* Dosyeya Ridwan Îd Numan El Ehmed ê sala par li ser sînorê Rojava ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin, li ser beyanên fermandarê qereqolê ku di pozîsyona gumanbar de ye bi dozvenekirinê bi encam bû.
* Ersîn Aslan ê li Girtîgeha Panosê girtî ye bi rêya malbata xwe ragihand ku gardiyan wek “çeteyan” tevdigerin û got: “Em dixwazin tevahiya raya giştî piştgiriyê bide me."
* Serokê Weqfa Baran Tursun Mehmet Tursun diyar kir ku piştî her tundiya polîsan ku li welatiyan dikin mekanîzmayên parastinê dixin dewrê û bêcezahiştina polîsan rê li ber bûyerên nû vedike.
* Derbarê 3 kesên ku êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yuregîrê kiribûn de doz hat vekirin.
* Jinên ku di 70 saliya xwe de li hemberî kana mermerê li ber xwe didin diyar kirin ku ax ji bo wa pîroz e û wiha gotin: “Ev der axa me ye. Pêşeroja zarokên me ye. Tûtin ji destê me derxistin lê em xwezaya xwe nadin.”
* Nobeta Edaletê ya malbata Senyaşar di roja 406'emîn de berdewam dike.
* Danişîna doza rojnamevan Hatîce Şahîn ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.30-17.00)
* Rêxistinên civakî yên sivîl dê li Enqere, Îzmîr û Wanê têkildarî mîtînga ku di 1’ê Gulanê de bên lidarxistin daxuyanî bidin. (11.00)
*Rêxistinên Bajêr ên HDP’ê û HDK’ê yên Stenbolê ji bo parvekirina deklarasyona ji bo 1’ê Gulanê wê li Kazanci Yokûşû ya li Taksîmê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Îzmîrê dane destpêkirin dê bidome. (13.00-16-00)