RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 416’emîn de çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Daxwaza me bu daxwaza bi milyonan kesan. Êdî bes e bila edalet were.”
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 416’an de berdewam dike. Dayika Emîn Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ser derenceyên pêş edliyeyê rûniştin û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kirin.
‘ÊDÎ BES E’
Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal hesabên Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kirin û ev peyam parve kir: “Me di pêvajoya nobeta xwe ya edaletê de heqaret li kesê nekir. Me bêbextî li kesê nekir. Me ev ji cîhanê re ragihand. Daxwaza me bu daxwaza bi milyonan kesan. Êdî bes e bila edalet were.”