* Xelkê navçeya Elkê ya li ser xeta sînorê Başûrê Kurdistanê ye bertek nîşanî hevkariya AKP-PDK’ê dan û gotin: “Ev ji bo siberoja kurdan gavek talûke ye. Heke kurd têk biçin dê dor bê ser wan.”
* Nûnerên Baroya Rihayê, OHD û ÎHD'ê girtina 4 kesên têkildarî qetilkirina 3 ferdên Malbata Şenyaşar ku piştî 4 salan pêk hat nirxandin û diyar kirin ku divê daxwazên malbatê bên bicihanîn.
* Malbatên girtiyan û windayan diyar kirin ku divê her kes li dijî şer rabe û bibe yek û li ber xwe bide.
* Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr da zanîn ku ew 1'ê Gulanê di demeke ku xizanî û birçîbûn çêbûye de pêşwazî dikin û got: “Pêvajoya ku bi 8'ê Adarê û Newrozê dest pê kir, wê bi heman girseyî ber bi 1'ê Gulanê ve biherike."
* Girtiyê nexweşê giran Abdûrrahman Yildirim ku di nava 26 salên girtî de neçar ma bi du şarapnelan bijî, tevî ku rapora “nikare li girtîgehê bimîne” jî nayê berdan.
* Holdînga Limakê ji ber krîza aborî çêkirina nexweşxaneya bajêr a li Amedê rawestand û xwest heqê îhaleya wê bê zêdekirin.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 414'emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza derbarê Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş de hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
* Danişîna 12'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)
* HDP dê komcivîna xwe ya li Meclisê li dar bixe. (12.45)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (12.00-16.00) ZINDÎ
* Dê li gelek bajaran têkildarî amadekariyên 1'ê Gulanê daxuyanî bên dayîn. (12.00)
* ÎHD'a Enqereyê dê rapora qewimandina binpêkirina mafan a girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (13.00)
* Danişîna doza Fatma Altinmakas ku ji aliyê Kazim Altinmakas ve hat qetilkirin dê li Dadgeha Panosê bê lidarxistin. (13.30)
* Li gelek bajaran dê ji bo cezayê li doza Parka Geziyê hat birîn bi daxuyaniyên çapemeniyê bê şermezarkirin. (14.00-19.00)