Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?

  • jin
  • 11:53 28 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Kujer Metîn Şengil li gel ku biryara dûrxistinê hebû jî Bêrîvan Alturk qetil kir û beriya doza hevberdanê jî gefa kuştinê li parêzerê Alturk xwar. Her wiha hat zanîn ku kujer Şengil di dema pêvajoya hevberdanê de gef li şandeya dadgehê jî xwariye. 
 
Kujer Metîn Şengil di 21’ê nîsanê de li navçeya Qileban a Şirnexê bi çekan êrişî jina bi navê Bêrîvan Alturk (Mîhrîban) ku 24 roj berê ew berdabû û keça wê ya 8 salî kir. Alturk di êrişê de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Keça Alturk a 8 salî jî hêjta li nexweşxaneyê tê dermankirin. 
 
Hat zanîn ku Bêrîvan Alturk ji ber tundiya sîstematîk û gefên kuştinê yên domdar ên kujer Metîn Şengil, gelek caran li qereqolan giliyê Şengil kiriye lê tevî vê yekê jî hêzên ewlekariyê tu tevdîrek negirtine. Derket holê ku Alturk li dadgehê jî rastî gefên kujer Şengil hatiye lê li gel vê yekê jî ji bo parastina Bêrîvan Alturk tiştek nehatiye kirin. 
 
MALBATA FAÎL CERDEVAN E
 
Kujer Metîn Şengil piştî qetilkirina Alturk ji cihê bûyerê reviya û li navçeyê du rojan xwe di malekê de veşart. Hat zanîn ku bav û kekê kujer Şengil cerdevan in û li gel ku bi ser bûyerê re 2 roj derbas bûn jî nehate girtin. Piştî ku peyama “heke tu teslîm nebî em ê çeka bav û kekê te jê bistînin’, çû Midûriyeta Emniyetê ya Qilebanê û xwe teslîm kir. 
 
Piştî kar û barên îfadegirtinê ya li midûriyeta emniyetê jî sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozger bi daxwaza girtinê kujer Şengil şand dadgehê û dadgehê jî bi sedema “kuştina bi qesdî” biryara girtinê da û şande Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.” 
 
CÎNAYET DIHAT TEXMÎNKIRIN 
 
Rêzegeşedanên ku Bêrîvan Alturk ber bi qetilkirinê ve birin nîşan dide ku beriya cînayetê, dihat zanîn ku dê Alturk were qetilkirin. Ev yek, her wiha rola daraz û emniyetê ya di vê cînayetê de jî radixe ber çavan. 
 
Bêrîvan Alturk di sala 2012’an de bi Metîn Şengil re zewicî û 2 zarokên wê çebûn. Di tevahiya zewaca xwe de rastî tundiya fîzîkî û derûnî hat. Ji ber vê tundiyê jî gelek caran hewlda ku kujer Metîn Şengil berde û xwe spart cem malbata xwe. Lê belê her carê rûspiyên malbatê ketin navberê û piştî “qanehkirina” Alturk jî ew neçarî vegera malê kirin. 
 
RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ
 
Tundiya li ser Alturk roj bi roj zêdetir bû û di sala 2015’an de tundiyeke ewqas giran lê hat kirin ku rakirin nexweşxaneyê. Piştî tedawiyê jî ji bo berdana kujer Metîn Şengil doz vekir. Rûspiyên malbata kujer Şengil vêcarê ketin navberê û bi tundiya derûnî ya “Ji me piştrast be ku dê êdî wisa neke” re kirin ku Alturk neçar bimîne 2 meh piştre dev ji doza xwe berde.
 
Lê belê tundiya kujer Şengil a li ser Alturk bi dawî nebû. Alturk, di cotmeha sala 2021’an de dîsa rastî tundiyê hat û biryara berdanê da. Doza berdanê di 20’ê kanûna sala 2021’an de hate vekirin û di 28’ê adarê de jî biencam bû. Bi vê yekê re Bêrîvan Alturk dev ji kujer Şengil berda. 
 
GEFA KUŞTINÊ LÊ HAT XWARIN
 
Bêrîvan Alturk, di pêvajoya berdanê de gelek caran rastî gefa kuştinê ya kujer Şengil hat. Li ser vê yekê giliyê kujer Şengil kir û ji bo kujer Şengil biryara dûrxistinê ya 6 mehan hate dayîn. Bi bidawîbûna biryara ji bo 6 mehan jî Alturk dîsa bi sedema “gefa kuştinê li min tê xwarin” biryara dûrxistinê da girtin. 
 
