‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’

  • rojane
  • 09:10 29 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Rêveberê Navenda DBP’ê Salih Mevalî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk tên da û got: “Wê dîrok xiyaneta malbata Barzanî binivîsîne." 

Êrişên Tirkiyeyê ya di 23'yê Nîsana 2021'an de li dijî axa Başûrê Kurdistanê dabû hê neqediyane, vê carê Tirkiyeyê bi piştevaniya PDK’ê dest bi êrişek ango şerek berfireh kir. Şerê di 17’ê Nîsanê de hat destpêkirin li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê ji hewayî û bejahiyê ve didome. 
 
Berteka şexsiyet, partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurd a li dijî şer her ku diçe zêdetir dibe. Endamê Meclisa Partiyê (MP) ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salih Mevalî û Hevserokê DBP’a Dîlokê Tahir Altûg bertek nîşanî şer dan û xwestin malbata Barzanî dest ji piştevaniyaşer berde. 
 
'WÊ KURD VÊ QEBÛL NEKIN' 
 
Salih Mevalî anî ziman ku piştgiriya malbata Barzanî a ji bo a Tirkiyeyê diyar e û wiha got: "Malbata Barzanî di hundirê vî şerî de cih digire. Ji heft saliyan heta heftê saliyan her kes viya dizane. Çûyîn û hatina wan a Enqerê vê dide nîşan. Dewleta Tirkiyeyê jibo karê xwe wan bi kar tîne. Derketine derewan dikin û dibêjin ‘em ji bo xelkê sîvîl biparêzin li herêmê ne’. Tiştek wiha tine ye. Berê me ji Mesûd Barzanî re digot kek Mesûd Barzanî, me bi çavekî mezin lê dinêrî. Lê êdî em nikarin bêjin kek Mesûd. Dîmenek wisa çêbûye ku berê bi navê Federasyon dihat bilêvkirin êdî tenê bi navê malbata Barzanî herêm tê binavkirin. Ji bo berjewendiyên xwe destê xwe kiriye xwîna gelê kurd. Gelê kurd wê ti carî vê yekê qebûl neke.” 
 
'WÊ DÎROK XIYANETÊ BINIVÎSÎNE’
 
Mevalî bi bîr xist ku Mesûd Barzanî gotibû 'Êdî birakujî çênabe' û axaftina xwe berdewam kir: "Gelek cara ceribandin her car rûreş derketin. Cîhan bi berxwedana Şengalê dizane û dîrok nivîsand. Dema Barzanî çû cem fermandarê berxwedanê em kêyfxweş bûn. Hema ji wê şûn ve şikandinek mezin di gelê kurd de çêbû. Ew ê ku destê wî bikeve xwîna gelê kurd dê ji aliyê gel ve bê şermezarkirin û wê dîrok viya binivîsîne. Ew deverên di bin êrişan de çiyayên Kurdistanê ne û her kurd dikare xwe bispêre stargeha wan deveran. Wê kurd her dem li wir hebin. Bost bi bost xwîna keç û xortên kurdan li wir hatiye rijandin. Tu kes nikare wan ji wê derê derbixe. Dibe ku bedelêkî giran were dayîn lê yê rûreş derkeve wê bibe malbata Barzanî."
 
YEKITIYA NETEWEYΠ
 
Mevalî daxuyaniyên Rêberê PKK Abdullah Ocalan ên ji bo yekitiya neteweyî ya kurd bi bîr xistin û div ê derbarê de jî wiha got: "Dema parêzeren birêz Ocalan diçin cem wî yekitiya kurdan pêşniyaz dikir. Çend pêşketin jî çêbûn lê ev pêşketin ji aliyê malbata Barzanî ve hat xetimandin. Malbata Barzanî zirarek mezin dide gelê kurd. Em di hêla leşkerî de difikirin lê Başûr di hêla aborî de têk çûye. Ev jî ji rûyê malbata Barzanî pêk tê. Ji ber polîtîkayên wan şaş krîzek mezin çêbûye. Divê xelkê başûr xwe li hember vê malbatê bi rêxistin bike û da ku destê xwe ji herikîna xwîna kurdan vekişînin. Divê gavên demokratîk bên avêtin. Dawiya xiyanetê nîne. Dema ew êriş bigîhîjin armanca xwe wê dor were ser wan jî. Dema referandûma serxwebûna Başûr çêbû herî berteka tund Tirkiyeyê nîşan dabû. Hêjî hişê wan nehatiye serê wan.” 
 
'DIVÊ GELÊ BAŞÛR DESTÛRA ŞER NEDE’ 
 
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Dîlokê Tahir Altûg jî anî ziman ku êriş tenê ne li dijî axa Başûr pêk tên li hemberî hemû kurdan pêk tên û wiha got: "Ew şerê qirêj bi salan e berdewam dike. Bila tu kes nebe şirîkê vî şerê qirêj. Îro Barzanî ketiya bin zihniyeta AKP’ê. Rojava, Şengal dîtin. Çawa gelê kurd hate qetilkirin, dîtin. Ev êriş berdewaiya êrişên Helebceyê ne. Gelê Başûr bila vê zîhniyetê têk bibe.” 
 
'DIXWAZIN BI ŞER ÎKTIDARA XWE DEWAM BIKIN’ 
 
Altûg da zanîn ku armanca hevkariya êrişên Tirkiyeyê derxistina şerê navxweyî ango kurd-kurd e û got: “Bila tu kes şerê birakujiyê qebûl neke. Em naxwazin şerê kurd kurd biqewime. Îro iktidara AKP’ê bi vî şerê qirêj dixwaze xwe li ser pêyan bigire. Aborî çima hatiye vî halî? Êdî ev îktidar bi şerê qirêj nikare li ser pêyan bimîne. Gel her tiştî êdî dibîne. Şêr berdewam dike, wê gel bêtir feqîr bibe."
 
 

Sernavên din

01/05/2022
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?