MEREŞ - Li navçeya Elbistanê kesê bi navê M.T. zarokekê 14 salî kuşt.
Li gundê Îgde yê navçeya Elbistan a Mereşê, nîqaşeke ku di navbera du ciranan de derket di demeke kurt de veguherî şer. Di şer de kesê bi navê M.T. zarokê 14 salî Sila M. û bavê wî Hasan M. birîndar kir.
Sila M. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Tedawiya bavê Sila Hasan M. jî li nexweşxaneyê didome.