Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye

  • rojane
  • 09:10 28 Nîsan 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku çavkaniya bêhiqûqiyê AKP ye û divê raya giştî ya demokratîk xwedî li girtiyan derkeve û bibe dengê girtiyan. 

Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di 12'ê Sibatê de li ber Baroya Îzmîrê hatibû destpêkirin, meha sêyemîn li pey xwe dihêle. Çalakiya rûniştinê ya ku bi daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin berdewam dike, ev çalaki bi piranî li ber baroyê pêk tê. Malbatan tevî çalakiya rûniştinê çûn serdana nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên bajêr û xwestin piştevaniyê bidin wan. Dîsa bi daxuyaniyên girseyî yên li ber Edliyeya Îzmîrê û girtîgehan hewl dan dengê xwe bidin bihîstin.
 
Çalakiya nobedê ya malbatan bi serdanên rojane dewam dike, ji bo bicihanîna daxwazan li vir bang tê kirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Murat Çepnî têkildarî Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê axivîn.
 
'DIXWAZIN GIRTIYAN TESLÎM BIGIRIN’ 
 
Koçyîgît diyar kir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re zext û binpêkirinên mafan li tevahiya girtîgehan belav bûye û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi hemû hêza xwe dixwaze girtiyan teslîm bigire. Lê divê em destûr nedin vê yekê. Binpêkirinên mafan bû sedema ku cenaze ji girtîgehan derkevin. Malbatên ku li hemberî vê bêdeng neman, Nobeda Edaletê ya bi wate û girîng dan destpêkirin. Ev Nobedên Edaletê bi pêşengiya dayika me ya hêja Emîne Şenyaşar dest pê kir û li bajarên wek Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê belav bû. Ev nobed li dijî neheqî û sepanên kêfî yên girtîgehan e. Bi taybetî jî li dijî tecrîdê ye. Lê mixabin Wezareta Dadê û rayedarên AKP’ê vê pêvajoyê ji nedîtî ve tê. Dayik ango malbat ji bo zarokên xwe dengê xwe derdixin.” 
 
BANGA XWEDÎDERKETINÊ 
 
Koçyîgît diyar kir ku divê her kes xwedî li girtiyan derkeve û deng bide dengê girtiyan û wiha got: “Pirsgirêkên tenduristiyê yên birêz Aysel Tûglûk û pirsgirêkên tenduristiyê yên gelek girtiyên nexweş gelekî zelal û eşkere ne. Em tenê bi têkoşîna hevpar dikarin vê rewşê ji holê rakin. Em nikarin tenê li ser pişta dayikan bihêlin. Ji bo vê jî divê em bi dayikan re bin, bi dayikan re bibin yek û deng li dengê wan zêde bikin.”
 
QÊRÎNA LI DIJÎ NEHEQIYÊ 
 
Li aliyê din Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî diyar kir ku di Nobeda Edaletê de qêrîna li dijî neheqiyê hat bilindkirin û hat xwestin ku ev qîrîn ji aliyê raya giştî ve bê dîtin û wiha got: “Girtîgeh veguherî birînên xwînrêj. Girtîgeh veguheriye îşkencexaneyê û hema bêje her roj metirsiya mirinê heye. Li gel ku tê gotin hin girtî nikarin di girtîgehê de bimînin jî, mixabin gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dane û darbesta wan derket. Ev sûc e, îşkence ye, dijminatiya gel e. Nobeda Edaletê hewl dide vê hawara xwe bigihîne hemû hêzên demokrasiyê. Ez bang li hemû gelê me yê ku dibêje demokrasî, mafên mirovan û azadî dikim, vê qêrîna wan bibihîze. Kesên ku dengê girtiyan nebihîze û îşkenceyên li girtîgehan nebîne ne mimkûn e ku ji bo demokrasiyê têbikoş e. Heke li derve îşkence hebe, li girtîgehan îşkence û mirin hebe, divê em wan bibînin û têkoşînê bidomînin. Dema ku em vê nekin, em ê kêm bimînin. Em dixwazin her kes çalakiya malbatên me bibîne û piştgiriyê bide.”
 
MA/ Delal Akyuz 
 

Sernavên din

28/04/2022
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê