Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne

  • rojane
  • 12:34 20 Nîsan 2022
  • |
img

KONYA - Derket holê polîsên ku piştî êrişa li dijî malbata Dedeogûllari ji bo parastina malbata Keleş hatin terxankirin, karê çandiniyê yê malbata Keleş kirine, li zarokên wan nêrîne û di bin navê "yewmiyê" de zêrzewat û fikî girtine. 

Qeydên hevdîtina girtî û axaftinên li ser telefonê yên li girtîgehê yên Alî Keleş (kurê Velî Keleş) ku ji êrişa li dijî malbata Dedeogûllarî girtî ye ketine dosyaya Komkujiya Malbata Dedeogûllari. Di hevdîtinên ku Keleş bi malbata xwe re kiriye de têkiliya ku polîsên ji bo prastina malbata wî hatine terxankirin bi malbata wî re daniye û gotinên wan ên derbarê malbata Dedeogûllari û parêzerên wan de hene. Malbata Dedeogûllari, piştî êrişa ku di 12'ê gulana 2021'an de li dijî wan pêk hatibû, ji bo parastina xwe daxwaza polîsan kiribû lê ev daxwaza wan hatibû redkirin. Piştî komkujiya ku di 30'ê tîrmeha 2021'an de li dijî malbata Dedeogûllari pêk hatibû, ji bo parastina malbatên bersûcên komkujiyê polîs hatibûn terxankirin. Parêzeran, di danişînan de bal kişandibûn ser neparastina dewletê ya malbata Dedeogûllari. 
 
ALÎ BERSÛC KIRINE Û ZÊRZEWAT Û FIKÎ GIRTINE
 
Li gorî qeydên axaftinên ku Alî Keleş ji Girtîgeha Hejmar 2 a Afyonkarahîsarê bi malbata xwe re kiriye, polîsên ji bo parastina malbatê wî hatine peywirdakirin, di karê çandiniyê de alîkarî dane malbata wî û di berdilê vê de zêrzewat û fikî ji malbatê girtine. 
 
'KOVAYAN DIKIŞÎNIN Û LI ZAROKAN DINÊRIN'
 
Di axaftinên di navbera 3'ê îlonê û 20'ê tebaxa 2021'an de ku Keleş bi dayika xwe Fadîmana Keleş re kiriye de Fadîmana Keleş, dibêje ku polîs li nav erd qoveyên wan dikişînin û li zarokên wan dinêrin. Beşên hevdîtinên di 3'ê îlona 2021'an wiha ne: 
 
"Alî Keleş: Polîs çûn?
 
Fadîmana Keleş: Na çavê min polîs li ber derî ne, bi me re tên nav erd. Dema ku ekîb bin du kes bi wesayîteke din bi me re tên. Dema ku ekîb nebe jî wesayît diçe û li ber derî disekinin. Zêrzewat kom dikin. Em baş in. Şikir ji Xwedê re em çi bibîn."
 
Hevdîtina 20'ê tebaxa 2021'an: 
 
"Alî Keleş: Hê jî polîs disekinin?
 
Fadîmana Keleş: Disekinin disekinin, polîs bi me re tên û diçin. 
 
Alî Keleş: Her du jî? Çend polîs hene?
 
Fadîmana Keleş: Kesên li ber malê li malê dimînin û kesên li vir jî li vir dimînin. Li ber malê ekîbek dimîne, polisek di wesayîtê de dimîne. Dema em gazî dikin jî ew gazî dikin û dibêjin ku wê biçin nav erd û wesayîteke din polîs tên. 
 
Alî Keleş: Baş e, di wesayîtê de rûdinin he? 
 
Fadîmana Keleş: Wele alî me dikin qovayan dikişînin. Li zarokê dinêrin."
 
POLÎS YEWMIYÊ DIGIRIN
 
Li ser vê Keleş ji dayika xwe dipirse ku yewmiye didine polîsan an na, Dayika wî jî dibêje ku dide wan û di berdila alîkariyê de zerzewat û fikî dide polîsan. 
 
Her wiha dema ku Keleş, ji dayika xwe re dibêje ku ji bo ewlehiyê li girtîgehê tê girtin jî dayika wî angaşt dike ku malbata Dedeogûlari zexteke zêde li dewletê dike û  
 
'TU ÇIQAS BIXWAZÎ WÊ EWQAS BIMÎNIN'
 
Axaftina 13'ê tebaxa 2021'an:
 
"Alî Keleş: Hê jî polîs disekinin?
 
Fadîmana Keleş: Belê belê disekinin tu çiqas bixwazî wê ewqas bisekinin.
 
Alî Keleş: Wê demê wê me jî bernedin heta 3-4 mehan. 
 
Fadîmana Keleş: Berxê min ne diyar e, ji bo parastinê herkesî girtine. 
 
