* Andî Kocsondî ku derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve di operasyona derveyî sînor de hatin bikaranîn de lêkolîn kirine, diyar kir ku PDK nahêle rastî derkevin holê û got: "Em pê hesiyan ku PDK'ê raporên tibbî guherandine."
* Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Serhat Eren, diyar kir ku tu hêleke hiqûqî ya operasyona dudoyan a di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de tune ye û got: "Hewl didin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin."
* Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî, bal kişand ser şerê dewletê yê li dijî hawirdora heremê û got: "Ji aliyekî ve ji bo parastina xwe li qadê şer dimeşîne û di şerê li qadê de jî dixwaze xwezayê û mirovan qetil bike, pergala hawirdorê bi temamî tune bike û veguherîne welatekî bê mirov."
* Endamê MYK’a HDP’ê û berxwedêrê zindanan Velî Saçilik bal kişand ser binpêkirin û mirinên li girtîgehan û got ku ew neçarin li dijî tecrîdê têbikoşin.
* Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 7 a Sîlîvriyê dan zanîn ku gardiyan gefa kuştinê li wan dixwin. Li hemberî binpêkirinên heyî 2 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin.
* Parlamenterê HDP’ê Saît Dede bal kişand ser kurdên li ser xeta sînor di encama gulebarana leşkeran de tên qetilkirin û got: “Dewlet, bi qetilkirina kurdên ser sînor re dixwaze neçarî koçberiyê bike.”
* Koma Hinek Hinek di çarçoveya bernameya meha nîsanê de duh bi şev bi pênc lîstikên nû derket hember bînerên xwe.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 405’an de berdewam bike.
*Lijneya Giştî ya Hilbijartina Awarte ya Odeya Bijîşkên Amedê (DTO) dê di roja duyemîn de berdewam bike. (09-00-17.00)
*Platforma Demokrasiyê dê li hemberî şêweyê sepandina projeyên veguhertinê yên bajêr û mexdûrkirina gel, li pêşiya Nexweşxaneya Rezan a Amedê daxuyaniyê bide. (14.00)