NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê bi hejmareke zêde leşker, wesayîtên zirxî, tank û obusan ket navenda bajarê Şengalê.
Li Şengalê her ku diçe aloziyên hene kûrtir dibe. Artêşa Iraqê bi hejmareke zêde leşker, wesayîtên zirxî, tank û obusan ket navenda bajarê Şengalê.
Li Şengalê ligel hemû hewldanên çareserkirina aloziya heyî, liv û tevgera artêşa Iraqê berdewam dike. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, hejmareke zêde ji leşkerên artêşa Iraqê, tevî wesayitên zirxî, tank û obusan ketine navenda bajarê Şengalê.
Tê gotin ev hêz ji Mûsilê bi rê ketiye û hatiye Şengalê. Liv û tevgera artêşê ya li Şengalê berdewame.