Di 24'ê tebaxa 2021'an de jî Alî Keleş bi hevjîna xwe Sûltan Keleş re hevdîtineke girtî dike. Sûltan Keleş ji hevjînê xwe re dibêje ku sûcê bavê wî kirine sutiyê wî û wiha berdewam kiriye: "Hê tiştek nebûye Alî, kesê din pişta xwe da dewletê. Ev hevjîna Mehmet (Altûn) Zehra heye ya di îfadeya xwe de ewk gotiye. Welî hat nav erd. Bi gorma min re li ba firîngiyan axivîn û hatin. Ji min re got pirsa Mehmet kiriye û ji ber wê bavê min di ser bûka me de çûye, le tiştek wisa tuneye. Hatîce li wir dibêje ez jî hebûme û qet tiştek wisa nebûye û apê min jî nehat tiştek nepirsî. Gotiye tenê firingî û belîcanan derman kirine. Nehatine Mehmet nepirsîne. Wisa îfade daye. Her wiha gotiye komên Whatsappê ava kirine. Ji wê bavê min û bûke me gelek di ser de çûne."
 
'PARÊZER HEWL DIDIN TIRKIYEYÊ TEVLÎHEV BIKIN'
 
Di axaftina bi hevjînê xwe Alî Keleş re Sûltan Keleş, angaşt kiriye ku parêzer hewl didin Tirkiyeyê tevlîhev bikin.
 
Axaftina li ser telefonê ya ku di 27'ê tebaxa 2021'an di navbera Alî Keleş û hevjînê wî Sûltan Keleş de pêk hatine jî wiha ne:
 
"Sûltan Keleş: Ew parêzerê wan heye mirovek bêşeref e.
 
Alî Keleş: Êêê?
 
Sûltan Keleş: Herkesî sûcdar dike. dema ku sûcdar neke jî diçe ji polîsan re dibêje ku wiha wiha bûye. Hazar piştre tê ji dozger re dibêje hezar.
 
Alî Keleş: Xwedê Xwedê
 
Sûltan Keleş: Ev parêzer hewl daye bibe Serokê Bajar ê HDP'ê. 
 
Alî Keleş: Himm çi zanim çima li cihê vala mirovan sûcdar dike. 
 
Sûltan Keleş: Wele ez jî nizanim. Alî min jî tiştek fêm nekir. 
 
Alî Keleş: Mehmet (Altûn) di îfadeya xwe de çi gotiye?
 
Sûltan Keleş: Wî di îfadeya xwe de tiştek negotiye, gotiye her tiştî wî kiriye û kesî tiştek nekiriye. Parêzer vê fêm nakin û hewl didin meydanê tevlîhev bikin. Dixwazin Tirkiyeyê ewk bikin."
 
'DI XESAR DAYÎNA MAL DE ÇI HEYE'
 
Hevdîna girtî ku di 22'ê cotmeha 2021'an de di navbera Alî Keleş û hevjîna wî Sûltan Keleş de pêk hatiye wiha ye"
 
Alî Keleş: Weke min ji parêzer gotibû bila sozê xwe bîne cih. Diaxive diaxive lê tiştek naje. Dayik û bavê Mehmet çawa girtine?
 
Sûltan Keleş: Kes nizane. 
 
Alî Keleş: Li ba parêzer îfadeya wan tuneye?
 
Sûltan Keleş: Heye de çi zanim niha dozname deket ew temam in. 
 
Alî Keleş: Gelo ji wan çi derket?
 
Sûltan Keleş: Kes vê nizane, parêzer jî nizane çima derketine. Ji ber şerê din wan girtine ji ber wê doz li we vekirine. 
 
Alî Keleş: Ji bo çi?
 
Sûltan Keleş: Ji ber wî şerî. 
 
Alî Keleş: Em jixwe wî radizin ya.
 
Sûltan Keleş: Hûn ji her duyan jî radizin. 
 
Alî Keleş: Temam ji ber wê doza çi vebûye?
 
Sûltan Keleş: Ji bo xesar dayîna mal. 
 
Alî Keleş: Çi di vir de heye, tiştek tunebû. 
 
Sûltan Keleş: Niha bi nirx bû, tenê ew heye ji bilî wî tiştek din tuneye. Îfade girtin?
 
Alî Keleş: Girtin.
 
Sûltan Keleş: Çi girtin. 
 
Alî Keleş: Min got ez jixwe li hundir radiketim. Kuştina ewk heye. Min vegot ku agahiya min tuneye. Jixwe piştî hefteyekê agahiya min jê çêbû. Min got bi salan e bi wî re hevdîtin nakim. Ez xeber nadim ku tiştekî bidim kirin. Ka em binêrin tiştekî din ku bikin tuneye. Em li vir neheqî radikevin. Em ê li dinya din bigirin.
 
Sûltan Keleş: Xwedayê min heq û neheqan dibîne. Em xwe dispirên Xwedê."
 
WELÎ KELEŞ KU CANÊ WÎ ACIZ BÛYE QAWIŞA WÎ GUHERTINE
 
Li gorî hevdîtina ku di 3'ê mijdara 2021'an de di navbera Alî Keleş û xwişka wî Ayşe Keleş de pêk hatiye de Welî Keleş (bavê Alî Keleş) ji ber ku ji rêveberiya girtîgehê re gotiye, 'Canê min aciz dibe' qawişa wî hatiye guhertin. 
 
Qeydên derbarê bûyerê de wiha ye:
 
"Aşe Keleş: Bavê min wan jî dibêjin ku pirsgirêkeke wan tuneye.
 
Alî Keleş: Jixwe dema ku cinayet bibe birîndariya mirov dibe mirovê bipirsgirêk, weke qawişa hişbire nîne.
 
Aşe Keleş: Bavê min wan di qawişa hişbirê de ye. 
 
Alî Keleş: Qawişa hişbirê, çi karê wan li wir heye?
 
Aşe Keleş: Ji ber ku gotine canê me aciz dibe wan kirine wir. Lê dibêje ku pirsgirêk tuneye. Dibêje baş in. Me jî ji got hûn û Alî hev biparêzin. Dibêje baş e lê tiştek nake. Lê pirsgirêke wisa tuneye. Dema ku polîs hebûne ewk bûye, piştî çûna polîsan pirsgirêkek tuneye. Em rûdinin ka em binêrin."
 
DOZGER. EZ Ê WAN DI DADGEHÊ DE NÎŞAN BIDIM
 
Qeydên hevdîtina ku di 8'ê cotmeha 2021'an di navbera Alî Keleş û hevjîna wî Sûltan Keleş de pêk hatiye jî wiha ye:
 
Alî Keleş: We ji parêzer re got?
 
Sûltan Keleş:  Dayika min gotiye.
 
Alî Keleş: Çi kiriye?
 
Sûltan Keleş: Gotiye wê bigirin û niha dosyayê lêkolîn dike û di dosyayê de tiştek tuneye. Gotiye ku tenê roja dadgehê nadin. Heman dozger jî ji parêzerê me re gotiye ku heke ew dadgeh bûna wê bikira, li ji ber ku ferman je re nayê nikare bike.  
 
Alî Keleş: Kê?
 
Sûltan Keleş: Dozger.
 
Alî Keleş: Dozger wisa dibêje de wê demê çima me weke sûcdar girtiye. 
 
Alî Keleş: Tiştê jê têm darizandin gotiye?
 
Sûltan Keleş: Gotiye ku gotiye. 
 
Alî Keleş: Êêê çi gotiye?
 
Sûltan Keleş: Dozger jî gotiye wê li benda roja dadgehê bisekinin û wê li dadgehê nîşanî wan bide."
 
'JI BER KU WE SÛC GITIYE SER XWE HÛN Ê BÊN CEZAKIRIN'
 
Di hevdîtina ku di 12'ê mijdara 2021'an de di navbera Alî Keleş û Sûltan Keleş de pêk hatiye de Sûltan Keleş, li xwe mikûr hatiye ku hevjînê wê sûc girtiye ser xwe. Hevdîtina di navbera wan de wiha derbasî qeydan bûye:
 
"Sûltan Keleş: Bavê te tê wê teqez ceza bigirin.
 
Alî Keleş: Çi dibeje?
 
Sûltan Keleş: Ji ber ku we sûc girtiye ser xwe. 
 
Alî Keleş: Êêê
 
Sûltan Keleş: Dibêje wê teqez ceza bigirin. Vê carê tiştek dinuqite dilê min. 
 
Alî Keleş: Na ji xwe re neke pirsgirêk.
 
'RAZANDINA TE JI 5 SALAN KÊMTIR E'
 
Sûltan Keleş: Ez dizanim ya di 14'ê çileyê de dadgeh e.
 
Alî Keleş: Temam herî dereng heta wê çaxê ez ê derkevim tu tiştek neke. 
 
Sûltan Keleş: Tu dibejî neke lê bi Xwedê ez ditirsim. 
 
Alî Keleş: Ya herî dawî ji ber min li vir digirin 12 hefte bide jî wê di wî de daxistin çi bibe û dakeve 5-6 salan. Wê razana min xelas bike. 
 
Sûltan Keleş: Di binî 5 salan de razana wî heye. 
 
Alî Keleş: Ne razan, heke 5 salan bide razana wî hindik e, ez ê derkevim."
 
MA / Berîvan Kûtlû
 

Sernavên din

20/04/2022
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne