DÊRSIM - Hate îdiakirin ku beriya 2 rojan li navçeya Pêrtagê welatiyê bi navê Hidir Yucesoy li mala xwe xwe kuştiye.
Hate îdiakirin ku beriya 2 rojan li navçeya Pêrtaga Dêrsimê welatiyê bi navê Hidir Yucesoy ê 35 salî li mala xwe xwe kuştiye. Li gorî agahiyên hatin ragihandin Yucesoy ê li navçeya Pêrtagê dikana berber heye li ser du rojan dikana xwe venekiriye, xizmên wî çûne mala wî û deriyê wî şikandine û ketine malê. Xizmên wî dîtîne ku Yucesoy xwe kuştî ye.
Piştî ku bûyer ji tîmên polîs û tenduristvanan re hate ragihandin, cenazeyê Yucesoy piştî lêkolîna cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pêrtagê.
Hate hînbûn ku wê ji bo kirariyên otopsiyê cenaze bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê.