Ji bo xwezaya xwe ji 7 salî heta 70 salî têdikoşin: Ev der xaka me ye

  • rojane
  • 09:00 18 Nîsan 2022
  • |
img

SEMSÛR - Jinên ku di 70 saliya xwe de li hemberî kana mermerê li ber xwe didin diyar kirin ku ax ji bo wa pîroz e û wiha gotin: “Ev der axa me ye. Pêşeroja zarokên me ye. Tûtin ji destê me derxistin lê em xwezaya xwe nadin.” 

Şîrketa MEDOS'ê dixwaze li gundê Malê Berdih ê girêdayî bajarokê Komir ê Semsûrê kana mermeran çêbike. Xelkê herêmê jî li dijî vê hewldanê bi bertek e û çalakiyan dike. Çalakiyên xelkê herêmê di roja 13’an de jî didome. Yên ku pêşengtiyê ji çalakiyan re dikin jî jin in. Jinên 70 salî ku di nava berxwedanê de cih digirin, derheqê mijarê de ji ajansa me re axivîn. 
'EM NADIN KESEKÎ’
 
Ji çalakvanan Gonlu Bozkurt (75), tevî gelek nexweşiyên xwe jî her roj berê xwe dide cihê çalakiyê û beşdarî çalakiyê dibe. Bozkurt, anî ziman ku cihê dê kana mermerê li ser bê çêkirin, erdê şêniyên gund e û wiha got: “Em xaka xwe nadin kesekî. Em li ser vê axê daran berhev dikin. Ev der cihê lîstina zarokên me ye. Heke em vê derê bidin gelo em ê çi bixwin? Em ê çima bidin? Em bên kuştin jî em ê dev ji vê derê bernedin. Em ê konên xwe vedin û li vir rakevin. Em naxazim ku li vir tiştek bê çêkirin. Em ê sewalên xwe bi ku de bibin? Heke kana mermer bê çêkirin dê her dever bibe di nava toz û dûyê de bimîne. Em ê êdî nekarin ji gundê xwe derkevin û paceyekî jî vekin.” 
 
'PEŞEROJA ZAROKÊN ME YE’
 
Ji dayikan Xanim Karataş (70) jî diyar kir ku ev bi hezaran sala ye dayik û bavên wan li ser vê erdnîgariyê dijîn û wiha domand: “Ez nizanim bi tirkî biaxivim lê dikarim bibêjim ‘Mermer istemiyoruz’ (Em mermer naxwazin). Ev der cihê çêra sewalên me ye. Heke kana mermer bê çêkirin dê zarokên me nekarin bên vê derê. Em, mirovên xizan in. Tûtin, qedexe kirin. Em ê vê qebûl nekin. Bi saya xwedîkirina sewalan em dikarin zarokên xwe bişînin dibistanê. Em ê bi ku de biçin? Heke sewalên me tune bin, em jî tune ne. Bila bê qeza û bela ji vir biçin.” 
 
'EM XWEZAYA XWE NAFIROŞIN’ 
 
Têkildarî mijarê Hatun Sozer (70) jî got ku piştî çêkirina kana mermerê dê tehma avê biguhere û ev tişt anî ziman: “Axa me, ji bo me pîroz e. Em debara xwe bi vê xakê dikin. Heke kana mermer bê avakirin em jî dê ji vir bar bikin. Dê rewşa hewa biguhere, Em kargehan naxwazin û bila neyên. Ji bo çend qirûşan dixwazin mala me wêran bikin. Em xwezaya xwe nafiroşin. Ev bi roja ye em tên serê vî çiyayî. Em ê xwezaya xwe biparêzin.” 
 
'EVDER A ME YE' 
 
Ji welatiyan Aşxan Aslan (73) ku bêyî gopal nikare xwe li ser pêyan bigire, ji bo piştgiriyê tev li berxwedana xelkê herêmê bûye. Dayika Aşxan anî ziman ku heta mirinê dê axa xwe biparêzin û wiha pê de çû: “Tenê axa me di destê me de ma ye. Em, axa xwe diparêzin. Em ji axa xwe hez dikin. Ax ji bo me her tişt e. Em ê nehêlin ew kana mermerê çêbikin. Ev bû 70 sal ku ez li ser vê xakê dijîm. Ev der mala me ye. Em amadene ku ji bo xaka xwe canê xwe bidin. Em ê bi gopalên xwe wan bidin sekinandin. Em nikarin li bajaran bijîn. Em li ser xaka xwe keyfweş in. Min bi saya vê axê zarokên xwe dan xwendin. Ez dixwazim neviyên min jî li ser vê axê mezin bibin.” 
 
'TÛTUN JI DEST ÇÛ EM XWEZAYA XWE NADIN’ 
 
Yek ji çalakvanan Hatun Bozkurt (55) tevî birayê xwe yê şivan ku destekî wî bi felcê ketiye beşdarî çalakiyê bûye. Bozkurt, dibêje ku xaka wan, her tiştê wan e û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi rojî ne û li vir li ber xwe didin. Ji Xwedê bitirsin. Birayê min felc bûye û dewarên xwe li vir diçêrîne. Baş e dê birayê min çi bike? Birayê min seqet e. Ma ne guneh e? Her kesê ku dixwaze pêşî li çêkirina kanê bigire, bila piştgiriyê bide me. Êdî bes e. Tûtin ji destê me derxistin lê em ê xwezaya xwe nedin wan.” 
 
MA/Emrûllah Acar
 

Sernavên din

18/04/2022
12:50 Li gorî Konjonkturê dozê vekirine
12:31 Derbarê rojnamevan Şahîn de wê mutalaa were amadekirin
12:27 Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin
11:44 Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir
11:32 ‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’
10:52 Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire
10:51 Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man
10:51 Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin
09:14 PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike
09:00 Derbarê 3 kesên êrişî avahiya HDP’a Yuregirê kiribûn de doz hat vekirin
09:00 ‘Li pişt tundiya polîsan mekanîzma parastinê ya meqamên îdarî heye’
09:00 ‘Gardiyan wek çeteyan tevdigerin’
09:00 Biryara dozvenekirinê ji bo dosyeya penaberê kuştî hat dayîn
09:00 Ji bo xwezaya xwe ji 7 salî heta 70 salî têdikoşin: Ev der xaka me ye
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2022'YAN
17/04/2022
22:38 Derbarê bavê Denîz Poyraz de doz hat vekirin
22:30 Tirkiye herêma Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran dike
20:27 Li Wanê 101 penaber hatin binçavkirin
16:51 Li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê
16:39 Êrişa li dijî HDP’a Edeneyê hate protestokirin
16:23 Platforma Demokrasiyê: Bi projeyên xwe xelkê Amedê neçarî koçberiyê dikin
16:14 Encama hilbijartina Odeya Bijîşkan a Amedê diyar bû
15:50 ‘Dawiya AKP’ê hatiye lewma bi destê çeteyan êrişî şoreşgeran dike’
14:11 Li dijî avahiya HDP’ê ya Çukurovayê êriş hate kirin
14:11 Artêşa Tirkiyeyê li Biradostê 12 ciwan girtin û aqûbeta wan nayê zanîn
13:52 Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
12:12 Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome
11:48 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê
11:33 Cenazeyê Yalçin ku li ser sînor hatibû qetilkirin hate definkirin
11:29 Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê
11:03 Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’