* Aktivîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali, têkildarî operasyona li Herêma Kurdistana Federe axivî û got: "Min jî berê li hemberî PKK'ê şer kiriye, lê ez bi hêza PKK'ê û netêkçûyîna wê baş dizanim. Ev êriş dê bên berterefkirin."
* Dayikên Aştiyê, bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK'ê li dijî Herêma Kurdistanê daye destpêkirin dan û sozê Serokê Giştî yê PDK'Ê Mesûd Barzanî yên ji bo destûr nedayîna "rijandina" xwîna kurdan bi bîr xistin û ev pirs ji Barzanî kirin: "Birayê te kê ye?"
* Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê diyar kir ku AKP’ê bi hevkariya PDK’ê li dijî kurdan şer daye destpêkirin û got: “Ev ne kurd in. Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin.”
* Bi destpêkirina operasyona li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê re li herêmên Besta û Gabarê jî cerdevanan dest bi birîna daran kirin. Xelkê herêmê bertek nîşan dan û ev yek weke kiryareke dermirovî pênase kirin. Şêniyan xwest ku dawî li qirkirina xwezayê bînin.
* Şeniyên Amedê destnîşan kirin ku sedemê qeyrana aborî israra desthilata AKP-MHP’ê ya di şer de ye û wiha gotin: “AKP, pereyê gel dide çek û bombeyan û çiyayan pê bombebaran dike.”
* Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi pîrozkirina “23’yê Nîsanê Cejna Zarokan” hewl dide xwe weke ku mafê zarokan diparêze nîşan bide lê li aliyê din hejmara zarokên girtî balê dikişîne. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê di rapora xwe ya derheqê zarokên girtî de destnîşan dike ku zarok rastî tundî, heqaret û lêdanê tên.
* Ji ber gotina "Em ê gotinên wî hemûyan lê vedigerînin" derbarê Serokwekîla Koma Meclîsê ya HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel de doz hat vekirin.
* Serokê Genel-Îş'a Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku dê di 1'ê Gulanê de li Mêrsînê daxwazên xwe bi meşekê bînin ziman û got: "Ev pergal wisa nabe, werin em bi hev re biguherînin."
* Li Rihayê, ji ber hesabekî medyaya sanal bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de çendî Osman Kiliç diyar kiriye ku hesab ne aydê wî ye jî, lê hatiye xwestin heya 5 salan ceza lê bê birîn.
* Bi hinceta operasyonê 24 roj in çûna gundê Timoqê û derketina ji gund qedexe ye.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 410'emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza Hevserokê DBP'ê yê berê Mehmet Aslan dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09-00-17.00)
*Danişîna doza karsaz Osman Kavala jî di nav de 16 parêzvanên maf û 35 endamên çArşi dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
* Danişîna doza 45 kesên bi sedema tevli çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê bûne dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)
* Rêxistinên sivîl ên li Amedê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ber Edliyeya Amedê daxuyaniya hevpar bidin. (12.00)
* Koma kampanyaya "Ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin" dê têkildarî rewşa Tugluk li navçeya Beyogluya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)