Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin

  • rojane
  • 10:47 22 Nîsan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç diyar kir ku Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin û armanca Tirkiyeyê ew e ku statûya Başûrê Kurdistanê têk bibe û xwe bigihîne Iraqê. 

Endama Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand. Koç diyar kir ku armanca êrişan a yekemîn ew e ku kurd nebin xwedî statû û armanca duyemîn jî ew e ku rejîma dehilatdariya Tirkiyeyê xwe ji krîza xwe ya navxweyî xelas bike. 
 
‘TU EFSANEYA WAN NEMA’ 
 
Koç destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiyeyê ji sala 2015’an vir ve li dijî destkeftiyên kurdan “Plana Têkbirinê” xistiye dewrê û her rêbaz êrişan ceriband lê belê tu encam bi dest nexistiye û got: “Tirkiye ji bo ku tolhildana Garê bigire, dest bi êrişek berfireh kiriye. Piştî Garê xwestin tolê hildin, lê dîsa li ber berxwedana gerîlayan têk çûn. Artêşa tirk derbên giran xwar. Êdî tu efsaneya leşkerên wan li hemberî gerîla nema. Dixwaze viya veşêre û xwe komî ser hev bike.” 
 
BI NATO RE BAZARΠ
 
Koç da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê beriya van êrişên daye destpêkirin bi NATO re li ser têkbirina berxwedana kurdan bazariyê kiriye û got: “Vê tevger ango êrişên Tirkiyeyê şer û tevgera dagirkeriyê ye. Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji bilî PDK’ê her kes li dijî vê tevgera dagirkeriyê ye.” 
 
‘TIRKIYE DIXWAZE HETA IRAQÊ BIÇE’ 
 
Koç destnîşan kir ku armanca vê tevgera Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê dest pê bike û heta Iraqê biçe ye û wiha got: “Erdogan daxuyanî dabû û gotibû, ‘Me bi Nêçirvan Barzanî re tenê ne Bakurê Iraqê, em li ser tevahiya Iraqê axivîn’. Pişt re jî li gel ku hikûmeta navendî Iraqê heye jî çûn bi Tirkiyeyê re neft û gaza sirûştî ya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî peyasa dinyayê kirin. Çimkî niha ji ber şerê li Ûkraynayê pêdiviya dinyayê bi neft û gaza sirûştî heye. Ji ber vê yekê PDK’ê û Erdogan hem xwestin krîza aborî hem jî krîza enerjiyê bi vê rêyê çareser bikin. Xwestin Iraqê baypas bikin û peyama ku Iraq ne dewletek cidî ye dan. Niha jixwe xelkê Iraqê ji ber kêrnehatîbûna Iraqê ya li dijî dagirkeriyê bi bertek e. Niha siyaseta Iraqê jî di bin zextên zêde de ye. Lewma her tim rayedarên Iraqê daxuyaniyan didin. Tirkiye û dinya dixwaze ku Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê dîzayn bikin û siyaseta xwe li gorî vê dikin.” 
 
‘TIRKIYEYÊ PDK’Ê JÎ KIRIYE ŞIRÎKÊ XWE’ 
 
Koç anî ziman ku heke Tirkiye li herêmên Başûrê Kurdistanê bi pêş ve biçe wê beşek mezin a erdnîgariya Iraqê dagir bike. Koç diyar kir ku Tirkiye vê tevgera xwe ya dagirkeriyê bi şiklê şerê wekaletê bi rê ve dibe û got: “Tirkiye dixwaze di vî şerî de ji xwe re şirîkan çêbike û li wekîlan digire. Niha Tirkiye viya jî bi destê PDK’ê dike. Lewma endamên malbata Barzanî ji destpêka îsal her tim li rêya Enqere û Stenbolê dibezin.” 
 
‘DERFETÊN MEZIN HENE KU KURD BI SER BIKEVIN’ 
 
Koç destnîşan kir ku dema ew li vî şerî dinêrin dê rê li ber encamên xetere veke û lê belê li ser hevsengiya heyî derfetên mezin hene ku kurd dikarin destkeftiyan bi dest bixin û bi ser bikevin. Koç anî ziman ku agirê berxwedana gelê kurd dê dawî li desthilat ango rejîma AKP-MHP’ê bîne û wê wan bişewitîne. Koç diyar kir ku hevsengî di destê kurdan de ye û dê herêmên Zap, Avaşîn û Metîna hevsengiyê diyar bike. Koç destnîşan kir ji bo pêşî li vî şerî were girtin divê her kes çi bikeve ser milê wan bike. 
 
MA / Selman Guzelyuz 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/04/2022
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin
17:42 Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin
16:32 Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
16:30 Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir
15:46 Şirketê vîlayên li Newala Qesaba parast
15:45 Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin
15:33 Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin
15:32 Dayikên Aştiyê êriş şermezar kirin
15:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
15:06 Danişîna doza Demîrel û Balûken hat dîtin
15:06 Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate
14:14 Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Em zextan qebûl nakin
14:14 MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye
14:08 Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye
13:09 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî