Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?

  • rojane
  • 09:55 23 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Welatiyên Amedê ji ber hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bertek nîşanî malbata Barzanî dan û wiha gotin: “Ev şer ne tenê li dijî PKK’ê lê li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd e. Dilê wan çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?” 
 
Dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê di 17’ê nîsanê de êriş da destpêkirin. Bertekên li dijî êrişan li her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navin û Ewropayê berdewam dikin. Xelkê Amedê jî li dijî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê nerazî ye. Welatiyên Amedê li hemberî şêrê li başûrê Kurdistanê bertekên xwe bi rêya ajansa me re anîn ziman.    
Têkildarî mijarê jina bi navê Sabîha Yoldaş diyar kir ku şerê didome ji bo gelê kurd eyb e û got ku li hemberî hemû dijminan pêdiviye ku gelê kurd bibe yek. Yoldaş, dest nîşan kir ku Barzanî di nava îxanetê de ye û axaftina xwe wiha dom kir: “Em dixwazin hezên me li hev bên û bibin yêk. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Em xwîşk û birayên hev in. Ev tişta Barzanî dike ne rast e. Xwedê bi hewara me bê û bibe alikarê gelê kurd. Xwedê vê zilma ku ew li me dikin bo wan nehêle. Xwedê PDK û malbata Barzanî biselihîne.”
 
‘SEKNA PDK’Ê XELETE’
 
Ciwanê bi navê Mûstafa Ustundag jî da zanîn ku heke PDK bi qewmê xwe re bûbûya yêk, ber bi şopa îxanetê ve nediçû û got ku heke kurdan pişta hev bigirta, gelê kurd niha di vî halî de nedibûya. Ustundag bi lêv kir ku PDK ji pişt ve xencerê li pişta gelê xwe dide û wiha pê de çû: “Divê hemû gelê kurd bertekê nîşanî wan operasyonan bide. PDK ji bo berjewendiyên xwe ketiyê nava şerê birakujiyê. Hêzen derve dixwazin, kurd nav serê hev bidin û hêza wan tune bikin. Pêdiviye ku gelê kurd bibe yêk. Barzanî heke wê sekna xwe bidomîne, dê piştgiriya gelê kurd winda bike. Me bawer ne dikir ku malbata Barzanî xiyanetê li gelê xwe bike lê pêş çave ku raste rast birayê xwe dikuje. Ev sekna PDK’ê xelete û divê ji vê xeletiya xwe vegerin.”
 
‘DÊ TÊK BIÇIN’  
 
Ji şêniyên bajêr Saldiray Ay jî diyar kir ku nêzikatiya Barzaniyan a li hemberî gelê kurd şaş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbata Barzanî neheqiyê li gelê başûrê Kurdistanê dike. Operasyonên tên kirin bi mebesta tunekirina gelê kurd in. Ev şer ne tenê li ser PKK’ê lê li hemberî hemû deskeftiyên gelê kurd e. Barzanî bi vê sekna xwe, nûnertiya gelê kurd nake. Hewceye ku PDK di nava gelê kurd de aştîxwaz be û operasyonên heyî bide sekinandin. Herêmên ku niha şer lê diqewime girêdayî desthilata PDK’ê ye. Ji berê heta niha ev operasyon berdewam in. Lê rastiyek heye ku ev her tim ev operasyon têk çûn. Tim digotin, ‘Em ê Qendîlê tune bikin.’ Lê em dibînin ku PKK xelas nebû û miraza dilê wan hasil nebû. Her ku dewletê êriş kir, têkoşîna gelê kurd jî mezintir bû. Hemû deskeftiyên gelê kurd, bi saya têkoşîna berxedêran û HDP’ê zêde bûn.” 
 
‘BARZANÎ ÇIMA BIRAYÊ XWE DIKUJE?’ 
 
Jina bi navê Şûkran Kaya jî bal kişand ser operasyonan anî ziman ku êrişa PDK’ê şerê birakujiyê ye. Kaya, daxuyand ku tişta Barzanî bi serê gelê kurd tîne “zilm e” û wiha pê de çû: “Malbata Barzanî çima birayên xwe dikujin? Mirovek çawa dil dide birayê xwe bikuje? Em naxwazin axa me bê dagirkirin û PDK jî divê nebe hevkarê îxanetê. Êdî tiştekî em ji Barzaniyan re bibêjin tune ye. Xwedê vê zilma wan qebûl neke ku dê qebûl neke jî.”
 
