TEKÎRDAG - Li Girtîgeha Tekîrdagê 6 girtî di bin navê dê wan bibin hevdîtina li gel midûrê girtîgehê de sewqî 6 girtîgehên cuda kirin.
Li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê di 13’ê nîsanê de 6 girtî sewqî 6 girtîgehên cuda hatin kirin. Gardiyanan ji girtiyan re gotiye ku dê wan bibin hevdîtina li gel midûrê girtîgehê û di bin navê vê yekê de wan ji hucreyên wan derxistine bêyî bibin cem midûr, wan li wesayîtên rîngê siwar kirine û birine girtîgehên cuda.
Li gorî agahiyên ku parêzeran dan ajansa me, ji ber ku ji girtiyan re gotine dê wan bibin hevdîtinê, eşyayên xwe li gel xwe nebirine û wan sewq kirine.
LÊDANE Û LÊGERÎNA TAZÎ LÊ FERZ KIRINE
Parêzeran da zanîn ku di kêliya sewqê de ji girtiyan Zekî Bayhan bi lêdan û lêgerîna tazî ya gardiyanan re rûbirû maye. Hat zanîn ku gardiyanan li cihek bêkamera li Bayhan dane û destûr nedane ku berçavka xwe jî bigire û niha ew li Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê de di hucreyek 3 qat têlkirî de tê ragirtin û eşyayên wî ne li cem wî ne.
Girtîgehên ku girtî sewqî wan hatine kirin wiha ne: Cahît Îlboga sewqî Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê, Roger Tîrêj Ozalp sewqî Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê, Ahmet Altay sewqî Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê, Zekî Bayhan sewqî Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê, Suphî Îsmaîl sewqî Girtîgeha Bodrumê ya Tîpa S’yê û Ahmet Arîf Yoyler sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîap S’yê hatine kirin.