COLEMÊRG - Li navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ye, leşkeran ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin gulebaran kirin û qetil kirin. Cenazeyê Yalçin, hate definkirin.
Leşkerên artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê di navbera navçeya Rûbarok a Colemêrgê û Herêma Federal a Kurdistanê, gule li ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin ê 21 salî reşandin û qetil kirin. Malbata Yalçin, cenazeyê kurê xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hilgirt û li Mezraya Taxa Samanli ya Rûbarokê defin kir.