 ‘BI SAYA BERXWEDÊRAN EM GIHIŞTIN VÊ ROJÊ’
 
Der barê mijarê de welatiyê bi navê Rifat Oner jî got ku ji xeynî gerîlayan, feydeya kesekî bo gelê kurd nîne û ev tişt anî ziman: “Malbata Barzanî û hêza wê şirîk û sîxûrên Tirkiyeyê ne. Vê malbatê her tim xiyanet li gelê kurd kiriye. Divê hemû kes ji bo xatirê wan kesên bo me xwîna xwe dirijînin rabin ser pêyan. Îro em bi xêra wan hatine vê astê. Barzanî aqilê xwe nayîne serê xwe. Heke mirovek cehş be, tu çi bikî jî dest ji cehştiya xwe bernade. Bila Barzanî bi gelê xwe re be. Tu kesê xwedî şeref û namûs divê van pêkanîna qebûl nekin. Dewleta tirk ev qas tişt bi serê Barzaniyan anîn lê dîsa jî aqilê wan nehatiye serê wan. Barzanî ji bo ku desthilatdariya wê têk neçe û bo malbata xwe dewletekê ava bike dibe şirîkê dijmin. Mirovekî bi kêrî qewmê xwe neyê, xayîne û silavê xwedê li ser heram e. Divê kurd li dijî zilmê bibin yek.” 
 
‘BARZANÎ BILA LI HEQÎQETÊ VEGERE’
 
Derheqê mijarê de ji şêniyên Amedê Muhammed Alkan jî destnîşan kir ku PDK sîxûrê DYA’yê ye û axaftina xwe wiha domand: “Malbata Barzanî, malbateke ne rast e. Ya ku bo gelê xwe dike xelet e. Ev ziyana ku PDK dide kurdan, ne tiştekî nû ye. Ji sala 1980’an heta niha zirarê didin kurdan. Heke Barzaniyan ev qas xiyanet nekiribûna, ez niha li nava rez û darên xwe bûm. AKP, PDK’ê dixapîne û ev jî ji bo berjewendiyê xwe şer dike. PDK diçe şerê birakujiyê dike. Ne bawerim Barzanî dev ji xayîntiyê berdin lê dîsa jî bang li wan dikim ku li heqîqetê vegerin û dev ji van xeletiyên xwe berdin.” 
 
‘DAWÎ ÇI DIBE BILA BIBE RABIN SER XWE’ 
 
Herî dawî jî welatiyê bi navê Hasan Vural axivî û berteka xwe wiha nîşan da: “Iraq, Tirkiye û malbata Barzanî bûye yek û kurdan dikujin. Tirkiye ev 40 sal in şerê kurdan dike lê tiştek bi dest nexist. Hebûn û zimanê kurdan înkar dikin. Dema nekarîn ziman tune bikin jî dest bi polîtîkaya qirkirinê dikin. Sedema vê jî xiyaneta malbata Barzan e. Ev malbat dibêje ez pêşengtiyê dikim lê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Divê kurdên li her çar parçeyan li dijî van êrişan yekitiya xwe ava bikin. Dawiya wê çi dibe bila bibe hewceye gelê kurd rabe ser pêyan û bi hemû derfetên xwe bertek nîşan bide. Bila malbata Barzanî dest ji xiyanetê berde û paşde gav biavêje.”
 

Sernavên din

25/04/2022
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir
15:56 ‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’
14:58 Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da
14:14 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir
13:40 Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin
13:17 102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin
13:03 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin
12:54 ‘Garo Paylan ne bi tenê ye’
12:29 Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin
12:16 Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin
11:19 Parlamentoya Iraqê bi rojeva êrişên Tirkiyeyê kom dibe
11:08 Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê
10:51 Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim
10:19 Ahmet Turk: Divê em li dijî xiyanetê derkevin
09:57 Di lêpirsîna Kobanê de 13 kes hatin girtin
09:45 Hinek Henek bi 5 listikên nû derket pêşberi bîneran
09:16 Dr. Zebarî: Rabûna li ber êrişan erkeke neteweyî ye
09:14 Dozger doza îxrackirina 19 kesên ku Tahir Elçî bibîr anîne kir
09:13 Dayika Îsê: Mirin jî tê de be em ê li ber xwe bidin
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin
23/04/2022
22:08 Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin
20:54 Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî
20:07 Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
19:47 Hevseroka AYKAY-DER'ê Bayav hat berdan
19:26 2 heyet çûn gundê Timoqê
18:16 Li Marînosê şerekî dijwar diqewime
18:03 Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
16:57 Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e
16:52 Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin
16:42 Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne
16:04 Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin
16:04 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan
15:51 Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî
15:23 ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan
14:39 Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
14:39 ‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’
14:13 Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn
13:42 Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin
13:28 Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî
13:16 Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
12:27 'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’
12:27 Pismamên şaredarê AKP’yî ji ‘qaçaxtiya mirovan’ hatin binçavkirin
12:11 Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin