* Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistana dan û gotin: "Gere hemû kurd rabin ser pêyan. Em ji ber wan fedî dikin, hûn ne layiqî laçikên dayikan in."
* Welatiyên Amedê ji ber hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bertek nîşanî malbata Barzanî dan û wiha gotin: “Ev şer ne tenê li dijî PKK’ê lê li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd e.”
* Li Semsûrê cotkarên ku dest mi haziriya çandina tûtinê kirine, diyar kirin ku hikûmet bi qanûna ku derxistiye pişta cotkaran şikandiye û xwestin dawî li kooperatîfvaniyê bê.
* Nûnerên ode, sendîka û partiyên siyasî yên li Wanê destnîşan kirin ku polîtîkaya derve ya desthilatê xizaniyê kûrtir kiriye û gotin, dê 1'ê Gulanê bi ruhekî dijberî şer pîroz bikin.
* Me ji pirtûkxaneyan pirtûkên ku ji par ve herî zêde li Amedê hatine xwendin pirsîn. Li gorî daneyên pirtûkxaneyan, Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolînî, dîrokî û wêjeyî xwendine.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 411'emîn de berdewam bike.
* Bi beşdariya Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz û nûnerên partiyên Tifaqa Kurdistanî dê têkildarî polîtîkayên şerên dawî li Kurdistanê rû dide li Cemiyeta Rojnamevanan a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Şaxên ÎHD'a Amedê û Êlihê û Xizmên Girtiyan dê çalakiyên bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin yên heftane li dar bixin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 891'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)
* Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Wanê û Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Mêrsînê dê têkildarî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê li avahiyên xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
* Rêveberên ÎHD û parêzvanên mafê mirovan dê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê wek her hefteyê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)
* MED TUHA-FED û TUHAY-DER dê bi armanca piştevaniya bi malbatên girtiyan re dê li eywanek dawetê ya li Peyasa Amedê xwarina fitarê bide. (19.00)