Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin

  • rojane
  • 12:52 29 Nîsan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Parêzera malbata Denîz Poyraz, Turkan Aslan bertek nîşanî nehatina kujer Onur Gencer a eywana danişînê da û wiha got: “Bersûc di SEGBÎS’ê de destê xwe daniye ser patika xwe û bêyî ku şerm bike dikene. Di rûniştina din de bav û birayê wî li vir bûn. Lê em hîn bûn ku xwe ji şahidiyê vekişandine.” 
 
Kujer Onur Gencer di 17’ê hezîrana sala 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir. 3’yemîn danişîna doza ku derheqê kujer Gencer de hatiye vekirin îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê tê dîtin. 
 
Di danişînê de li gel dayik û bavên Denîz Poyraz, Fehîme û Abdullîllah Poyraz, her wiha xwîşk û birayên wê, Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, parlamenterên HDP’ê, parlamentere CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal, geleke nûnerên Hêzên Ked û Demokrasiyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendika, rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û gelek welatî jî amade bûn. 
 
Kujer Onur Gencer bi rêya pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. 
 
Serokê dadgehê beşdar hişyar kirin ku heke pergala danişînê were xerakirin dê gilî bike. 
 
Piştre jî baroyên Wan, Riha û Sêrtê xwestin ku beşdarî dozê bibin. 
 
‘ÊRIŞEKE NEMERDANE YE’
 
Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel di danişînê de diyar kir ku ev ne doza kuştina kesekî ji hêla kesekê din ve ye û wiha got: “Êrişeke li dijî mafê azadiya xwebirêxistinkirinê û mafê jiyanê ye. Armanc ne tenê kesek bû. Dê hemû kesên li wir qetil bikira. Êrişeke nemerdane ya zîhniyeta cihêkariyê ye. Divê hûn daxwaza beşdarîbûna dozê ya baroyan qebûl bikin. Faîle ku ev cînayete nemerdane kiriye, niha direve. Ew qas tirsoneke ku xwest bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe. Jêpirsîna wî hêj xelas nebûye û bi vê yekê rêgeza rûbirûtiyê tê binpêkirin. Dê min pirsa çendek wêneyan bikira lê nakim. Di danişînê de usûlê darizandinê tê binpêkirin. Hûn ê li ser SEGBÎS’ê çawa bizanin bê ka ev kes dema li ber guhê karmend diaxive ji wî re çi dibêje?” 
 
QAŞO JI BI DESTWERDANA KUJER BIKE HATIYE PEYWIRDARKIRIN! 
 
Li ser vê bertekê jî serokê dadgehê ev îdia kir: “Ji bo ku dema bersûc tiştekî xerab dike bikare destwerdanê bike, min ew karmend peywirdar kir.” Yucel jî bertek nîşanî serokê dadgehê da û wiha got: “Ev kiryare dike ku darizandin baş çênebe. We berê SEGBÎS red kir. Hûn niha jî dikarin heman tiştî bikin. Divê li vê dere bersiva pirsan bide.” 
 
DANIŞÎN BI SEDEMÊN TEKNÎKÎ SEKINΠ
 
Serokê dadgehê diyar kir ku heta demekî dê qeyd bên tomarkirin û piştre dê navberê bide. Serokê dadgehê bi sedema “Qeyda SEGBÎS’ê” danişîn da sekinandin. 
 
‘HINEK KESÊN AQIL DIDIN BERSÛC HENE’
 
Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç jî da zanîn ku ji bo rastiya madî ya di lêpirsînê de dernekeve holê, Serdozgeriya komarê ya Îzmîrê û Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê çi ji dest tê dikin û wiha domand: “Hemû kes baş pê dizane ku ev bûyer tenê kesekî nekiriye. Yên ku kujer sor kirine, alîkarî dayînê, piştgiriya lojîstîkê pê re kirin û aqil nîşanî wî dayîn hene. Nayê qebûlkirin ku dadgeha we mîna lêpirsîna dozger tevbigere. Di danişîna ewil de min daxwaznameyek da lê tenê daxwazeke min jî nehat bersivandin. We, hejmara şahidên ku li ser fermanê hatine zêde kirin. Dadgeha daxwaz qebûl kirin û bi fermanê re gelek şahidên li çar aliyên Tirkiyeyê hatin guhdarîkirin. We digot qey bi vê yekê re dê rastiya madî derkeve holê lê rastiya madî bi vî awayî dernakeve.” 
 
ŞAHID LI SER FERMANÊ HATIN GUHDARÎKIRIN 
 
Her wiha parêzer Agaç bal kişand ser biçûktiya eywana dadgehê û wiha bertek nîşan da: “Gelek kes li ser derenceyan rûnişitine. Gelek kes dixwazin dozê bişopînin ji ber ku êrişeke li dijî demokrasiye ye. Lê we daxwaza me ya ji bo eywaneke mezintir red kir. Ne pêkane ku em li ser bersûc xwe bigihînin delîlan. Di rewşeke wiha de midûriyet emniyetê û dozgeriya Îzmîrê nahêlin em xwe bigihînin delîlan. Li mala faîl lêgerîn tê kirin lê derheqê alavên dijîtal de pêşketinek tune ye. Heta niha ji bo berfirehkirina teqîbatê min 50 caran daxwaz kiriye lê yek jî nehatiye qebûlkirin. Dadgeha pirsên hewce nekirin. Faîl dibêje ku kî li avahiya HDP’ê hebûya dê bikuşta. Ev, cînayeteke siyasî ye. Lê tiştekî wiha di îdianameyê de nîne. Dozgeriyê lêpirsîneke wiha ya xerab meşand lê hûn ne mecbûr in ku tiştekî wiha bikin.” 
 
