NAVENDA NÛÇEYAN - Danişîna doza ku bi angaşta "heqareta" li Serokkomar û Serokwezîr li parlamenterên berê yên HDP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken hatibû vekirin, hat taloqkirin.
Parlamenterên berê yên HDP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken, dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê tev li bernameyên televîzyonan bûbûn û tiştên pêk hatibûn weke "terora dewletê" pênase kiribûn û Serokkomar û Serokwezîr ji rewşê berpirsyar girtibûn. Ji ber vê yekê bi angaşta "heqareta" li Serokkomar û Serokwezîr doz Demîrel û Balûken hatibû vekirin. Danişîna dozê li 12'emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Amedê hat dîtin.
Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier jî ji heman dosyayê tê darizandin lê ji ber ku parlamenter e darizandina wî hatiye rawestandin.
Ji ber ku SEGBÎS'ê de pirsgirê hebû Demîrel û Balûken nikaribûn tev li danişînê bibin û parêzerê wan Serdar Çelebî li danişînê amade bû.
Dozgerê Komarê, di du danişînên beriya niha de ji 2 sal û 6 mehan heta 8 salan ji bo Demîrel û Balûken ceza xwest.
Parêzer Serdar Çelebî, parastina xwe bi nivîskî pêşkêşî heyeta dadgehê kir û daxwaz kir ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin.
Dozger jî tevlî daxwaza parêzer Çelebî bû.
Heyeta dadgehê bi armanca ku kêmasî bên derbaskirin danişînê taloqî 25'ê mijdarê kir.