Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye

  • rojane
  • 10:07 20 Nîsan 2022
  • |
img

MÊRSÎN - Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle bertek nîşanî êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê da û got: “Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye.” 

Siyasetmedarê kurd ê xwedî tecrûbe Hatîp Dîcle ji ajansa me re axivî û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin nirxand. 
 
‘BERDEWAMIYA PLANA TÊKBIRINÊ YE’ 
 
Dîcle anî ziman ku îktidarê piştî ku maseya hevdîtinê ya li Îmraliyê qeliband li dijî kurdan “plana têkbirînê” xist dewrê û 7 sal in didome û dixwazin bi vê “plana têkbirinê” tevahiya kurdan û Kurdistanê tune bikin. Dîcle diyar kir ku dewletê xwest li dijî kurdan hem qirkirina fizîkî hem jî qirkirina çandî bide destpêkirin û got: “Lewma ket vê rêyê. Ev tam bû 7 sal. Di van 7 salan de li hemû parçeyên Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê hat kirin. Vaye konsepta îro em pê re rûbirû mane berdewamiya wê plana têkbirinê bû û îro xistiye dewrê.” 
 
‘DIYAR E KU AMERÎKA KONSEPTÊ ERÊ KIRIYE’ 
 
Dîcle da zanîn ku bi vê “plana têkbirînê” ku li dijî kurdan xistine dewrê heta niha tiştek bi dest nexistiye û ew hêza ku vê planê xistin dewrê bi xwe hatine ber têkbirinê. Dîcle êrişên li ser gelê kurd wek konseptekê nirxand û wiha got: “Binêrin hem li Bakur, hem li Başûr, hem li Rojava hem li Şengalê û belkî jî di rojên pêş de li Mexmûrê yanî li tevahiya Kurdistanê destkeftiyên kurdan xistine bin êrişên giran. Ev konsepta êrişan a li dijî parçeyên Kurdistanê hatiye destpêkirin, diyar e ku bi erêkirina Amerîkayê pêk hatiye. Çimkî dewleta tirk bi tena serê xwe nikare konseptek wiha berfireh bi rê ve bibe. Her wiha cihgirtina PDK’ê ya div ê xiyanetê de jî vê yekê dide nîşandan.” 
 
‘HEM TIRKIYE HEM JÎ PDK LI BER TÊKÇÛNÊ YE’ 
 
Dîcle derbarê vî şerê dawî ku PDK û AKP bi hev re tevdigere de axivî û wiha domand: “Niha hem Tirkiye hem jî PDK li ber têkçûnê ye. Divê mirov vê bihevrebûna wan wek piştevaniya du dizan bibîne. Lê belê her du jî dixwazin bi vê hevgirtina sextekar pêşî li rewşa ku ketinê û têkçûna xwe bigirin. Lê belê tişta kut ê xuyakirin dê her du hêz jî bi hev re têk biçin.” 
 
‘TIRKIYE DIXWAZE SIYASETA LI ROJAVA LI BAŞÛR JÎ BIXE DEWRÊ’ 
 
Dîcle daxuyaniya “Xeletiya me li Bakurê Iraq kir, em ê li Sûriyê nekin” a Serokkomarê AKP’yî Erdogan bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Di qonaxa em gihîştinê de Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin deverên diyar îlheq kiriye. Vê polîtîkaya Tirkeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di heman demê de ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbasdar e. A rast hevdîtina Mesrûr Barzanî ya li gel Erdogan diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê bi heman awayî didome. Dema meriv li wêneyê Erdogan û Mesrûr dinêre, Erdogan eşkere ji PDK’ê re dibêje ‘ez we wek siyasî nas nakim’. Divê PDK vê yekê bibîne.  Divê hesabê vê yekê bidin gelê kurd. Çimkî rewşa ku PDK’ê ketiye navê heqaretek mezin e li hemberî gelê kurd.” 
 
‘STATÛYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI XETEREYÊ DE YE’ 
 
Dîcle nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Di vî warî de statûya Başûrê Kurdistanê bi xetereyekê re rûbirû ye. Teqez armanc ew e ku dewleta tirk tevahiya Kurdistanê îlheq bike û dixwaze li dijî kurdan hem di warê fizîkî de hem jî di warê çandî de bi qirkirinê re rûbirû bihêle. Tirkiye naxwaze gelê kurd di vê sedsalê de bibe xwedî statû. Dixwaze pêşî li kurdan bigire. Dewleta tirk statûya Başûrê Kurdistanê ji xwe re xetere dibîne û li hember wê wek dijminatî tevdigere. Armanca dewleta tirk a yekemîn ew e ku statûya başûr ji holê rake. Ji ber vê yekê xefleta ku PDK’ê ketiye navê, wê tenê zirarê nede PDK’ê dê xesarê bide tevahiya gelê kurd.” 
 
‘DIVÊ GELÊ BAŞÛR RABE SER PÊYA’ 
 
Dîcle destnîşan kir ku divê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî tiştên diqewimin, rewşenbîr, siyasetmedar tevahya gel di asta herî bilind de rabe ser pêya û pêwîste li dijî helwest û êrişên Tirkiyeyê rabe û got: “Divê gel piştgiriyê bide berxwedana gerîla da ku hewesa dewleta tirk di qirika wê de bimîne. Divê gelê başûr metirsiya têkbirina statûya başûr zûtir bibîne û xwedî li gerîla û statûya xwe derkeve.” 
 
‘ARMANC EW E KU KURDAN BÊSTATÛ BIHÊLIN’ 
 
Dîcle anî ziman ku armanca êrişên tên kirin ew e ku destkeftiyên kurdan biqedînin û di vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de kurd bêstatû bên hiştin û got: “Armanca giştî ew e ku kurd di maseya aştiyê ya di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de cih negirin û nebin xwedî statû. Di vê çarçoveyê de pêwîste hemû hêzên demokratîk, şoreşger û muxalîf ên Tirkiyê li dijî vî şerî derkevin û heke ev alî rabin ser pêya teqez dê ev faşîzm têk biçe.”
 
MA / Selman Guzelyuz 
 

Sernavên din

20/04/2022
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne