NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî yên Minbicê bi daxuyaniyekê êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku dawiyekî li êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li herêmê bînin.
Nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Minbicê û şaxên Heleb, Minbic û Idlibê yên Partiya Sûriyeya Pêşerojê têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla endamê rêveber ê PYD'ê Mehmûd Cimo ve hate xwendin.
Mehmûd Cimo anî ziman ku serkeftinên Rêveberiya Xweser roj bi roj mezintir dibin û wiha domand: “Lewma kîna Erdogan a li hemberî gelê herêmê jî zêdetir dibe. Ji ber vê ye ku dixwazin vîna gelên li hemberî DAIŞ’ê bi ser ketin, têk bibe. Siyaseta rejîma faşîst a dewleta tirk bi qetilkirin û wêrankirinê pêk tê. Pêşiyên wan, gelên ne tirk ên li Qibris û Antakyayê yên weke ermen û rom tune kirin. Her wiha li dijî gelên ermen û kurd komkujî kirin. Ev pêkanîn tevek jî li pêş çavên hêz û civakên navneteweyî têne kirin.”
BANG LI CÎHANÊ KIRIN
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Banga me ji bo rêxistinên navneteweyî û dewletên garantor ew e ku dawiyekî li êriş û dagirkeriya dewleta tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin. Em jî dê destkeftiyên Rêveberiya Xweser ku bi saya keda şehîdan hatine bidestxistin, projeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan biparêzin.”