3 CARAN BIRYARA DÛRXISTINÊ BINPÊ KIR
 
Lê kujer Şengil biryara dûrxistinê binpê kir. Dema cara ewil kujer Şengil biryara dûrxistinê binpê kirî, cezayê 3 rojan ê girtinê lê hat birîn. Kujer Şengil 3 roj piştre dîsa biryara dûrxistinê binpê kir û vê carê cezayê girtinê yê 5 rojan lê hat birîn. Dema kujer Şengil cara sêyemîn biryar binpê kirî jî vêcarê cezayê girtinê yê 15 rojan lê hat birîn. Di roja 15’emîn de jî endamên malbatê zext li Bêrîvan Alturk kirin ku ji giliyê xwe lêve bibe. Li ser tundiya endamên malbatê, Alturk ji giliyê xwe lêvebû. Kujer Şengil ê ku hatibû berdan, bi berdanê re dîsa dest bi gefan kir. 
 
GEF HEM LI PARÊZER Û HEM JÎ LI DADGEHÊ XWAR
 
Kujer Şengil ku her carê bêceza hate hiştin, êdî tu sînor nas nekirin û parêzer û şandeya dadgehê jî di nav de, gefa kuştinê li hemû kesên di dema pêvajoya hevberdanê de piştgirî didan Alturk xwarin.  Kujer Şengil gefa “Ez ê bombeyê biavêjim mala te û hem te û hem jî malbata te bikujim” li parêzerê Alturk xwar. Di roja doza berdanê de jî kujer Şengil li şandeya dadgehê zîvirî û gef lê xwar: “Kî malbata min ji hev belav bike, ez ê wan sax nehêlim.” 
 
TUNDIYA LI SER ALTURK PIŞTÎ HER “QANEHKIRINÊ” ZÊDETIR BÛ 
 
Di encama van binpêkirina de, Bêrîvan Alturk 24 roj piştî ku dev ji kujer Şengil berdayî li gel ku biryara dûrxistinê hebû jî nehat parastin û hate qetilkirin. Di êrişê de zaroka wê bi giranî birîndar bû. Alturk li pêş çavên xwîşka wê Taybet Uren (35) hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê xwîşka wê Uren bi ajansa me re axivî û bal kişand ser xemsariya daraz û emniyetê. 
 
Uren, da zanîn ku ji roja zewicî heta roja hatiye qetilkirin, xwîşka wê her tim rastî tundiyeke sîstematîk hatiye û wiha got: “Metîn, her carê hincetek didît û li xwîşka min dixist. Xwîşka min vedigeriya malê. Li ser vê yekê jî Metîn rûspiyên malbatê dixist navberê û digot; ‘ez ê poşman im, min xeletiyek kir û dê êdî nekim.’ Bi van gotinan jî Bêrîvan ji bo vegere malê qaneh dikir. Lê dawiyel li tundiyê nedihat.” 
 
QAŞO BERGIRIYÊN PARASTINÊ GIRTINE!
 
Bi domdarî Uren anî ziman ku bûye şahida tundiya ku kujer Şengil di cotmeha 2021’an de li xwîşkê wê dikir û wiha domand: “Bêrîvanê got ku Metîn tundiyê li wê dike. Dê biçûya nexweşxaneyê lê Metîn destûr nedida. Piştre bi serê zarokên xwe sond xwar ku dê giliyê wî neke. Li ser vê sondê jî Metîn destûr da ku biçe nexweşxaneyê. Di ketina nexweşxaneyê de Bêrîvanê bo min peyamek şand û got; ‘li emniyetê bigere.’ Min jî li ser vê peyamê demildest agahî da malbata xwe. Me ji nexweşxaneyê raporê derbkirinê hilgirt. Li ser vê yekê jî dîsa doza berdanê vekir.” 
 
'QANÛNÊN HEYÎ JINAN NAPARÊZIN’
 
Uren, destnîşan kir ku piştre jî pêvajoya dadgehê dest pê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê demê de Metîn gelek caran gefa ‘ez ê te, bavê te, xwîşk û birayên te bikujim’ li Bêrîvanê dixwarin. Piştî ku Bêrîvanê ev gef qeyd kirin û gilî kir, biryara dûrxistinê hate dayîn. Me bihîst demek piştre çûye Antalyayê. Roja ku xwîşka min hatiye qetilkirin, me digot qey li Antalyayê ye. Ji bo ku biçin sûkê em wê rojê derketin derve. Demekî kin piştre wesayîtek hat li pêşiya me sekinî. Bêrîvanê got; ‘Metîn’ xwe da pişt min. Metîn jî bi lez û bez ji wesayîtê paya bû û berê çekê da me. Dema bi çekê ve ber bi me ve dihat, hewl da xwîşka min birevîne. Min jî devê çekê girt. Di navbera me de rageşî derket û di wê navberê de 3 gule berdan. Li ser vê yekê ez jî aloz bûm û çek ji destê min ket. Piştre jî gule li Bêrîvanê reşandin. Dema gule reşandîn, Bêrîvan kete erdê. Piştre 3 gule lê dan. Xwîşka min bi awayekî plankirî hate qetilkirin. Bi qanûnên heyî rê li ber cînayetên jinan nayê girtin. Nexwe her roj li Tirkiyeyê jin nedihatin qetilkirin.” 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

01/05/2022
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir