Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin

  • rojane
  • 10:24 30 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - Jinan diyar kirin ku şerê dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê daye destpêkirin li dijî azadiya jinan, kurdan, sosyalîstan û bindestan e û bang kirin ku li dijî şer li hemû Tirkiyeyê dengekî hevpar were derxistin. 

 Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Êriş li gelek deveran tên şermezarkirin. Rêxistinên jinan jî bertek nîşanî şerê niha didome dan. Nûnerên rêxistinên jinan ên li Stenbolê diyar kirin ku şer herî zêde bandorê li jinan û zarokan dike û destnîşan kir ku ji bo şer raweste û aştî pêk were ne tenê jinên kurd girîng e ku hemû Tirkiye dengekî hevpar derxîne. 
 
Ji Rizgariya Jinan Yeşîm Tukel êrişên berfireh ên desthilata AKP’ê û MHP’ê li ser axa Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin weke “dagirkerî” û xwe xelaskirina desthilatê bi nav kir. Tukel, bi lêv kir ku Tirkiye hewl dide li ser hêrsa ku di vê pêvajoya qeyrana mezin dibe û xizaniyê de derketiye holê binixumîne û got: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya faşîst weke berê li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd bilindkirina şer hilbijart. Di vî şerî dagirkeriyê de bi hêzên emperyalîst re, bi PDK’ê re û bi muxalefeta li Tirkiyeyê di nav pergalê de hate gelhev. Xala ku li ser hev kirin jî bû dijberiya Tevgera Azadiya Kurd û gerîla.”
 
‘BERÊ XWE DAN SOSYALÎSTAN’
 
Tukel, anî ziman ku Komara Tirkiyeyê ji roja ewil heta niha li ser axa Kurdistanê dagirker û mêtînger e û wiha berdewam kir: “Bi van êrişan armanc dikin ku têkiliya hêzên herêmên parastina medyayê û hêzên din ên Kurdistanê qût bikin û Tevgera Azadiyê bifetisînin. Piştî êrişên li ser Tevgera Azadiyê ji nişka ve berê xwe da hêzên şoreşger, çepgir û sosyalîst ên li Tirkiyeyê. Em vê yekê hem ji cezayên li Doza Geziyê hatine birîn û hem jî ji êrişên li ser sosyalîstan dibînin.”
 
XETA BERXWEDANA GELAN ARMANC E
 
Tukel, da zanîn ku di 8’ê Adar û Newrozê de xeta berxwedan û têkoşîna jinan, gelê kurd û gelên bindest hate dîtin û got: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo ku hêviya serkeftinê ya gelan û hişmendiya şoreşger a yekbûyî ya gelan, hêrsa bilind a tevgera femînîst ji holê rabike, ev rê hilbijart.”
 
‘DIVÊ EM DENGEKÎ HEVPAR DERXÎNIN’
 
Tukel, destnîşan kir ku şer herî zêde bandorê li jinan û zarokan dike û bi lêv kir ku ev êriş ewilî jinan hedef digirin. Tukel, bal kişand ku li ser Tevgera Jinan a Kurd polîtîkayeke şer a taybet tê meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di êrişên beriya niha hatin kirin de laşên gerilayên jin hatin îşkencekirin. Îro jî li girtîgehan îşkenceya li ser jinan zêde dibe. Weke perçeyekî Tevgera Jinan a Femînîst divê li dijî vî şerî ne tenê li Kurdistanê li hemû Tirkiyeyê bi Tevgera Jinan a Kurd re li rex hev bisekinin. Li dijî polîtîkayên dagirkerî û metîngeriyê divê jin li bingeke hevpar de dengekî hevpar derxînin. Rêya qezençkirina jinan û rawestandin şer di yekbûna dengê jinan re derbas dibe. Paşerojê jî ceribandin û têk çûn. Îro jî ev êriş wê saya têkoşîna jinan û hêzên yekgirtî wê têk biçin.”
 
Ji Komeleya Jinan a Kirk Yama Kubra Derîn jî bi lêv kir ku AKP demekî dirêje ji bo meşrûiyeta civakî xwe bi polîtîkayên şer ve girêdide û got: “Deshilat ji bo ji nû ve ‘meşrûiyeta xwe’ bi dest bixe derdorê amade dike. Em dikarin bibêjin êrişên niha hatine destpêkirin perçeyekî vê yekê ne. Armanc dikin ku bi rêya şer û zextan ji vê qeyrana heyî derkeve.”
 
‘TUNDÎ JI NÛ VE TÊ AFIRANDIN’
 
Derîn, destnîşan kir ku ji hemû jinan herî zêde jin û zarok bandor dibin û wiha berdewam kir: “Şer tê wateya xizanî, birçîtî û ji cihê xwe bûne. Ev di heman demê de bêbawerî û bêpêşerojî ye. Tevî vê yekê dibe sedemê ku jin rastî tacîz û tundiya zayendî bibin. Li ser laşê jinê tundiya mêr û zayendî ji nû ve tê afirandin.”
 
AZADÎ Û AŞTÎ
 
Derîn, da zanîn ku Tevgera Jinan a Kurd ji bo aştî pêk were demekî dirêj e têdikoş e û wiha pê de çû: “Heta ku aştî pêk neyê azadiya me ne pêkane. Polîtîkayên şer êrişa ser hemû mafên dînamîkên civakî û jiyana wan e. Bi taybetî di demên dawî de li ser jinên siyasetmedarên kurd êriş çêdibin. Weke Aysel Tûglûk jinên siyasetmedarên kurd li girtîgehan tên ragirtin. Girtina Mucella Yapici û Çîgdem Mater a ji Doza Geziyê jî encama van polîtîkayên şer e. Polîtîkayên şer li pêş jiyana azad a me hemûyan asteng e.”
 
‘EM JI BO AŞTIYÊ LI KOLANAN IN’
 
Derîn, diyar kir ku di salên dawî de bi jinên çepgir, sosyalîst û femînîst re di mijara aştiyê de hevkariyek ava kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji bo vê li kolanan in û em mecbûr in her tim gotina aştiyê bêjin û belav bikin. Ji bo aştî pêk were polîtîkayên demokratîk hewce ne.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

01/05/2022
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir