser malan de hate girtin. Hat diyarkirin ev operasyona binçavkirinê di bin navê “Lêpirsîna Kobanê” de hatiye destpêkirin û heta niha endamên HDP’ê û hevşaredarên HDP’ê yên berê jî di nav de 48 kes hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin anîn Enqereyê û li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin. Biryara veşartî ya li ser dosyayê didome û qedexeya hevdîtina parêzeran hate rakirin. 
 
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî operasyon û zextên dawî yên li ser partiya wan axivîn. 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR KIRIN
 
Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû diyar kir ku partiya wan ji gelan re bûye hêvî, vê rewşê jî desthilata AKP’ê û MHP’ê tirsandiye û wiha got: “Ew dê biçin. Ew jî di ferqê de ne û ji bo vê qanûnan diguherînin. Di qanûna hilbijartinê de guhertin jî çêkirin lê hemû îbare nîşan didin ku ew ê biçin. Ji ber ku ev dîtin jî zextên xwe didomînin. Sînemîllîoglû diyar kir ku Doza Kobanê “di destê wan de teqiya ye” û destnîşan kir ku HDP nayê darizandin di darizîne. 
 
Sînemîllîoglû, bi lêv kir ku bi binçavkirinên dawî hewl didin partiya wan krîmînalîze bikin û wiha berdewam kir: “Lê di Doza Kobanê de pêvajoya ku bi hezaran klasoran dest pê kir tiştek bi dest nexistin û dê ji vir û şunda jî bi dest nexin.” Sînemîllîoglû, destnîşan kir ku partiya wan partiyeke ku 6 milyon dengan distîne ye û ev bang kir: “Tevî her tiştî jî em li ber xwe didin, em li ber xwe bidin jî. Wê ev jî vala derkeve. Ez her kesê vedixwînim ku li rex hev bisekinin û bi awayekî hevpar têbikoşin. Ji bilî vê şansekî me tune ye.”
 
ÇARESERÎ DI TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ DE YE
 
Rêveberê HDP’a Enqereyê Gultekîn Koçdemîr destnîşan kir ku ji bo hewldanên krîmînalîzekirina partiya wan bi Doza Kobanê têk çûn, ketine nava lêgerînên cuda û wiha got: “Armanca dewletê ya bi van operasyonan ew e ku ji nava çiravê xwe derkeve. Ji bo vê jî dozên kumpasê yên nû vedikin. Hevalên me yên tên darizandin ew ên ku di bingeheke rewa de siyasetê dikinin. Bi nêzîkbûna hilbijartinê desthilata ji aliyê aborî û siyasetê ve têk çû, zextên xwe yên li ser HDP’ê zêde dike. Ji bo ku dengê me bibirin wisa dikin. Partiya me bi hemû baskan ve li ser piyan e. Tu rewabûna van binçavkirinan ji bo me nîne. Têkoşîna yekgirtî wê rêya me veke.”
 
‘WINDAKIRINÊ DERENG DIXIN’
 
Hevberdevkê HDK’ê yê Enqereyê Fîkret Çaglayan jî operasyonên binçavkirinê weke “kumpas” bi nav kir û wiha got: “AKP îro winda dike. Partiya ku hilbijartinê bi wê bide windakirin jî HDP ye. HDP her ku diçe bihêztir dibe. Ev operasyon ne hiqûqî ne. Divê dînamîkên civakî bi hev re tevbigerin. Li dijî hişmendiya yekperest, zordar û mêrsalar têkoşîna hevpar were bilindkirin. Di 8’ê Adarê de berxwedana jinan derket pêş. Di Newrozê de bi milyonan kes derketin qadan. Niha jî divê em di 1’ê Gulanê de derkevin qadan û têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
 

Sernavên din

15/04/2022
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir
16:00 Tevdîra kontrola edlî ya Akdag nehat rakirin
15:48 Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir
15:48 Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin
15:40 Ev 150 roj in li edaletê digerin: Em ê dev jê bernedin
15:30 Danişîna doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat dîtin
15:21 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine
15:15 Li Dîlokê 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
14:46 Derbarê 3 rêveberên DÎAYDER’ê de doz hate vekirin
14:39 Sancar: Îktîdarê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê Kobanê
14:06 Wezareta Karên Navxweyî cihê gora Şêx Seîd aşkere nekir
13:33 Li Hezexê di encama teqîna cismekê de 2 zarok birîndar bûn
13:22 Zextên li ser HDP’ê hatin protestokirin
13:22 Danişîna doza ku li Erdogan hatibû vekirin hat dîtin
13:04 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin
13:01 Malbata Şenyaşar: Kesên vê bêhiqûqiyê dikin dê rojekê bên darizandin
12:38 SES’ê plana xwe ya çalakiyên biharê aşkere kir
12:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:31 Bersiv dan doza girtinê: Heta pêşî li cînayetên jinan tê girtin em ê têbikoşîn
11:39 Li Ozgun ku jina êzdî qetil kiribû 25 sal cezayê hefsê hate birîn
11:20 Kampanyaya 'Ji Xizaniyê re Na' wê bi rojeva 'girtîgehê' berdewam bike
11:19 20 kesên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe dabûn hatin berdan
11:06 Ji qeyûmê Amedê fitara bi zorê !
11:03 Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite
10:22 KCD: PDK zerarê dide yekitiya neteweyî
09:48 Ciwanên HDP’yî bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan
09:21 Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde
09:10 Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin
09:10 Li Rezanê krîza aborî: Em firingiyên eciqandî berhev dikin
09:10 Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye!
09:09 Qeyûm gef xwaribûn: Kifş bû ku avahiya nexweşxaneyê qaçax e
09:08 Krîza aborî firotina ava sûse jî kêm kir
09:08 Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2022'YAN
13/04/2022
23:52 Nobeda Cizîrê: Dê têkoşîna me bi ser bikeve
22:34 Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin
22:24 Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine
21:35 Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Îngilîstanê ji bo Ocalan azadî xwest
20:23 Li Afrîkaya Başûr lehî rabû: 253 kes mirin
20:17 Helbestvan Emîralî Yagan li Dersimê hat veşartin
20:11 Li ser sifreya fitarê ya HDP'ê fitirîn
19:59 Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê'
18:37 Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir
18:02 Beton rijandin ser Birca Derîyê Çîyê
17:36 Bertek nîşanî midurê Girtîgeha Panosê dan: Diyar e ku li vir tiştek tê veşartin
17:22 Li ser cenazeyê Yilmaz ku li girtîgehê hatibû kuştin şopên îşkenceyê
17:07 Ji Narlidereyê çûn serdana Nobeta Edaletê: Em bi malbatan re ne
16:56 Li xebatkarê çapemeniya HDP’ê Dag 10 sal cezayê hefsê birîn
16:37 Nobeta li Cizîrê mezintir dibe: Em ê berxwedana rewa xurtir bikin
16:33 Derbarê Pîroglû ku polîsan xistibû erdî lêpirsîn hate destpêkirin
16:20 Tundiya polîsan bir rojeva Meclîsê
16:20 Ji Newala Qesaban bertek: Hûn nikarin hafizeya dîrokî tune bikin
15:58 ‘Em dixwazin edalet pêk were’
15:52 Aqûbeta efrîniyê li Kayseriyê hatibû binçavkirin nayê zanîn
15:45 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê çû serdana girtîgehan
15:40 Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê were pîrozkirin
15:38 TTB: Polîtîkaya xelet a desthilatdariyê a kir ku di pandemiyê de bêhtir kes bimirin
15:38 Li ber ATK'ê bang kirin ku cenaze ji girtîgehan dernekevin
15:05 Li Amedê starta 1'ê Gulanê hat dayîn
14:39 'Di êrişa parêzer de divê lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin'
14:24 Li Dêrsimê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
13:52 Li Rihayê destdirêjî li pitikekê hate kirin
13:51 Li dijî binçavkirinan nerazîbûn: Gelê kurd dê bi ser bikeve û AKP jî têk biçe
13:24 ÎSÎG: Di 3 mehan de 347 karker jiyana xwe ji dest dane
13:16 Walîtiya Dêrsimê îşkenceya polîsan parast
13:11 Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin vekirin
13:02 Li Rezanê înşeata mizgeftekê hilweşiya: 6 karker birîndar bûn
12:57 Xelkê Cizîrê: Ew çiqas êriş bikin em ê ewqas mezin bibin
12:19 Şaredariya AKP’ê serokên komîsyonê ku digotin ‘Diz heye’ ji peywirê girt
11:55 Malbata Şenyaşar: Kesên ku bi dayikê rondik dibarînin gelo misilman in?
11:51 Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin
11:51 Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin
11:41 Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir
11:21 Îmîr: Wê gelê Botanê serê xwe netewîne