MALBATA FAÎL XWE JI ŞAHIDIYÊ VEKIŞAND 
 
Parêzer Agaç, da zanîn ku bav û birayê kujer di danişîna berê de beşdarî danişînê bûbûn lê niha nehatine û wiha pê de çû: “Em piştre hîn bûn ku xwe ji şahidiyê vekişandine. Şahidên ku li ser fermanê di dosyayê de cih girtin, diviya bû îfadeyên wan hatibûn girtin û li vir weke bersûc hatibûna rûniştandin. Ev kes, şahidên asayî nînin. Têkiliya wan bi bersûc re hene. Di destê min de ji bo her yekî pirsên cuda hene. Ez ê van kesan ji ku bibinim ku pirsên xwe jê bikim? We ev derfet ji destê me derxistin. Hemû kes li vir e lê bersûc li ku ye?” 
 
‘EZ Ê ÇAWA PIRSAN JI BERSÛC BIKIM?’
 
Agaç, bertek nîşanî kujerê ku li ser SEGBÎS’ê dikeniya da û got; “We bersûcê tirsonek dît?” Agaç, destên xwe danîn ser patika xwe û pozîsyona bersûc nîşan da. Bi domdarî Agaç ev tişt anî ziman: “Pozîsyona bersûc ev e û bêyî ku şerm bike dikene. Li Îzmîrê cînayeteke siyasî hate kirin û peywira we ew e ku hûn vê cînayetê ronî bikin. Zêdetirî 300 pirsên me hene. Min got ku me mafê xwe yê pirsan bo vê danişînê hiştibû. Baş e lê ez ê van pirsan ji kê bikim? Li ser SEGBÎS’ê destên xwe danîne ser patka xwe û bi kesekî li kêleka xwe re sihebetê dike. Kesekê ku ez nizanim li girtîgehê bi kê re dimîne, ez ê çi pirsan jê bikim? Hewceye ez ê li nava çavên wî binerim. Baş e hûn li ser SEGBÎS’ê çi dibînin? Ez ê pirsan bikim lê nizanim bi kê re diaxive. Ma ez ê pirsan ji kesekî wiha bikim? Na. Ne pêkane ku di rewşeke wiha de ev cinayet bê ronîkirin. Ji bo darizandineke adilane çêbibe divê bersûc were vê dere. Em dixwazin ku piştî nîvro bersûcî bînin eywana dadgehê.”
 
Şandeya dadgehê jî daxwazên beşdarbûna dozê ya baroyên Wan, Riha, Sêrt û Wanê red kir. Her wiha daxwaza parastina pêvek û berfirehkirina teqîbatê û anîna bersûc a eywana dadgehê jî ji hêla dadgehê ve hatin redkirin. 
 
PIRSÊN PARÊZERAN HATE ASTENGKIRIN
 
Parêzer Agaç xwest ku parêzerên li eywanê yên belgeya rayeya wan heyî di girtekê de bên nivîsandin. Dema serokê dadgehê daxwaz bi endamên dadgehê re nîqaş dikir, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got; “Hûn naxwazin rastiya madî derkeve holê lê qet nebe li gorî usûlê tevbigerin.” 
 
Parêzer Agaç bertek nîşanî şandeya dadgehê da û ev tişt anî ziman: “Di danişîna duyemîn de piştî ku navên me hatin xwendin, bi taybet jî em hatin cem we û me got ku kesên bi belgeya rayeyê hatine peywirdarkirin werin qeydkirin. We wê demê qebûl kir. Belgeya rayeyê ya hemû hempîşeyên me yên li vir heye. Ez dixwazim ku navên wan bên qeydkirin.” 
 
Serokê dadgehê jî biryar da ku tenê parêzerên daxwaza wan a tevlibûna dozê hatiye qebûlkirin bikarin di jêpirsîna çeperast a kujer Guncer de pirsan bikin û dê destûrê nede parêzerên ku belgeya wan a rayeyê heye. 
 
Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel bertek nîşan da û got: “Darizandineke wiha nabe. 5 deqeyan navberê bidin û em ê biryarê bidin bê ka dê dozê bibin yan na. Di xala yekemin a CMK’ê de dibêje bê ka dadgeha cezayê çawa tê birêvebirin. Hûn çawa dibêjin ku dê destura pirsan nedin? Hûn nikarin bibêjin di qanûnê de bi vekirî nayê gotin û vê daxwazê red bikin.” 
 
Piştre jî şandeya dadgehê 5 deqîqe navber da danişînê. 
 

Sernavên din

01/05/2022
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir