ÊLIH – Yahya Karabaşê ku li gundê Timoqê îşkence lê hatibû kirin, hat girtin.
Yahya Karabaşê ku li gundê Timoq ê navçeya Hezo ya Êlihê eskeran çewal xistibû serê wî û 4 rojan îşkence lê kiribûn, cara sisêyan hat binçavkirin. Karabaş ku îro ji ber şertê kontrola edlî ji bo îmzeyê çû Midûriyeta Polîsan a Êlihê, li midûriyeta polîsan hat binçavkirin. Karabaş ku sewqî Dadgeriya Ceza ya Êlihê hat kirin bi sûcê "çeka bê ruxset", "peydakirina madeyên teqemeniyê" û "endamtiya rêxistinê" hat girtin.