NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê, ji bo ku êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê dane destpêkirin niqaş bike îro kom dibe.
Parlamentoya Iraqê, bi daxwaza Koma Sadr û îmzekirina 50 parlamenteran ji bo ku êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) dane destpêkirin niqaş bike îro kom dibe. Cîgirê Serokê Yekemîn yê Parlamentoya Iraqê Hakîm Zamli, Serokê Karê Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn û şêwirmendê wî Nizar Xeyûla tev li rûniştina parlamentoyê bibin.