ENQERE - HDP ku êşa gelê ermen a 107 salan parve kir têkildarî komkujiyê de wiha got: “Em Komkujiya Ermenan û sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber salvegera 107’emîn a Qirkirina Ermenan daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP’ê di daxuyaniya xwe de xwest ku bi Qirkirina Ermenan re hevrû bibin û wiha got: “Em Komkujiya Ermenan, êz û azara gelê ermen û sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin. Di 107’emîn salvegera komkujiyê de em hemû qurbaniyan bi rêzdarî û bi rehmet bi bîr tînin.”